DEYN Û QİRDÊ HESEN - 1

Article

Li gorî şerté heyaté însan hebunek di nava hebun û tunebunéde dijine, Xweda çawa hiş û a’qil ne weke hev bela kiriye,  rizqé însana jî ne weke hev belav kiriye. Hinek însan dewlemend, hinek jar û feqîr û hinek navend xuluqandiye. Her wekî Resülé Xweda dibéje “Xweda hinek însan bi hineka dide riziqdan” Li Dinê heger tevé însanan dewlemendbuna jîna însan dê tevlîhev biba. Heger tev feqîr û mihtacjî buna dîsa çénedibu. Lewra herdu ferê mézêna heyaté di nabéna dewlemend û feqîrade beramber e. Jibo berdewama jiyana însana mal û îmkan ne weke hev pa’r kiriye ku di vénadejî gelek sebeb û hikmet hene.

Li gorî Îslamé jibo însan nebe bar lazime bixebite. Di dema vé xebata xwe de car car bi alîkarîya  der û doré xwe mukellefe. Îslam emrê însana bi alîkarîyê dike. Dîné îslamé deyn û deyndarî helal kiriye. Jibo dan û stendina deyn hinek qeîde û qural danîne. Resülê Xweda (s) wiha ferman dike: “ Dema hun di nava xér û xweşîyé de dijinin, bi deyna yanî bi sitendina deyna  nefsa xwe nexin tatoleké.”  Mecmeuz zewaid fid deyn: c.s.

Bé guman deyn û deyndarî gelek tesîra wé li ser heyata  însan heye.  Nexasim deyndarîya esra me gelek zorîyé wé hene. Heyata însan tirş û ta’l dike, însan dixe tengezarîyê maddî û ma’newî. Berya hemî tiştî, deyn hiş û mejîyé însan tevlîhev dike. Dilé însan nerihet dike. Kesén deyndar deruwa dike, peymana xwe pék nîne. Halbukî kesé Müslüman emîn û bawerdarin. Kesé bi vî rengî hem dinya û hem jî axreta xwe mehu dike. Ji ber vé yeké Resülé Xweda di vé derheqé de wiha dibéje: “ Kesé deyndar deruwa dike, soz û peymana xwe pék nîne. Ji ber vé yeké ji deyna xwe biparézin. (yanî heta hun dikarin deyna nekin) Çungî deyn bi şevé kulu keder û bi rojé jî zülüm û zillete.” BUHARÎ

Pêşîya me gotine “xwezî xela bi ser meriv de were û meriv ne deyndar be”

Civaké esasé ticareta wan li ser selefé hatine avakirin enfilasyon téda heye. Yanî piştî demek derbas dibe pere qîymeté xwe wunda dike. Welew yekî bi qirdé hesen deynek dabe birakî xwe ye Müslüman piştî demek derbas bibe peré wî ji qîymet dikeve û tade lé té, 

Zirarek deyn û deyndarîyéyî din jî belkî kesé deyndar nikaribe deyné xwe bide. Yan jî di bin deyna de îflas bike, baz bide, yan jî bimre. Ev boy heyata axreté barekî gelek girane. Çungî li gorî Resülé Xweda me xeberdar kiriye: Kesé şehît bé pirs û hîsab wé here Cenneté encax ku deyndarbe; wé ji bo deyna pirs jé bé kirin û yan jî lazime warisé wî deyné wî bidin. Di vî warîde Resülé Xweda di hedîsa xwe de wiha dibéje: “Kesé bi deyndarî bimre di qebra xwe de girédayîye. Rehîn té girtin. Encax deyné wî bé dan ji girédanê azad dibe. Ez bi wî rebbé ku nefsa min di desté qudreta wî deye sond duxum; însanek di riya Xweda de bé kuştin û Xweda dîsa wî sağ bike û dîsa bé kuştin û Xweda dîsa wî sağ bike û dîsa bé kuştin, heta ku deyné wî neyé dan Xweda qet wî kesî naxe cenneta xwe.” KUTUBÎ SİTTE: C. 7 .s. 179

Ji ber vé yeké Resülé Xweda Müslüman ji deyna û ji deyndarîyé parastiye. Nexasin wî deynê bê sebep qedexe kiriye. Heta careké di diayé xwe de gotiye: “ Ya Rebbî! Ez ji küfré û ji deyndarîyé xwe dispérimé te. Ya Rebbî! Tu min ji deyndarîyé muhafaza bike.” Eshabé wî dema di’ayé wî yê bi vî rengî his dikin dibéjin Ya Resülellah!  Hun küfré û deyndarîyé  weke hev dibînin? Resülüllah(s) dibéje wan: Belé ez wan weke hev dibînim.” NESAÎ:c.8.s.264

