
DI DEVOKA ŞEMREXÊ DE HINEK KURTKIRIN
1. Di piranîya navan de herfa “n”yê nabêjin. Hinek mîsal:
Çû ber dewara. (ne dewaran) Jibîr nake rêya bav û kala. (ne rêyan, ne kalan)
Li nav erda pez diçêrand. (ne erdan) Bi kera gêre kir, bi hespa şêğre anî. (ne keran, ne hespan)
2. Gava piştî cînavka “ez”ê, peyvek bi nedengdêr bê, herfa “z”yê davêjin. Lê peyvek bi dengdêr bê, “z”yê navêjin. Di demên borî de bi piranî dibêjin “ez” Hinek mîsal:
E dibêm. (yanî ez dibêjim) E dinêrim kes ne xuya ye. Ez hatim. Ez çûm (hinek jî dibên “e çûm”)
Ez êşîyam. E ne aşê hewarê me. Ma e ji dêmaryê me? Ez ‘ellimîm.
3. Gava cînavka “min”ê bikar tînin, carna herfa “n”yê nabêjin. Hinek mîsal:
Mi nedne peyvê. Şi mi re dibêje go wê sibê bê vir. (yanî ji min ra) Te mi anî ser êlağê.
4. Di peyva “roj”ê de herfa “j”yê davêjin, lê gava “roj”ê di îzafiyetê de bikar tînin, herfa “j”yê navêjin. Her wiha di demên niha û bê de gava di fiîlê de “j” hebe, carna wê jî davêjin. Hinek mîsal:
Ro derket. Her ro karê xwe dike. Ro bi ro xwezî bi do (jibo yextîyaran tê gotin).
Ro lê gerîyaye. Rojê çend cara tu diçe çarşîyê? Roja te bixêr xalê hecî!
Rojîya xwe bigre, guhnede karê giran.
Dibê (yanî dibêje), dibêm (dibêjim), davên (diavêjin), dimê (dimêje)
5. Di şûna “meriv” de “mere” dibêjin, peyva “meriv”ê jibo eqreba dibêjin. Hinek mîsal:
Mere here seydê û destvala bê! (yanî meriv biçe nêçîrê û tiştekî bi dest nexe),
Mere başîyê bixwaze û bike, başî tê pêşîya me.
Tu çi dibê? Mere xwe bi qurbana pêxember dike. (yanî jibo xatirê pêxember serçava, sersera)
Gelo mervê we kengî tên gund? Xatirê mervê xwe zanibin.
Mala Xwedê ava! Mervê me çi însanê baş in. Mervantî heqqê we.
Hinek herêm, mîsalen Diyarbekir û Farqîn, lêkera “bazdan”ê wek negerguhêz bikar tînin û dibêjin “Ez bazdam” Lê hêla Şemrexê, vê fiîlê wek gerguhêz bikar tînin û dibêjin “Min baz da”
JI ALÎYÊ FONETÎKÊ VE XISÛSÎYETÊN CÛDA
1. Di çend peyvan de di şûna “diy”ê de herfa “c”yê dibêjin. Ev weke min got tenê di çend peyvan de xuya dibe. Hinek mîsal:
E çûm Carbekir. (ne Diyarbekir, Carbekir). Ca min nizane bi Tirkî bipeyîve. (ne diya min, ca min)
Evan her du mîsal meşhûr in. Ev mîsal jî heye. Mircaq da bin dara xwe. (ne mirdîyaq, mircaq)
Li hinek deveran dibêjin mirdiyaq an jî mirciyaq jî. Lê ji ğeyrî van mîsalan, mînakên din nayên bîra min.
Mustafa Aydoğan di nivîsa xwe ya bi navê Çima “Carbekir” û ne “Cêrik”?[1] de kûr û dirêj li ser guherîna peyvan û vê guherînê rawestîyaye. Lê ne bi qasî sîstematîk dike ye. Bi qenaeta min, ev tenê di çend peyvan de maye û lokal e, hêla Şemrex û Dêrik û hêla çîyê ya Qoserê tenê dibêjin. Di hemî şûna “diy”ê de jî “c” nayê gotin.
