JÎYANA SEYÎD ELÎYÊ FINDIKÎ - 1

Article

                     PÊŞGOTIN

                Li medreseyên Kurdistanê yên wekî ‘Elî Herîrî,  Mewlana Xalid,  Melayê Cizîrî,  Mela Huseynê Bateyî,  Îsmaîl Bazîdî,  Şerefxanê Hekarî,  Seyîd ‘Eliyê Findikî hwd.  mitesewifên Kurdan yên mezin gihîştine û bandora wan jî li ser gelek helbestvanan çêbûye.  Di vê çarçoveyê de tesewûfê îlham daye gelek helbestvanan û di wêjeya klasîk ya kurdî de bandora tesewûfê peyda bûye. 

Seyîd ‘Eliyê Findikî jî mirovekî mitesewif û ehlî terîqet e.  Di malbateke ‘alim û sofi de hatiye dinyayê.  Di wêjeya klasîk a Kurdî de nirxekî girîng û giranbiha ye.  Di edebiyata klasîk a Kurdî de cihekî wî yê taybet heye.  Berhem û helbestên xwe bi Kurdiya Kurmancî û bi tîpên ‘Erebî nivîsiye. Di pênûsa xwe de serkeftî ye. Di temenê xwe yê bi bereket de gelek berhem amadekirine. Lê belê ji xeynî dîwana wî tu berhemên wî nehatine weşandin û çapkirin.

Dema mirov li diwana Seyîd ‘Eliyê Findikî dinihêre mebesta wî baş fam dike.  Di helbestên xwe de bi piranî li ser rewşa dinyayê û peywirên mirovan disekine.  Di berhemên xwe de herî pir li ser “Fanîbûna dinyayê,  Qebir,  Axret,  Mirin,  Dostanî,  Şêx,  Seyda,  Mela û hinek kesayetên mitesewif radiweste.  Ev mijarna yên sereke ne.

Gorî biraziyê wî serpêhatiya Seyîd ‘Eliyê Findikî ragihandiye ku em dibînin seyda ne miovekî dewlemend e.  Jiyana xwe ya rojana em karin bêjin wekî mirovekî zahid borandiye.  Ji ber ku cilekî wî tenê hebû,  çaxa cilên xwe bişuştaya ji cem mala apê xwe ji bo demekê cilek distend ku heta cilê wî yê şuştî zuwa bibe.  Heta zuwakirinê bi vî cilî îdare dikir.  Dema Seyîd ‘Eliyê Findikî li Farqînê feqetî dikir feqeyan ji bo temînkirina debara xwe li gunda zikatê digeriyan.  Lê belê Seyîd ‘Eliyê Findikî tu caran ji gundiyan zikat berhev nedikir û perwerdehiya xwe didomand.  Ev helwesta Seyda ya rast mixabin îro pir kêm tê dîtin.  Ji ber vê yekê ‘alim,  sofî û melayên vê demê bê nirx bûne û êdî ji wan re rêzdarî nayê girtin.  Li hember vê rewşa hanê em dizanin ku ‘alim,  sofî û melayên hêja û qedirbilind jî hene. Em van kesên binirx derveyî vê rewşê digrin.

Dîsa ji aliyê biraziyê wî tê gotin ku daxwaz û miraza Seyîd ‘Eliyê Findikî ya mezin ew bû ku berhemên xwe bide çapkirin.  Lê belê ji ber bê derfetiyê berhemên xwe nikaribû bide çapkirin.  Ji ber vê sedemê di saxbûna wî de berhemên wî nehatine çapkirin. Heta ku cara ‘ewil dîwana wî hatiye çapkirin.

Mirovê ku ji wêjeyê ne haydar be jî dema behsa” ‘Elî rabe! ” tê kirin teqez dizanê ku ev helbesta Seyîd ‘Eliyê Findikî ye.  Qesîdeya wî ya herî jê tê hezkirin ” ‘Elî rabe! ” ye.  Tê gotin ku Seyîd ‘Eliyê Findikî sibehekê ji xew radibe û li xwe hay dibe ku wexta nimêjê derbasbûye.  Ji ber vê yekê pir xemgîn dibe û piştre li ser vê rewşa hanê helbestekê dinivîse.  Di vê helbestê de nefsa xwe ji xwe re dike muxetab û bi vî awayî helbesta xwe dixemilîne.

