Mehkeme Şêx Se’îd û Hevalê Wî

Article

                    Ji ber ku hevdîtina me bi malbata Şêx, nexasim bi ewladê wî yê paşî ku tenê li heyatê mabû re çêbû, em dixwazin ku ji celsekî mehkema Şêx û hevalê wî di vir da binvîsîn. Û ji xeyrî Şêx ew 46 kesê ku li meydana Dax Qapî hatin daleqandin kî ne navê wan di vir da bi rehmet û minnet zikir bikin.

            Heyeta mehkema ku Şêx û hevalên wî mehkeme kir, bi navê (Şark Vilayetleri İstiklal Mahkemesi) kî bûn, navê wan û wezîfa wan çi bûn:

             Reîs: Mazhar Müfît (Kansu) (Denizli)

            Müdde-i Umum (Savci): Ahmed Süreyya (Örgeevren) (Karasi)

            Endam: Ali Saip (Ursavaş) (Urfa)

             Endam: Lütfi Müfit (Kirşehîr)

             Endamê yedek: Avni Doxan (Bozok)

            Şêx Se’îdê Palewî

            26ê Gûlanê, sala 1925an roja sêşemê di cîhê sinema Dîyarbekir da, li hember qelebalixkî zêde, heyeta mehkemê derbasî cîyê xwe bû. Şêx û hevalê wî jî derbasî cîhê wan kirin. Reîsê Mehkemê Mazhar Mufit fetilî ser Şêx û dest bi pirsên xwe kir:

-          Navê we çîye?

-          Muhemmed Se’îd.

-          Navê bavê we çîye?

-          Şêx Mehmûd.

-          Hun ji kû ne?

-          Bi eslê xwe em ji Palo ne, lê belê nuha em li Xinûsê rûdinin.

-          Ti çend salî yî?

-          ‘Ûmrê min ji şêstî derbas bûye…

Lêpirsîna Reîs bi wî hawayî ji bo temamê girtîya berdewam kir. Paşê Mudde-î Umum Sureyya îddaanameya xwe xwend û wiha got:

“Li hember dewleta Tirka, di hinik wîlayetên şerqê de, bi hawakî ku temamê dunyayê bihîst hedîsa serhildanê çêbû. Ew serhildan bê şek û şuphe di hundir da yan jî di dervayê herêma serhildanê de, bi hinik telkînat û tasawwuran pêk hatiye û bi derketina hereketê eşqîya derketine meydanê. Hedîsa serhildanê hawê ku di îddîanamê de jî derbas dibe, guya di bin perda bilindkirina dînê Pêxember da derdikeve meydanê. Lê belê bi meqseda ku hinik erdê mû’eyyen ji dewleta Tirka biqetînin û yekbûna dewletê ji hev bela bikin ev hereket lidar xistine. Ev mehkûmê ku anha di hizûra we da ye bi navê Şêx Se’îdê Xinûsî ye. Wî bi sedan, bi hezara leşker kuştine. Hereketa wî ewlehîya mal û canê xelkê û muslumana ji holê rakirîye. Ew îdarevan û serokê eşqîyayan e. Ew keseke serhişk û xayîn e.”

     Mudde-î Umum Sureyya, piştî ku gotin û de’wa xwe qedand dîsa reîs ket pêş û dest bi mehkeme û sualên xwe kir.

-          Rabin pîya. We li kûr xwend?

-          Min li medresê xwend.

-          Di medresê de we çi xwend?

-          Min Bediî, Îstîare, Usul-î Fiqih, Sarf û Nehw xwendin.

-          Çima we serhilda? Wexta artêşa Yunan merkeza Îslamîyetê binpê kir û di bin pîyê xwe da ‘eciqand, we çima ew dem ferzîyeta cihadê bi cî nanî?

-          Ew çax em muhacir û perîşan bûn.

-          Lawê we ‘Elî Riza çû Îstenbûlê?

-          Belê çû.

-          Çi wext çû?

-          Mehkî berya hedîsê.

-          Li Îstenbûlê ji kê fikir sitend?