2. Peyva sivik û kurt dikin û dibêjin. Li gorî hinek şîweyên din rihettir peyva derdixin. Hinek mîsal:
Nok (hêla torî dibêjin nehk), Tirî (hêla torî dibêjin tireh),
Rêvî (hem navê heywanekî hem jî azayê însên. Hinek devok dibêjin rovî),
Kîrgo (navê heywanekî. Di hinek şîweyan de kîroşk, kevroşk e)
3. Di hinek peyvan de herfa “j”yê dikin “ş” Ev bi piranî di daçeka “ji”yê de pêk tê. Hinek mîsal:
Şi min re bêje (ne ji min re bêje), şitalî min bike (ne ji te alî min),
Şidand (ne jidand), Şi hev ket (ne ji hev ket)
4. Herfa “h”ya ku ji qirikê der tê tam dirdixin û vê herfê zêde bikar tînin. Herfa “h”ya tenik tînin serê hinek peyvan jî. Hinek mîsal:
Helbet (ne elbet), Herê (ne erê), Hewqasî (ne ewqasî),
Şi hewşê derket, Şi nuşka ve hiloz bû, Li heft gunda geriya.
Hespê wî di nav herîyê de ma. (axa ku bi avê ro’n bûye),
Hebîbê Neccar, rakeve wek her car, dergah yek e, derî hezar,
Xwe ji erdê hol kir, (xwe berjor ve bilind kir, ne di me’neya meydanê de)
Bi hemd û hêla ta’t kir du şek. (qawet, ne di me’neya terefê de),
Heyfa wî lê dihat, destê wî lê negerîya (zikê wî pê şewitî),
Zivistana hişk berxên hilî di ber mîhan de.
5. Herfa ‘eynê xurt û eşkere bikar tînin û meriv dikare bêje ku hema bi hemî herfên dengdêran herfa ‘eynê bikar tînin. Hinek mîsal:
Ew ‘alim û ‘aşiq e. ‘Ar bi ‘erdê ket, dûman wek ‘ewran, ‘ezman tarî kir.
‘Ebra ‘elba xwe, jê daxe. ‘Ûre ‘ûra zikê wî ye. Şi‘ûra xwe wenda nekiriye.
‘Ore ‘ora heywên tê. Belengaz e, ‘irqê wî nepirse. Mela, mubtelayê ‘işq û şi‘îrê ye.
Bi‘îvê rezê we xweş in, ne ta’lin. Hespê xwe yê ki‘êl ajot.
6. Herfa “t”ya tûj tam derdixin û bi gotinê ferqa me’neyê nîşan didin. Hinek mîsal:
Ta bi derzî veke. (ta jibo bennik hatiye gotin) Di hewşa we de dara tûyê heye?
Ma tu neketiye taya sikratê. (ta jibo nexweşîyekê hatiye gotin)
Agir bi çîyê dikeve, ter û hişk tevî dide ber xwe.
Ketibûn bin termê wî. (laşê mirî, ne peyva terma fîlolojîyê),
Çi heywanê tor û bitirîye. (yanî serserîye, ne di me’neya tora masîyan de),
Mastê wan pir tîre, ne ro’ne. (ne di me’neya tîra kevan de),
Tûr û cuher avêt pîyê xwe û çû ber pez.
7. Herfa “k”ya tûj, tam derdixin û dîsa bi gotinê me’neyê diyar dikin. Hinek mîsal:
Porê xwe kur kir (kur di me’na jêkirin û qusandinê de ye, ne di me’neya ewlad de ye)
Yekî bikêr e. (bi meharet e, ne di me’neya kêra jêkirinê de ye)
Kêra te ko ye. (yanî ne tûj e) Ka li ku derê ye? (pirsa jibo cî)
Ma mîha te ker e? (yanî deng naçê? Ne di me’neya heywan de ye)
Ew kîjan kal e? (yanî kîjan yextîyar e, ne di me’neya fêkîyê negihaştî de ye)
Ne kesekî kûr e. (kesê nabîne, ne di me’neya nizm de)
Kaya xwe avêt kadînê. (Ka, pûşa hûrkirî ya zadan)
Ji kanîya kendêl av diherikî nav gund. (kanî, devera ku ji ber xwe ve av jê derdikeve)
Kanî, çima nehat? (pirsa di me’na li ku derê de)
8. Herfa “ğ”yê (ğeynê) tam derdixin. Ev herf ji herfa “x”yê cûda ye. Hinek mîsal:
Tu çima ğeyidîye? Ğeyrî te, kesî ğar kir? (êrîş kir) Pez li ser êlağê meğel bike. (li ser meydanê)
Sağ û silamet hern û vegerin. Canê wî bi şîşa sorkirî dağ kiribûn.
