
Şekîkê Bekî rîvayet dike: ‘’Dema kû ji Îbrahîmê kurê Edhem pirskirin û gotin: “Xwedê gotîye: ‘’Dua bikin ezê duayê we qebul bikim.’’ Em dua dikin lê belê duayê me nayên qebulkirin."
Wiha bersiv da û got: Qelbê we ji bo van deh tiştan mirîye:
Ya yekemin ewê ku we Xwedê Teala naskir, lê belê we mafê wî pêk neanî.
2- We Kitêba Xwedê Teala xwend, lê belê we pê emel nekir.
3- We îddîa düjminîya şeytan kir, lê belê we rêveberîya wî kebul kir.
4- We îddîa heskirina Pêxember kir, lê belê we rêçik û Sinneta wî terk kir.
5- We îddîa heskirina Cennetê kir, lê belê we jêre xebat nekir.
6- We îddîa tirsa ji Cehennemê kir, lê belê we xwe ji günehan dur nekir.
7- We îddîa kir ku mirin tiştekî rast’e lê belê we jê ra hazirî nekir.
8- Hun bi kêmasîyên xeynî xwe dibînin, lê belê we kêmasîyên xwe nedidît.
9- Hun rizkê Xwedê Teala dixwîn, lê belê hun jêre spasîyê nakin.
Hun mirîyên xwe vedişêrin, lê belê hun ji wan îbretê nastînîn.
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.