AŞIQÊ DÎWANE ME

Article

 

Selatullahî ‘eleyk

Ey resûlê ekreme

Selamullahî ‘eleyk

Ey 'hebibê e’zeme

 

Ey rehberê rehbera

Xatemê pêxembera

Ez qurban im ji te ra

Aşîqê diwanê me

 

Tû resûlê ekrem î

Ji qelba re merhem î

Tûyî qeptanê gemî

Dinya axret 'hewce me

 

Şev û roj-l te di gerim

Selman im Ebûzer im

Ji dil û can bawer im

Can fida canê te me

 

Resûl ez musted’ef im

Bi te bi şan û şeref im

Li dû te-b rêz û sef im

Ji dil ez ‘hizba te me

 

Wexta dikim su'hbetê

Di barî wek re'hmetê

Ez jî ‘eşq û mu’hbetê

Serxweşê meyxane me

 

Bilbilê ahûzar im

Bi şev û roj di zarim

Li ser te dîn û har im

Dil kul im wîrane me

 

Wê roja qiyametê

Ji rehberê ummetê

Dixwazim şefa'etê

Li dor te perwane me

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Ê Berê MEZNANTIYA XWEDA
Ê Li Pey BÊ ŞEK ELLAH E ELLAH

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.