
Sî çar canê ezîz delal
Dan ber bombe û roketa
Ê nav wande wekî xezal
Xwezya dîsa roj derketa
Dayik kir qirin û hewar
Lorî lorî sed car lorî
Bi kînin dijmênê xwînwxar
Dayik bî qurban û gorî
Xeberek reş ket nav welat
Xwîn herikî ser laşê wan
Ew xwîn mîj qet nabin felat
Yek yek hatin kuştin ciwan
Ser me bombe rijya dayê
Ez ker û lal û bê deng mam
Çipkim ez malê dinyayê
Hatme kuştin ez bê reng mam
Dor wan pêça ew şekşevok
Êrîş kirin wek gurê har
Waxta roj derket bun revok
Rijya xwîna reben û jar
Hezîin bu warê Roboskî
Xort û egîdê nazenîn
Em tev bûn yarê Roboskî
Ji dilda me got ax nalin
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.