TOVÊ OLDÂR

Article

Di vê êsra han de xeterê li pêş ber xortê me pirin. Dê û bav hewceye pir hişyarbin. Lê belê dê û bav dema ku zarokê wan di maldebin dibêjin qey di ewlehîyêdene. Medyaya civakê, televizyon û hinek çand û hunerên beredayî zaroke me dixîne bin xeterê. Dê û bav divirde peywirêk girîn bi wan dikeve. Hevalê ê di ser medyaya civakîde carna ji hevalê ê li derve bêtir ne qenç derdikevin. Xeter carna di bîrîka me de ye, wek dupişk bi meriv dide. Mixabin xelasî jî çênabe. Hetta dê û bav pê bihese; êdî bandora van li ser zarokê wan nabîne. Piştî agir bi mal bikeve, tefandin zehmete. Êvil em nehêlin agir derkeve.

Meriv li ser olê hevalê xwe ye. Kîzu û xortê me hevalê wan kîne, çikesin hewceye meriv li ser bi sekine. Carna di televizyona de hinek hevaltî asayî tê dîtin yan jî dûxazin van tişta bi merivre bi adî bidin pejirandin. Hêşîyarî peywirek herî girînge. Dê û bav kû bihev bikevin, zarokê wan dikevin bin bandora hevalê xerab. Germa li malê nabînîn derin li derve digerin. Êdî hevalê  derve bere wan bi kûrde bibe ew u bextê wî. Ew ewladê bi hezar zahmetî hatîne mezinkirin dibin qurbana ne li hevkirina dê û bav. Mixabin dê û bav hetta xwe rexne bikin di bejin zarokê me bun qurbana hevalê xerab.

Dê û bav peywira li ser xwe ku zarokên xwe bi oldarî mezinkin bi kar bînin, ew zarok ewê li dê û bavê xwe jî xwedî derkeve û ewê li xwe ji xwedî derkeve, hetta bi hetta ewê ji welatê xwe jî bibe yekî kenc. Dê û bav hetta li çoga xwe xin ewê bi serê van sond buxin. Tevî wî cîran û merivê van jî ji vê nesla olî îstîfade bikin. Evê xwe tê xin bin sîya wan. Keç û xortê oldar wek dara fêkî bide û sîya wî jî gelek be. Ji her tiştê wan meriv istifade dike.

Tovê oldar ji meriv re dibin sedeqe ê bê davî. Hetta ku ew hebin xêru bereket li ser me kêm nabin. Nevîyê wanjî meriv tehm ji wan distîne. Tovê Oldar hebe sere meriv arame, pişta meriv arame û dilê meriv aram dibe.

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Ê Berê Me Çi Kir Me Li Serê Xwe Kir
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.