
Ümmet ketî çi halî
Erd û esman dinalî
Ka Ömer û şêr Alî
Dest bide destê me da
Wexta me Quran berda
Dor me girt kul û derda
Dünya û axret j-herda
Xwestina me axrete
Barê giran li ser mil
Dawî nabe êşa dil
Ka tu bêje ey bilbil
Ev halê me wê çabe
Bê feyde gazîya me
Nay cî dîlxwazîya me
Dîsa hat payîza me
Nedît bihara rengîn
Âlema Îslam şîne
Ev çî heyat û jîne
Dîjmin jî mer bî kîne
Wê-b kîna xwe da bimrin
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.