Bi doxîna derpîyê xwe girt. Qağê tûya xweş in. (yanî tûyên hişkkirî),
Qerejdağ hênik e. Kes ne ğulamê te ye? Ağa baş e. (ağa kesek e) Axa baş e. (erda jibo çandinîyê)
Bağ û baxçe çi şîn in. A soğîn te bi a xwe kir (soğîn belkî ji “son”a Tirkî guherandine, di me’neya nîhayetê de ye)…
9. “Ku”ya şertî dikin “go” Li jor hatibû îzahkirin.
Go bihata, minê jê re bigota. Go xweşik û baş be, ezê bikirim.
HINEK XISÛSÎYETÊN DIN
1. Mezin û biçûk tev ji hev re dibêjin “law”. Heta jin carna ji mêrê xwe re jî dibêje “law” Di vê bikaranînê de “law” ne di me’na “ewladê kur” de ye, jibo lava û gazinê dibêjin. Hinek mîsal:
Law ma min çi kiriye? Law tu çima ranabî? Law wer neke. Law bese, wun çi dixwazin?
Law ma wanî dibe?
2. Ji ‘inîşkê û berjor de ji dest re dibêjin “pî” Di hinek zaravayan de jê re “mil” dibêjin. Lê xisûsen hêla Şemrex dibêjin “pî” Hinek mîsal:
Tûrê xwe bavê ser pîyê xwe. Pîyê xwe hilke û bêje ya Allah û dest bi kar bike.
Tu dibê qey pî bi te ve nemanin.
3. Hêla Şemrex, peyva “seba”yê wek hokerê di cumleyan de bikar tînin. Dibe ku “sebeb”a ‘erebî guherandibin, dibe ku peyveke xas kurdî be. Lewra di zazakî de jî tê bikaranîn. Sebebê diyar dike. Di me’neya “ji ber”ê de ye. Hinek mîsal:
Seba te ez hatim vî warî. Seba çi tu pê re ğeyîdî? Seba baranê, em hinekî dereng man.
Di devoka Şemrexê de peyva “soma” jî, ew jî me’na “wesîle”yê dide. Hinek mîsal:
Bi soma te ez hatim vê der. Bi soma çi tu hewqas jêhatîye?
Bi soma çûna camîyê, em li hevdu rast hatin.
4. Di navbera devoka torî (hêla Kerboranê) û Şemrexê û Farqîn û Bismilê de qiyaskirina hinek peyvan. Peyvên hêla Kerboranê, ji devê Reşadê ji gundê Gêrace’fera Kerboranê hatine stendin. Reşad niha li Şemrexê dijî. Peyvên hêla Farqîna Diyarbekirê, ji devê Mehmet Baranê Farqînî hatine stendin. Peyvên hêla Bismila Diyarbekirê jî ji devê Abdussamed Yalçin (Qoğî) hatine stendin.