Seyîd ‘Eliyê Findikî piştî temenekî bibereket di sala 1967an de wefat dike.  Li Cizîrê li taxa Qelê li cem Tirbeha Şêx Seyda tê definkirin.  Li ser tirba Seyîd ‘Eliyê Findikî ev beyta wî  ya  binavûdeng hatiye nivîsandin:

Di dunyayê heçî rabe
Feqîr û şeyx û axa be
Ji ber mirnê xilas nabe
Di şerq û hem di xerbê da 
 (Seyid Elî,  Dîwan)

BEŞA YEKEM

1. JIDAYIKBȖN Ȗ MALBATA SEYÎD ELÎYÊ FINDIKÎ

Seyîd ‘Eliyê Findikî,  di sala 1309ê Hîcrî  (1892ê Mîladî) de li Findika Botan hatiye dinyayê.  Findik nehiya Dihê ya qeza Sêrtê ye.  Seyîd ‘Elî kurê Seyîd Suleymanê kurê Seyîd Îbrahîmê kurê Seyîd ‘Umerê kurê Mele Hesenê Xetîb e.  Ev malbat bir riya Şêx Evdilqadirê Geylanî digihêje Îmamê Hesen.

Dema ku Tataran bi ser Bexdayê de girtin û işgal kirin,  kalikên Seyîd ‘Elî koç kirin,  hatin li Erzenê bi cih bûn.  Niha ji Erzenê re dibêjin “Xirabbajar. ” Ev gund dikeve navbera Misircê (Kurtalan) û Qubînê (Beşîrî).  Piştî demekê ji Erzenê re “Xerzan” hatiye gotin.  Seba vê,  dema qanûna paşnavan derket,  mezinên me,  ji me re paşnavê “Erzen” bijartine,  da ku ev nav neyê jibîrkirin.[1]

Findik li cihekî bilind hatiye avakirin û di êvaran de ji derûdora xwe ve xweş tê xuyanîn. Bi taybet dema çira û ceryanên gund tê pêxistin, gund ji dûr ve weke mûmekê xuya dike. Ji xwe navê xwe jî ji vê rewşa xwe sitendiye.[2]

            2.  KESAYETIYA SEYÎD ELÎYÊ FINDIKΠ

Kesekî zana û teb’etşair bû.  Jêhatî û bixîret bû.  Evîndarê xwendin û kitaban bû.  Ji biçûkên xwe re heziyar,  ji mezinên xwe re hûrmetkar û siyanetnas bû.  Ehlê terîqet bû.  Rîayetî heq û hiqûqê dikir.  Xwarin,  vexwarin û lixwekirinê de her dem bi qa’îde bû.  Haya paqijiya bi ser û cilên xwe hebû.  Şaşîtiya însanan ti carî li rûyên wan nedida.  Kesekî rûken,  beşaş û zehrxweş bû.  Di baxçê xwe de dixebitî.  Li hemberî heywan û tebîetê pir baldar bû.  Kesekî alim bû,  bes nûktedan jî bû.[3]

Seyîd ‘Elîye Findikî çawa ku alimekî mezin bû wisa şa’îr jî bû.  Qesîdeyên wî di nava xelkê de gelekî bi qîmet in û gelekî jî belav bûne.  Ev dîwana wî  zimanê wê gelekî hêsan e,  herkes jê fêm dike.  Bi piranî qesîdeyên wî şîret û we’z in. Zimanê wî gelekî şîrîn bû.  Gelek caran di sohbetên xwe de henek dikirin.  Ji deveran xelk dihatin cem da ku dersekê ji bo teberukê li ba wî bixwînin.[4]

3.  PERWERDE Ȗ XIZMETÊN SEYÎD ELÎYÊ FINDIKΠ

Seyid Elî zarokatiya xwe li Findikê derbas kiriye,  pêşî li cem bavê xwe xwendiye. Piştre weke adetên zeman ji Findikê derketiye û çûye Harûnan.  Harûnan ‘eşîreke cîranê wan e. Seyda li wir qederekê feqîtî kiriye. Piştre li gundê Bafê,  li cem Mela Îsmaîl,  li Kercosê li cem Mela Necmeddîn,  li Bişêriyê li cem Mela Îbrahîmê Korikî xwendiye. Piştre Seyid ‘Elî çûye Farqînê.

