Li Ser Sıtrana Ku Bi Xelîl Paşa û Şerrê Cîhana Yekemîn Ve ‘Eleqedar E

Article

RÊZENİVÎSEK LI SER HINEK SITRANÊN NÊZDİROKA ME 23   (TEW DINYAYÊ )             

LI SER SITRANA KU BI XELÎL PAŞA Û ŞERRÊ CÎHANA YEKEMÎN VE ‘ELEQEDAR E

Gelî Xwendevanên delal û bi rûmet! Her weki ku tê zanîn Şerrê Yekemînê Cîhanê bo alema Îslamê mûsîbeteke gelek mezin e. Lewra di encama vî şerrî de alema Îslamê bi sînorên sun‘î ji hev veqetiyaye û bûye xurê hêzên kledarê xerbî.

Berya Şerrê Cîhana Yekemîn bi awayeke kamil nebit jî xîlafeteke Muslumanan hebû. Muslumanan xwe di bin baskê wê xîlafetê de diparast. Mixabin di encama Şerrê Cîhana Yekemîn de xîlafet ji holê rabû, bo alema îslamê salên hezîn û bi zîllet dest pê kir. Eger Rebbê me Ellah Te‘ala destûr bide emê di vê jimara Kovara Kelhaamed de behsa Kurtejîna Xelîl Paşa û sitraneke Kurdîya ku li ser wî û Şerrê Cîhana Yekemîn hatiye hûnandin bikin.

Xelîl Paşa ango bi navê xwe yê resmî Xelîl Kut di sala 1882yê miladî de li bajarê Stenbol tê dinyayê. Navê bavê wî Abdullah Axayê Kîlli ye. Binemala wan bi eslê xwe Tirkê Gagawizê Fille ne. Rîwayet ew e ku kalikek wî yê bi navê Abdullah Axa ji bo xatirê keçeke Musluman dînê xwe diguherîne dibe Musluman û tê li bajarê Kastamonû bi cîh dibe.

Xelîl Paşa xwendina xwe ya destpêkê li Mekteba Taştepeya navçeya Fatîhê, paşê jî li Mihelle Mektebîya Abbas Axa û Hemîdîye dibe serî. Piştî xwendina destpêkê Xelîl Paşa li Eskerî Ruştîyeya Beşîktaş û Eskerî Lîseya Qûlelîyê te’lîma leşkerî dibîne. Xelîl Paşa di van salên hengama xwendina xwe ya leşkerî de dibe hevnasê fikrên xerbî û gelek kitêbên ku ji zimanên xerbî hatine tercumekirin dixwîne. Ji xwe di van salan de di nav arîstoqratên ‘Usmanî de çar fikrên muhîm hene.

Yek: Fikra Îslamî ye û xelasîya Împeretora ‘Usmanî di teslîmîyeta Îslamê de dibîne. Pêşîvanê vê fikrê Cemaleddîn Afğanî ye.

Ya duyem fikra ‘Usmanî ye: Li gorî vê fikrê xelasîya İmperetora ‘Usmanî bi yekgirtina hemî hemwalîtîyên ‘Usmanî mumkine.

Ya sêyem: Fikra xerbîbûnê ye. Li gorî vê fikrê xelasîya Împretora ‘Usmanî di her hal  û karî de bi teqlîd û meşa li, gor jîna xerbîyan mumkine.

Fikra çarem: Nîjadperestîya Tirkbûnê ye. Li gorî vê fikrê ku wek Turanîzmê tê zanîn. Li  vê fikrê yekbûna nîjadên menbea xelasîyê ye.

Tiştê muşterek ê di mabeyna van her çar ekolan de muxlafeta li dij Îstîbdadê û Ebdulhemîd e. Bes piştî ku fikra jontirka bi ser dikeve muxalifên Ebdulhemîd ji ber îstîbdada Îttîhadîyan bi çirayê li Edulhemîd digerin.

Xelîl Paşa ji van fikran herî bêtir di bin tesîra fikra xerbîbûn û tûranîzmê de dimîne û wek muqellîdeke xerbperestan berhemên vê ekolê dixwîne. Piştî ku Xelîl Paşa ji Eskerî lîseyê mezûn dibe tayîna wî derdikeve Maqedonyayê. Xelîl Paşa bi vê tayînê pirr şa dibe. Lewra ev der di wan salan de merkeza fikra xerbpersetîyê ye. Birazê wî Enwer Paşa  jî wek leşkereke wezîfedar li wir e. Herdû bi hev re li wir dibin endamê Îttîhad û Teraqî ye.

Di van salan de umrê Xelîl Paşa  li dora bist û du sala ye. Îdî Xelîl Paşa  xortekî muteheyyîc, xerbperest û maceraperest e. Li gorî fikra xwe ji bo ku îstîbdadê ji holê rake, li dij serayê serî hildide û derdikeve çiya. Lê derba ewil ji xerbîyan dixwe. Lewra niyeta xerbîyan tevlihevî û hilweşîna împeretorê ye, ne xelasîya wê ye. Ji lew gelên herêmê  piştî serhildana Îttîhadîyan jî li dij hemî ‘Usmanîyan şer dikin da ku rojeke zû azadîya xwe îlan bikin.