Weke té dîtin ji bil zeruretén mînak nifqe, Xanî,  Zewac, Hecc, Cîhadé; kirina deyna dîné îslamé minasib nabîne. Heta xwestina pere yan malekî bi deyn ne di cîh de ye. Dîné îslamé qet misada deyné wiha nade. Çungî dîsa Resülé Xweda (s) di hedîsa xwe de dibéje: “Ji müslümana re nebin bar û giranî.” Ji xwe jibo tişté ne zerurî meriv xwe deyndar bike ne ji şanê kesé parézkare. Çungî vana ne zerurîyetin.  Ji ber vé yeké kesé Müslüman heta dikare lazime xwe nexe bin deyna, ku deyn kir jî lazime bi qasî sermîyané di desté xwe de xwe deyndar bike. Û deyné xwe di wexté wé de bide. Bi néta bide deyn bike. Dîsa di vî warîde Resülé Xweda (s) wiha dibéje: “ Piştî gunehén kebair (Yanî gunehé mezin) gunehé herî mezinî ku însan wé bi xwe re bibe qebré; ku însan deynekî li péy xwe bihéle û li miqabil wî deynî jî mal li péy xwe nehiştibe. Yanî jibo dana wî deynî tu mal li péy wî nemabe.” EBU DAWUD: 33

Di vî warî de Resülé xweda (s) dibéje. “ Kesé dewlemend ku deyné xwe di wexté wé de nede zulmé dike. Hesyeta xwe dixe bin linga û ceza heq dike.”

 Ji eshabé Péxember (s) Ebu Qetade dibéje: Li Medîné rojeké yekî deyndar mir. Cenazé wî şuştin û jibo niméja ser meytê wî anîn mizgefté. Resülé Xweda gote me, ez niméja ser meyté wî nakim hun bikin, lewra ev kes deyndare. Min got Ya Resülellah! Ez deyné wî li xwe digrim, ezé deyné wî bidim. Li ser vî awayî Resülé Xweda rabu niméja ser meyté wî kir.

Ji xwe dîsa Resülé Xweda dibéje: “Her kî bi nîyetta nedané deyna bike , roja meşheré wê bi sîfeté dizzeka deré hember xwedayé teala.”

“Ê go dînarek ya dirhemek deyn lé hebe û deyndar bimre, ew deyné wî ji xéré wî bé dan. Çungî li meydana meşheré ne dînar û ne jî dirhem hene.” Kutubî Sîtte: c.17.s.288

Tu éş bi qasî éş û elema deyna û deyndarîyé xirab û neqenc tune ye.  Xweda buxaze e’bdekî xwe li ser ruyé erdé zelîl û feqîr bike toqa deyna dixe sutuyé wî. Di dîné Îslamé de deyn û deyndarî karekî zor xirabe. Dîgel vî qasî jî hinek deyn hene Xweda li xwe girtiye. Yanî jibo dana wan Xweda îmkana ji e’bdé xwe re amade dike, nahéle di dana van deyna de ebdé wî li xwe biheyire. Mersele weke deyné jibo cîhadé, yén Hecé yén zewacé, yén meriv xanîyekî ava bike. Belé deyné jibona van tişta Xweda îmkan û sebeba ji xwedyé wan re amade dike da ku dikaribin bi rihetî bé tengayî deyné xwe bidin. Û bi rastî jî me teva di heyata xwede belkî ceribandiye kesé jibo van tişta deyn kirine deyndar bune, di mişwarekî kin de Xweda îmkan û sebebnî qet bîr nabin amade kiriye, biriye ber lingé wan û van kesa ev deyné xwe bi şiklé herî rihet dane.

Resülé Xweda dibéje:  “ Her kî ji van her sé tişta bérî bimre diçe cenneté:

1-Kibir          

2-Gulul (yanî ku ji malé ğenîmeté yanjî ji yén civaké nedize

3- Ku meriv ne deyndar be.   (TİRMÎZÎ: 1572)

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

14

Gotar

Ê Berê GUL EZBENİ!
Ê Li Pey BI AZANÊ RE GIRIYAN XELKÊ MEDÎNÊ Û XELKÊ ME

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.