Dem dema cemaetbûnê ye

Article

 

 Êdî em ne di dema berê de ne. Berê serdestî di destê şexsekî de bû. Muftiyê wî kesî jî weke wî yekî tenê bû, fikrên wî rast dikirin û rê nîşanî wî dida. Lê niha dem dema cemaetbûnê ye. Hakim şexsekî manewî yê wisa ye ku ji rûhê cemaetê derketiye, serhişk e û ne pispor e. Muftiyê hakimekî weha jî divê ji cinsê wî be. Divê ew muftî şexsekî manewî be û ji şûrayeke bilind ya ilmî çêbûbe, da ku gotina xwe pê bide guhdarîkirin û di mijarên dînî de berê wî bide rêya rast; sîrata musteqîm. Yan na eger ew muftî kesek be, wê li hember şexsê manewî yê cemaetê bibe weke kermêşekê. Ji ber ku ev mijara girîng bêelaqe dimîne, uqdeya heyatî ya dînê Îslamê jî dixe xeterê.

 

Dem dema cemaetbûnê ye. Şexsê manewiyê ku rûhê cemaetê ye zexmtir e û di tetbîqkirina hukmên şerîetê de jî hêzdartir e. Xelîfeyê şexsî, tenê dema ku xwe biparêze wî şexsê manewî dikare xebatên xwe bi cih bîne. Ew şexsê manewiyê ku rûhê cemaetê ye eger rast be çêtir e, bi adantir û kamiltir e. Eger xirab be, hingê rewş jî xirabtir e. 

 

Qencî û xirabiya kesekî bi sînor e, lê ya civatekê ne bi sînor e. Ew Qenciya ku we li hember kesên derve bi dest xistiye bi xirabiya hundir xira nekin.

 

Ev dem dema cemaetbûnêye. Jêhatîbûna şexsan çiqas zêde be jî, li hember hêza şexsê manewî yê cemaetê têk diçe. Loma çawa ku wî birayê min yê hêja jî nivîsiye; nûra dehaya pîroz ku alema Îslamê ronî dike wezîfeyeke îmanî ye û mirov wê wezîfeyê nade ser milê mirovekî bêçare, zeîf, têkçûyî ku hevrik û dijminên wî dixwazin bi xayintî û heqaretê wî têk bibin. Eger mirov barekî wisa deyne ser milê mirovekî weha, dema ew mirov bi derbên îxanetê biheje, wê ew bar jî bikeve û ji hev belav bibe.

 

Birayên ezîz û rast, hevalên di xizmeta Qur’anî de hêzdar û jêhatî,

 

Ev dem dema cemaetbûnê ye. Girîngî û qîmet li gorî şexsê manewî ye. Divê mirov îtibar bi şexsê maddî, ferdî û fanî neke. Bi taybetî jî mirov hezarqet qîmetekî zêde bide bêçareyekî mîna min nabe. Ew milê ku nikare şeş-heft kîloyan hilgire, dema tu bi tonan lê bar bikî, wê di bin de bimîne, bipelçiqe.

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Ê Berê Çima duayê me nayên qebulkirin?
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.