Piştî ku Xelîl Paşa  û hevalên xwe ji vê fikrê hayîdar dibin dikevin taqîbata çeteyên herêmê, an wan dikujin an jî derdest dikin. Di nav sînorên ‘Usmanîyan de Balqan, Rûmelî, Selanîk, Qosova ji binî ve dikelijin. Gellên herêmê ji teref hêzên koledar ê wek Ûris û Ewrûpa ve tên organîzkerin û bi saya sazîyên îllegal serî hildidin. Leşkerên ‘Usmanî jî ji bo mudaxaleyê diçin herêmê bi çeteyên dijraber re şer dikin. Xelîl Paşa  jî di şerrê Balqan de serleşkerek bijare ye.

Berya îlankirina Meşrutîyeta duyem Xelîl Paşa  bo kuştina Sultan Ebdulhemîd wek wezîfedarê Îttîhad û Teraqîyê tê sitenbôlê bes di suîqestê de miwefeq nabe. Piştî îlana Meşrûtîyeta duyem Xelîl Paşa ji bo Organîzekirina serhildana gellê Îranê a li dij Mehmed ‘Elî Şah diçe Îranê. Ji ber ku di sala 1907ê miladî de Ûris û Îngîlîzan di warê parvekirina Îranê de lihev kiribûn di Îranê de serhildanên muxalifa destpêkiribû. Di encama serhildanan de li Îranê jî qaşo hurrîyet hatibû îlankirin û meclîsa mebûsan hatibû vekirin. Bes şahê Îranê Mehmet ‘Elî Şah rişweteke mezin dide Ûris, bi alîkarîya Ûris vê meclîsê dipelişanê û serhildanê têk dibe. Bi têkçûna serhildanê re Xelîl Paşa vedigere Anadolê.

Li Anadolê rewş ne li gora dilê Îtttîhadçiyan dimeşe lewra waqi’eya 31 Adarê dest pê kiriye. Bo têkbirina serhildana 31ê Adara sala 1909ê miladî lazim e xwîn bê rêtin, ji xwe hat rêtin jî. Xelîl Pşa di vê hengamê de ji teref Talat Paşayê rêvebirê Îttîhad û Teraqîyê ve bo tesîsa emnîyeta Kurdistanê wek wezîfedarê Merkeza Ûmûmîyê Wanê tê tayînkirin bes ji ber ku li Wanê Rewş li gorî dilê Îttîhadîyan ber bi aramîyê ve ye Xelîl Paşa digel hevalên xwe diçe Taşxana Erzeromê û serhildana leşkerên Erzeromê bi siyaseteke êrênî vedimrîne.

Vemirandina hereketa 31ê Adarê wek mîladekê dibe destpêka serhildana hemwelatîyên ‘Usmanî ê xeyrîmuslîm. Gelên xeyrîmuslîm ji nû ve serhildidin û daxwaza azadîya xwe dikin. Li vir wek jêrenot hêjaye ku em bêjin: Tiştê kû Jontirkan fêm nedikir ew bû ku gur û mî nedibûn dost. Îttîhadîyan çiqas wek ruşwet rû didan xeyrîmuslîman wan bi kişkişa hêzêm koledar tiştên zêditir dixwest. Di encamê de gelên xeyrîmuslîm jî ‘Usmaniyan veqetiyan û her yek ji wan bû dewletek taybeta serbixwe. Fransa û îtalya jî li Efrîqa li cîhên wek Tarablusxerb, Binxazî, Tunûs, Cezayîr, Lîbya û.. hwd derîyê şer li ‘Usmaniyan vekiribûn. Xelîl Paşa û hevalên xwe di vî şerrî de jî cîhê xwe ê taybet girtibûn.

Piştî şerrê  Efrîqa îcar li herêma Balqan derîyê şer li ‘Usmanîyan vebû. Dewletên Balqan ê wek Sırp, Qeredax, Bulxar û Yûnan û hwd bi giştî li dij ‘Usmanîyan ketin şerr. Xelîl Paşa di vî Şerî de jî cîhê xweyê taybet  digre. Di encama vî şerrî de herêma Balqan bi giştî ji dest ‘Usmaîyan çû. Bi rastî ev mesele dûvdirêj e, di vî warî de gelek xebatên musteqîl hene. Em vê meselê hewaleyî wan xebatan dikin û tên ser şerrê Cîhana yekemîn.

Her wekî ku tê zanîn piştî êrîşa Enwer Paşa a li ser Bab-i ‘Elî ku di 23 Kanûna Paşîna sala 1913ê miladîde pêk hat Îttîhadî çun ser text, di sala 1914ê miladî de İmaperotora ‘Usmanîyan bi xeyreta rêvebirên Îttîhadîyan ê bi navê Talat Paşa, Enwer Paşa, Cemal Paşa yên xeyalperest û nîjadperest li rex Elmanan daxîlî Herba Cîhana Yekemîn bû.