Kerboran Şemrex Farqîn Bismil
amê min apê min apê min apê min
ban serxênî serxanî serxanî
bangor gundor bangeran gundor
bapîr kal kal kal
berq birûsk birûsk birûsk
bêvil poz poz poz
bihîv bi‘îv bi‘îv bi‘îv
bişkok qumçik bişkok qumçik
cirn curm conî /cirn curn
coht cot cot cot
dahl/avî cinên/bexçe baxçe bexçe
fistaq fistiq fistiq fistiq
gustîlk hungulîsk gustîrk hungulîsk
gwîz gûz gûz gwîz
heyv hêv hîv hîv
jinmam amojin amojin jinap
Kelê bêxwê bêxwê bêxwê
kîvroşk kîrgo kîroşk kîroşk
kuleh kulî kullî kulî
kurap pismam kurap/ pismam pismam
mêşin mîh mêşin mîh
mil pî mil mil/pî
mîro gêrik kurmorî mûrîstanik
mixaltî bixaltî bilxatî binxaltî
nêçîr seyd nêçir seyd
nehk nok nok nok
neynûk nenûk neynok nenûk
perîstank pinpinîk minminîk minminîk
pî nig pî nig
pora min (mê) porê min (nêr) porê min porê min
qetik qitî bejik qitî
qidemgeh/uznemre daşir daşra uznemre/qidemgeh
qinika mirîşka pînika mirîşka koxika mirîşka koxa mirîşka
qiştik niftik kifrît kufrît
rohnî ronî ronî ronî
rovî rêvî rovî rêvî
sa kûçik kûçik kûçik
serguh sergo sergo sergo
sikak kuçe kuçe kuçe
şêlim binerdik binerdik binerdik
şibake pace şivak pace
şirik şurik çirik mezrîb
şitexalî peyvîn xeberdan xeberdan
tev giş/tev tev giş/tev
teyrok terez /zîpik zîpik/teyrok terez
vêga îcar/îjar îcar îja
virr derew virr virr
werz bîstan bostan bîstan
westîn ‘ewarebûn/betilîn rehtbûyî betilîn
zarok sêlek/zarok sebî zarok/sêlek
HINEK PEYVIK Û PEYVÊN PÊŞÎYAN ÊN LI HÊLA ŞEMREXÊ TÊN GOTIN
1. Bira zikê têr be, bira ji çulê dêr be.
2. Rêvî têr e, tirî tirş e.
3. Birînê bi dijmina bike, pêçanê bi dosta bike. (jibo karê rezan)
4. Darê nav reza, gurê nav peza. (darên di nav reza de zirarê didin reza)
5. Dewleta bilez, bi rez û pez. (zengînîya zû, bi rez û pez peyde dibe)
6. Tenê sibatî, kewê ribatî (bizr û teneyê di sibatê de bê çandin, zirarê nabîne, wek kewê ribatê hêjaye)
7. Mere bi pirsê, diçe Xursê (Xurs gundekî Qoserê ye)
8. Derdê qeraş, av her ser aş.
9. Go ceh ket, kewarê vala ke; go genim ket, kadînê vala ke. (ceh bikeve simbilê wî zirarê nabîne, pûç nabe. Lê gava genim bikeve xwarê, simbilê wî pûç dibe, tenê ka jê derdikeve.)