-          Ji kesî fikir nestend, li malê Kurda bî mêvan û bi Seyîd ‘Ebdulqadir ra hevdîtin kir. (Seyid ‘Ebdulqadir ew çax hatibû şehîdkirin ji teref Hûkumetê ve û hevdîtina wî û ‘Elî Riza ketibû çapemenîyê. Hewceyî înkara tiştekî ku ketibe çapemenîyê nedikir û ji xwe Seyîd ‘Ebdulkadir şehîd kiribûn, ne li heyatê bû.)

-          Bi çi meqsedî çû Îstenbûlê?

-          Bi meqseda ticaretê. Em ji 30 sala û vir da bi ticaretê re meşxul dibin.

-          Piştî lawê we ji Îstenbûlê vegerî hat we li kur wî dît?

-          Li gundê Şavşarê, girêdayê bi navçeya Gêncê ye.

-          Ti dibêjî ku sebebê derketina serhildanê cendirme ne, Eger cendirme nehatina û nehatina kuştin ewê serhildan çê nebûya?

-          Minê ev îş bi nivîsê hel bikira.

-          Ewçax çi bûbû ji te ku tu ketî nav vî îşî?

-          Mehkûmên ku xwe sipartibûn gund qetil bûn. Min nesîhet kir, rica şand. 8 mehkûm derxist û teslîm kir. Ez ji gund derketim. Paşê gundî ketin navê de û serhildanê despêkir,  car din em ji navê derneketin.

-          Tu çima wî tiştî wûsa tabi’î dibînî?

-          Ez nizanim, ançax Xweda bizanibe.

-          Meqseda serhildanê, cendirme hatine, mehkûma girtine, ji van tişta çê nabe?

-          Ne ji cendirma ba, minê bi nivîs û beyanatê vî îşî hel bikira, îdî di şeş mehan salkî me netîce digirt ez nizanim. Teqdîra Xweda bi awayeke din tecellî kir û ew tişt çêbû.

-          Ti îrada însana tineye?

-          Îrada însana jî heye elbet…

-          Ev serhildan ez zen nakim ku te bi serê xwe kir. Hinik însanê ku berhevdan kirine di nav îş de hene.

-          Di nav vî îşî de ti kes tuneye, ne di hindir da ne di derva da…

-          We Dîyarbekir bistenda ewê çi bibîya?

-          … Meyê dunyayeke xweş ava bikira gerçê bi qasî zemanê Pêxember jî nebûya.

-          Hun te’bîra fethê bi kar tînîn û di mektûbê xwe da li ser îmza xwe “Emîrûl Mûcahîdin” dinvîsîn, bi vîya hun çi qest dikin?

-          Ji wî navî paşê min îstîkrah kir û poşman bûm. Di şûna wî da, “Hadîmûl Mûcahîdîn” nivîsand.

-          Piştî ku we Dîyarbekir bistenda, we dixwest ku hûn Qirallixa Mûsteqîl Kurdîstan ava bikin?

-           Qirallixê em nizanin. Meqseda min bi tenê ev bû ku em Hukûmeta dîn tatbîq bikin. Kurdistankî xweser hîç nehat hişê min.

-          Kesê li Îslamê şûr dikşîne ew ne Îslame. Ji vê hedîsê xebera te heye?

-          Wana dev ji hûkmê Îslamê berdabûn.

 

Mehkemê bi vî awayî dewam kir. Şêx Se’îd digel 47 havalên xwe, li gorî rojnamê roja 29/06/1925an “Rojek berê si’et di 2:00yê de ya bi qerara mehkema Şerq Îstîklalê hatin daleqandin.[1]                                                 

Wekî ku di jor de jî derbas bû, di îfadê Şêx de tiştnê hatine zanîn di heqê qiyamê de ew qebûl dike. Wekî din di heqê qiyamê û kesê ku piştevantî jê re kirîne de agahîyan nade mehkemê. Lewra parastina şêx siyasî ye. Loma mehremê qiyamê veşarî dimînin. Qebûlkirina hevdîtina Seyîd ‘Ebdulqadîr û Şêx ‘Elî Riza ya li Îstenbûlê hatibû zanîn, ketibû çapemenîyê. Ji xwe Seyîd ‘Ebdulqadîr di wî zemanê kin da hatibû bindestkirin û digel Xalid Begê Cîbîrî pir bi ‘ecele hatibû ‘îdamkirin. Ew şehîdê wê de’wa mûbarek yên ‘ewil bûn. Xweda me ji xêr û bereketa wan mehrûm neke.