Li Mizgefta Behlûl Beg li cem Miftî Seyid ‘Ebdurrehman û Mela Huseynê Kiçik,  li cem Mela Yaqûb û Mela Hemid heft salan (ji 1333an heta 1340î) xwendiye.  Di van salan de dersa feqiyan daye. Dersa Farisî li cem Hecî Fettahê Hezroyî xwendiye,  herwisa Seyid ‘Elî jî dersa wî ya feraîzê (zanîna werasetê) dayê. Seyid ‘Elî îcaza xwe ji Seyid ‘Ebdurrehman standiye.

Piştî ku vegeriyaye Findikê,  demekê li cem apê bavê xwe Şêx Hesenê Findikî xwendiye û îcazeyek ‘ilmî ji wî jî standiye.  Piştî îcazê,  Şex Hesenê Findikî keça xwe Rehîme daye wî,  êdî Seyid ‘Elî bûye zavayê Şex Hesenê Findikî.  Ev îcaza ku sitandiye ji hêla hukumetê ve tehsîla mezin hatiye qebûlkirin û leşkerî nekiriye.

Seyda muddetekê li Findikê melatiya gund kiriye û dersa feqiyan daye.  Fetwayên Findikê û derdora wê,  wê demê li hêviya wî mane. Li ser teklifa Şêx ‘Ebdullah kurê Şêx Mihemed Nûrîyê Derşewî,  muddetekê li gundê Senatîyê ders daye feqiyan.

Di sala 1927an de Şêx Seydayê Cizîrê,  jibo dersdayinê,  ew dawetî cem xwe kiriye. Li Serdehlê ku gundê Şêx Seyda bû, demeke dirêj ders daye zarokên mala Şêx Seyda û feqiyên wan. Li ser xwestina ehlê Cinibrê,  Şêx Seyda destûra wî daye,  çûye Cinibrê.  Cinibrê gundekî Cizîrê ye. Seyda 25 salan li Cinibrê maye, ders daye û bi fetwan meşxûl bûye. Şêx Seyda hem îcaza ilmê,  hem jî ya xelîfetiyê daye Findikî.  Findikî xelîfê Şêx Seyda ye. Şêx Îbrahîm Heqiyê Basretî jî îcaza xelîfetiyê daye Findikî.[5]

4.  BERHEMÊN SEYÎD ELÎYÊ FINDIKΠ

            Ji xeynî Dîwana Seyid ‘Eliyê Findikî gelek berhemên wî yên din jî hene.  Mixabin bêyî dîwana wî berhemên wî yên din çap nebûne.  Berhemên Seyid ‘Eliyê Findikî ev in:

1- Dîwan

2- Der’uş-Şubuhat Fî Nezm et- Terehat (Erebî ye û li ser fikr û ramanê ye)

3- Hewaşîn ‘Ela Tefsîrî Qadî el Beydawî (Li ser tefsîrê ye)

4- Rîsalet el- Lem’e Fî Î’adetî el-Cumû’e (Li ser fiqhê ye)

5- Rîsaletun Fi Necatî Ebeweynî en-Nebiyyî (Li ser bawerî û jiyana pêxember e)

6- Rîsaletun Fî Cewazî def‘i ez-Zekatî Îla Benî Haşim we Benî el-Mutt’Elîb (Li ser zekatê)

7- Zulfeqarê ‘Elî ‘ela Reqebetî Munkîr el-Îstimdadî Mîn Nebyyîn ew Welî (Li ser ‘Eqîdêyê)

8- Hewaşîn ‘Ela Dîwan el-Cezerî ( Li ser Dîwana Cizîrî hatiye nivîsandin)[6]



[1] Dîwana Seyîd ‘Eliyê Findikî,  Nûbihar,  Stenbol, 2012,  Çapa 6. ,  r.  7.

[2] Necatê Zivingî: Stêrkên Edebiyata Kurdî, Weşanên Banga Heq,  Stenbol,  2014,  r.  325.

[4] Dîwana Seyîd ‘Eliyê Findikî,  Nûbihar,  Stenbol, 2012,  Çapa 6. ,  r.  8.

[5] Dîwana Seyîd ‘Eliyê Findikî,  Nûbihar,  Stenbol, 2012,  Çapa 6. ,  r.  9.

[6] Findikî,  h. b. ,  r.  9.

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Ê Berê Dı dadperwerıyê de ez ne kêmȋ Qeyser Nȗşȋrevan ım
Ê Li Pey NAVEROKA DÎWANA SEYYÎD ‘ELÎYÊ FINDIKÎ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.