10. Zor zane Zanqirt li ku ye. (Zanqirt gundekî Şemrexê ye)
11. Kero nemir bihar hat, pîrê nemir pel û pincar hat.
12. Ro’n dike nan dere, tîr dike dan dere. (Çi bike tiştekî bi dest naxe)
13. Xeta xwar, ji gayê pîr de ye.
14. Bi xêra hevala, gîha gîharê mala.
15. Kitana jina wî li serê wî be. (kitan kincekî pîreka ye li hêla Şemrexê. Me’na wê yanî ew ne mêr e)
16. Na lo herê! (Peyvikek e, me’na wê: Na, ne wek tu dizanî)
17. Wechê te jî xweş e û li te nayê şikandin. (peyvikek e, jibo qerf û girgirê tê gotin)
18. Wek çêleka xizana ye. (peyvikek e, jibo tiştê dereng tê gotin, lewra çêleka feqîra dereng dizê)
19. Kurmanc têr e, xew jêr xêr e.
20. Kakinîya ca xwe dike. (Bêrîya diya xwe dike)
21. Cirrê (lîstikek e, li hêla Şemrexê bi du grûba tê lîstin.)
22. Qelîsêrk (Xwarinek e, li ser êgir, di sêlê de goşt û pir hindik îsot û bacanê sor bi rûn tên kelandin)
LI SER TIŞTÊN NÛHATÎYAN BERTEKA HINEK ŞEMREXÎYAN
a) Gava nû behsa televîzyonê dikin, hê nehatiye Şemrexê: Li hêla Tarîna gundê Şemrexê, şivan li bin darkî mazî ê pir mezin kom bûne. Apê Huseyn (pismamê bavê min) jî di nav wan de ye. Yên gundî dibêjin “li qezê çi heye, çi tuneye?” Huseyn û ên ji qezê dibêjin “Zibêr (însanekî hinekî xwendî) perçeke qezete xwendîye. Dîtîye ku di qezetê de dibêje: Wê di nêzîk de tiştek derkeve. Ewê li Enqerê pîrekek bistirê û emê jî li mala xwe, di taqikê xwe de lê seyr bikin.” Ji gundîyan yekî yextîyar wê gavê dibêje: “Law birevin! Dar ket” (yanî ji ber vê derewa mezin, ewê dar bê xwarê) Heta hinek ji wan baz didin jî.[2]
b) Li Şamê trên nû derketiye. Li ‘Êsilmanê (gundekî Şemrexê) merivek hebûye. Di wê demê de timî diçe Şamê û tê. Piştî ku trên tê Şamê, ev gundî vedigere gund. Gundî dîsa li dora wî dicivin û jê re dibêjin “Ka li Şamê çi heye çi tuneye, ji me re behsa wir bike” Ew jî dibê: “Law tiştek hebû, hesin bû. Li ser hesina dimeşîya. Û hundirê wî tije însan dibû. Navê wî jî TIRRIN bû.” Jê re dibêjin “Wey mala te neşewite law. Mere derewê wanî mezin dike law” û ji wî çaxa de navê wê malê ma “mala tirrin”[3]
c) Berê li welêt çay tune bû yan pir hindik pêde dibû. Hew li malê ağa û bega tenê pêde dibû. Pismamê bavê min, rehma Xweda lê be wanî digo: Em li gund rûdiniştin.[4] Me bihîstibû ku çay şêrîn e û qehwe jî ta’l e. Jiber ku li ba me peyde nedibûn, me nizanîbû çay û qehwe çawa ne. Rojekî ez hatim qeza Şemrexê. E çûm qehwê, cîyê ku însan lê rûdinin. Qehwecî hat şi mi re go: “Xalê mi! Tê çay vexwe yan jî qehwê?” Mi jî go “Xwarzê! Şi mi re çayikî bîne.”
Çayik anî. Lê ji ber mi nizanîbû mere şekir davêje navê, mi çay werê bêşekir vexwar. Mi lê nêrî ku ne şêrîn e. Mi ba qehwecî kir û jê re go: “Xwarzê! Erê em gundîne. Lê em hewqas ne ehmeq in. Mi çay xwest, te qehwa ta’l anî. Ma qey nizanim ku çay şêrîn e û qehwe jî ta’l e?” Wî jî şi mi re go: “Xalê min! Hela vî şekira bavêje nav çaya xwe û li hev xe.” Mi jî were kir. Tê bêje çiqas xweş bû.
ENCAM
Weka hemî şîweyan, devoka Şemrexê jî ji xwedî xisûsîyetan e. Ev di mîsalên li jor de eşkere ye. ‘Îqlîm û coğrafya, li ser fonetîk û peyivîna wê tesîr kiriye. Ehlê Şemrexê, fonetîka herfên vê devokê tam derdixin. Ferqa fonetîka herfên nêzî hev, eşkere dikin. Her weha peyvan, li gorî rihetî û hêsanîyê, li gorî kinbûn û ziravbûna herfan dibêjin. Di gotin û peyvikên pêşîyan de, bandora erdnîgarîyê diyar dibe. Pirê gotinên pêşîyan ên vê hêlê, li ser çandinî û rez û pez hatine gotin.
Devokan li ser hev bandor kirine. Hinek herf li gorî devoka xwe guherandine û di hinek cî û peyvan de jî kurtkirin pêk anîne. Devoka Şemrexê, her çiqas di zaravaya Silivî de be jî, bi xisûsîyetên xwe hinekî cûda ye. Hinek qaîdeyên rêzimanê, li gorî xwe ava kirine. Bi vî şeklî jî dewlemendîya zaravaya kurmancî nîşan daye. Bêşek her devok di nava xwe de gelek dewlemendîyên din dihewîne. Heger li serê xebat bên kirin, ewê bêne kifşkirin. Hêvî heye ku ev xebata bi ser re, ne kûr û hûr û îstatîstîkî, ji lêkolînên akademîk ên di vî warî de re bibe piştek.
[1] Mustafa Aydoğan, www.nefel.com, Çima “Carbekir” û ne “Cêrik”?, 02.01.2008
[2] Ji Şemrexê ji devê Hecîyê Xurdecî
[3] Ji Şemrexê ji devê mamoste Farûq
[4] Gundê Xirbê Hînder, niha tu kes û mal tê de nemane.
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.