JI BO RÊXISTINKARAN SIRA SERKEFTINÊ

Article

 

Mirovên rêxistinkar (Dawetvan) di rêwîtiya xwe ya dirêj û dijwar de lazime zanibe çi qas kîlometre rê li pê xwe hiştiye, gihaştiye kûderê û cê wê bighêjê çi qas maye.

Qûtê bi wî re (Qûtê manewî, teqwa, zanîn hwd.) ye ka wê wî bighîne qonaxa wî yan naghînê lazime zanibe.

Lewra rêxistin (Dawet) û rêxistinkar (dawetvan) hew tiştekî xasî bi însan tenê ye. Yanî firaxêwî însan e. Madem ev kar bi însan ve giradayiye, pêwiste ku em Însan baş nas bikin. Piştî naskirina însan lazime em xwe di eniya însan de bibinin. Lewra pêxemberê (s) me dibêje: “İnsan Eyna insan e.”

Kesê xwe nas neke gelo çawa dikare ji bo islaha hemcinsê xwe bixebite.

Dawetvan heta xwe nas neke, şert û mercên herema xwe, ya civaka di nav de dijî wê fêhm neke ne mimkun e karibe serfîraz bibe. Hela ku mersele ji bo meriv ji da’wê re însana qezenc bike; wê wextê naskirina însan bêtir biqîymet dibe.

ÎNSAN Çİ YE?

Hebûnek ji ruh û cesed bikarhatiye; xwedî xurûr, his, raman û daxwaz e, hostetiya peyv û xebatê pê re heye, zindiyekî pir li jor e.

Bi terîfeke din; însan xelîfê Xweda ye yê liser ruyê erdê, dinava hebûna maddî de hew ê kû xwedî mesulîyete.

Li gorî bawerîya îslamê însan; hebûnek destpêk û tê zanîn, di ‘alema hebunê de heyînên candar (varlık alemi)yên bê emsal e.

Însan bi ruhê xwe bi cesedê xwe karpêkekî (eser) Xweda ye yê bê emsal e. Xweda vê heqîqetê di Qûr’ana pîroz de wiha beyan dike “ Me însan bi suretê herî xweşik xuluqandiye”

Di kaînatê de her çi heye nimûneya wê di însan de jî mewcûde. Ruhê însan ji ‘alema ruha, hişê wî ji lewhî mehfûz ê xeberê dide. Xeyala wî ji alema mîsala xeberê dide.

Cewherê di kaînatê de mewcud tev di xûya wî de hene. Mûyê di cesedê wî  daristanê ser ruyê erdê, hestûyên wî teht û kevira, Xwîna di damarên wî de digere û ava ji dev û pozê wî tê ji avê ser ruyê erdê xeberê didin me.

Însan ji ruh û cesed hatiye holê. Qûtê cesed zexîrê ji erdê derdikeve, heger ne ji van zexîra be gelo gewdê Însan di kare çiqas jiyana xwe bidomîne. Mixabin qet berdewam nake. Her wiha lazime ruh jî qûtê xwe ji xweda bistîne

Însan ji bo xwe nas bike ewil lazime qaweta me jî xwe nas bike. Lewra her tişt ji mejî dest pê dike. Mejîyê însên ji du qisman tê meydanê.

Qismê hêla rastê: Malumata qeyd dike. Şikla, erda, mesafa nabêna du ciha qeyd dike.

Yê çepê jî;  ‘İlm û zanîna ziman qeyd dike.

Sê şikil mejî hene:

1—Mejîyên biçuk: Ev kesana li ser şexsa diştexilin. Filankes kîne, flankes dirêj e…

2—Mejîyên navend: Evana mersela buyera diştexilin. Wesayetamin li ser 180 diçe, xanîyê min xweşik e, zeviya min avî ye…

3—Mejîyên mazin:  Ev kesana fikra, da’wa û civaka dişteğilin. Ne xasim ji bo fikrê xwe di heyatê de bikin hakim vê xebatek çawa bikin diştexilin.

Êdî em ê ji xwe bipirsin gelo mejîyê me ji van her sê Qisma dikeve kîjan ferê:

Heger bersiva me qismê sêyem be lazime em van pirsan ji xwe bikin:

--Ji Qur’ana pîroz çi qas di hişê min de heye?

--Ez çend hedîsan jiber zanim?

--Pirtûkên ez dixwînim gelo ez ji wan fêhm dikim?

--Pirtûkên ez dixwînim ez dikarim di hişê xwe de bigrim?

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

9

Gotar

Ê Berê ÇEND DERBÛ MESEL
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.

    • Kekê peyva rêxistinkar te ji kuderê anî. Ji bo "davetçi" qet makul naye. Tu karî ji kerema min îkna bikî?₺

    Zêdetir