Gotinên Şêx Se’îd Yên Dawîyê

            Daleqandina 46 hevalên Şêx li ber çavê wî temamkirin. Dixwestin bi vîya jî ‘ezab bidin Şêx. Di dawîyê de Şêx birin ber sêdarê û celada jê pirsî; “Gotinekî ku tu bêjî heye?” Şêx li hember wê pirsê gotina xwe ya paşî bi dev negot. Xwest ku bikeve tarîxê û ew kesê ku di pey wî ra werin heqîqeta de’wa wî bi ifade û gotina wî bizanin. Lewra di dirêjîya mehkemê da fam kiribû ku hukumet dixwaze meqseda de’wa wî ya mûbarek veguherine. Kâxiz û qelem xwest û wiha nivîsî:

            “Ji daleqandina bi van gûlîyên bêqîmet de tirsa min nîne

            Mûheqqeq mucadela min her jibo Xweda û dîn ê.[2](28 Hezîrana Sala 1925ê Miladî, Muhemmed Se’îd Palewî el-Amedî[3])

Gotinên Dawî Yên Salih Begê Hênî

Li ber sêdarê gotina dawî ya Salih Begê Hênî bi şi’rekî pirr bi me’ne derbas dibe. Em wê şê’ra wî li jêr teqdîmî xwendevanan dikin ku ew şi’r weha ye:

“ Gerçi enzar-i ehibbadan dahi dûr olmuşuz,
Rahmeti mevlaya yaklaşmakla mesrur olmuşuz.

Hak yolunda müflis u hane-harab olduksa da,
Bu harabiyetle biz manada ma’mur olmuşuz.

Ehli hakkiz, korkmayiz idamdan berdardan,
Çünkü te’yidi ilahi ile mensur olmuşuz.

Hâkimi Mübtil yedinden madrubin olduksa da,
Emri Hakla şarri gara hakkini ifaya memur olmuşuz.

Kul bize zulmen mucazat etse de perva etmeyiz,
             Şüphemiz yoktur ki, indillahta me’cur olmuşuz.

Salih’im, ehl-i salahim, dine can kildim feda,
Lütfü hakla taşnegan-i ab-i Kevser olmuşuz.[4]

 Kesê Hatin Daleqandin Navê wan Ev in

            Di şeva ku 28ê Hezîranê bi 29ê Hezîranê ve girê dide de li ber destê şeveqê Şêx Se’îd û 46 hevalên wî li Meydana Dax Qapî hatin daleqandin. Navê wan kesan digel bernavkê wan bi temamî di qeydên sawcîyê mehkema Îstîqlala Dîyarbekir da derbas dibin. Bi şeklê ku di wan qeyda da derbas dibe emê li jêr navê wan kesan binvîsin

1-      Reîsê serhildankara, Şêx Se’îd.

2-      Qûmandanê cephê Varto û Muşê, Şêx ‘Ebdullahê Melekanî.

3-      Reîsê ‘eşîrê kurê Halit, Kamil beg Toklîyanî, di hûcuma Vartoyê de cîh girtîye.

4-      Birê Kamil Beg, Baba Beg.

5-      Qeymeqamê milîsên kevn, qûmandanê cephê El’ezîzê, Şêx Şerîf.

6-      Qûmandanê înzibata Darahênê û amirê hizmet apaş, Faqî Hesen Fehmî. (Zanyarê Fiqhê)

7-      Ji reîsên serhildana navçeya Gêncê, Hecî Sadiq Begê Valerî.

8-      Xebatkarê cephê Palo, El’ezîz û Çabaxçûr ewê ku li ser navê dijrabera îdara Çabaxçûr bi dest xist, ji reîsa Şêx Îbrahîmê Çanî.

9-      Xebatkarê cephê Xerpûtê, Şêx ‘Elî, li ser dijrabera giranîya wî hebû.

10-   Xebatkarê cephê Xerpûtê, Şêx Celal, li ser dijrabera giranîya wî hebû.

11-   Şêx Hesen.

12-   Qûmandanê milîsê ku çûn ser Dîyarbekir û navçeya Licê Muhemmed Begê ‘Îzzet Beg, ji Xerîb.

13-   Mustefa Begê Hênî.

14-   Salih Beg.

15-   Şêx ‘Ebdullahê Çanî

16-   Şêx ‘Ûmer.

17-   Şêx Ademê Hênî, di tekya xwe da ji bo serhildanê hevcivîn kir.

18-   Qûmandanê înzibatê navçeya Madenê, Qedrî Begê Madenî.

19-   Ji Pîranê Mele Mehmûd, temsîlkarê dijrabera.

20-   Şêx Şemseddinê ji navçeya Farqînê.

21-   Şêx Îsma’îlê Termilî, propagandekarê dijrabera.

22-   Şêx ‘Ebdullatîfê Termilî

23-   Melle Emîn ji Belîkan.

24-   Hesen Begê Kurê Salîh Begê Hênî.

25-   ‘Ereb ‘Ebdî.

26-   Muhemmedê Xelîlê Qargapazarî, bi tevî sed sûwarîyê xwe girt ser Vartoyê.

27-   Kurê Hesen Suleymanê ji Şînîk, heval û kâtibê Şêx Şerîf.

28-   Mamostê gund Mele Cemîlê ji ‘eşîra Musyanê

29-   Suleymanê Umerê Hesinkar, reîsê ‘eşîra Az, bi tevî ‘eşîra xwe tevlî serhildanê bû.

30-   Kurê Şerîf Sûleyman

31-   Kâtibê Faqî Hesen, Tahir

32-   Mehmud Begê Kurê Mistefa Begê Hênî

33-   ‘Elîyê Şêx Musa, li Vartoyê bi Şêx ‘Ebdullah re dişixulî

34-   Hacî Xalitê Bolikan

35-   Tîmur Axayê Dîyadîn

36-   ‘Ebdulletîfê Kamil Begê Xinûsî

37-   Muhemmedê Mûşî

38-   Sûleyman Beg

39-   Behrî Beg

40-   Şêx Cemîlê Zorabad

41-   Yusûfê kurê Suleymanê Çebexçûrî.

42-   ‘Elî Babanê ji ‘eşîra Yamaç

43-   Xalitê Qargapazarê. Bi Şêx ‘Edullah re Xebitî

44-   Tahirê kurê Muhemmed

45-   Teyîb ‘Elî, midurê Nehyê

46-   Huseyîn Hîlmî, Qeymeqamê Çebexçûr.

47-   Çerkes Cendirme Hemîd, kurê Ûsivê xizmetkarê Şêx Se’îd.

48-   Hesenê kurê Salih, ‘Umrê wî hê 11 sal bû. Ji ber biçûkîya wî cezayê ‘îdamkirinê ji ser wî rakirin, 10 sal cezayê hepsê danê de.[5]

Xweda rehm û kerema xwe li teva ke û me jî ji xêr û bereketa wan mehrûm neke.

 


[1] Hasan Hüseyin Ceylan, Cumhuriyet dönemi din-devlet ilişkileri,  Cilt 1,  S. 390-395;       28 temmuz 1925, Şark Îstiklal Mahkemesi karar defteri.

[2] Değersiz dallarda asılmama pervam yoktur benim, Muhakkak ki Mücadelem Allah ve din içindir.

[3]  Ceylan, Cumhuriyet Dönemi Din-Devlet ilişkileri,  Cilt 1, s1. 395;  Hakimiyet i milliye, 2 temmuz 1925

[4] Abdulkadir Turan, Kürtlerde İslamî Kimliğin Gelişmesi, s. 283 

[5] Ceylan, Cumhuriyet Dönemi Din-Devlet İlişkileri,  Cilt 1, S. 373-375

Di debarê nivîskar de

Têhev

18

Gotar

Ê Berê SERHILDANA BEDLÎSÊ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.