Piştî ku derîyê Herba Cîhana Yekem li ‘Usmanîyan vebû dewleta ‘Usmanî mecbûr ma ku li çar terefê sînorê xwe bikeve eniya şer. Di vî şerî de Xelîl Paşa jî di herêma Kurdistanê de wek serkirdeyeke ‘Usmanîyan li Îran, Iraq û Wanê dibe serleşekerek leşkerên ‘Usmanî. Ji ber ku leşker kêmin Xelîl Paşa gelên herêmê jî ji bo berxwedanê Organîze dike.

Di wan salan de Ermen jî pişt li ‘Usmanîyan girê didin û bi Muslumanan  re şerr dikin. Ji lew gelên Musluman bi Ermenan re dikevin şerr. Di vî şerrî de hem hêzên Musluman hem jî Ermen gelek caran qetlîamên li dij exlaqê  herbê pêk tînin. Di şerrê Ermenan ê ku li herêma Kurdistanê pêk dihat de Alayîyên Hemîdî bi fermana ‘Usmanîyan hereket dikirin. Eger di şer de hereketeke xeyrî însanî ji hêzên Musluman peyda biba ‘Usmanîyan hema guneh dixist ustuyê çend Kurda û destê xwe ji gunehbarîyê dişûşt. Hal ku ev hale wan Kurda jî bi emrê ‘Usmanîyan hereket dikirin.

Xelîl Paşa di hengama wezîfa xwe ya li Wanê de dibe Yarbay û bi siyaseteke xerîb carna gel li dij Ermenan teşwîqî şer dike, carnan jî eger ku hereketê hinek Kurdan muxalifê siyaseta xwe bîbîne wan ji holê ra dike. Carnan jî berê Ermenan dide Kurda û li rex wan kurdên navdarê şervan ji holê radike. Wek minak şervaneke hêja, mêrxaseke meşhûr Şekir Axayê Nordizî bi vê siyaseta Xelîl Paşa digel kurrên xwe ji holê tê rakirin.

Di şerrê cîhana yekem de hêzên Xelîl Paşa li herêmên wek Wan, Îran, Sêrt û İraqê bi Ûris û Îngilîzan re şerr dikin. Bes Xelîl Paşa şohreta xwe ya herî mezin li Iraqê di şerrê Qut-ul ‘Emmare de bi dest dixe. Lewra di vî şerrî de hêzên ‘Usmanîyan di bin emrê Xelîl Paşa de bi hezaran leşkerên Îngilîzan dikujin û teqrîben sêzdeh hezar leşkerên Îngîlîz jî dîl tên girtin.

 Paşê di nav Ûris de Şoreşa Bolşewîkan pêk tê û leşkerê Ûris dev îşxala welatê Muslumanan ber didin û li ser sulhê vedikşên. Vekaşindina Ûris a li ser sulhê bit jî mêranîya vê vekişandinê di zihnê gel de ji Xelîl Paşa re dimîne. Ji xwe leşkerên Xelîl Paşa jî gelek westîyayî ne. Ji lew Xelîl Paşa ji Şêx Mehmûd berzenci re nameyek dişîne, wî wek emîrê Kurdistanê ê herêma Silemanî, Kerkûk, Rewandiz û…hwd tayîn dike. Bi qasî ku ji bîranînên Xelîl Paşa tê fêmkirin ev siyaset tenê ye. Ne ku Xelîl Paşa azadîxwazê Kurda ye.  Lewra roj teng e, şerr giran e, lazime cephe bê sivikkkirin. Ev biryara Xelîl Paşa bo îstîfada ji hêza Şêx Mehmûd e.

Piştî ku ‘Ûris dev ji şerr berdide û ji Şerrê Cîhana Yekem vedikşê Xelîl Paşa li herêma    qafqasyayê digel Enwer Paşa qaşo bo azadîya Tirka û hakimkirina fikra Turanizmê dixebite. Bes herdû jî bi ser nakevin. Piştî ku şerrê Cîhana yekem bi dawî dibe û li Anadolê berxwedana li dij dagirkeran dest pê dike Xelîl Paşa derbasî Anadolû dibe û alîkarîya vê serhildanê dike û paşê bo xebata lobîyê diçe Mosqowayê. Wexta ku Cumhûrîyet tê damezrandin û hevfikrên Xelîl Paşa diçin ser hukum ew jî tê di nav sefê wan de wek keseke sekuler cîhê xwe digre.

Xelîl Paşa bi xwe keseke araqxwir û sekuler bit jî di sitarneke Kurdîya ku li ser wî hatiye hûnandin de wek qehremaneke hatiye wesifandin. De kerem kin em bi hev re guh bidin sitranbêjê xwe. Bila ji me re bi nuhurîne.

 

Îmdaa…d

Hayê îmdaaa…d

Îmdad hayê hayê hay liminê

Ağawo bila tu hebî

Maqûlo bila tu hebî

Rebbul ‘alemînê mezin alîkarê dînê me bî

Hey lê lê lê, hey lê lê lê ku hey lê lê

 

İmdaaa…d

Şereke li me qewimî

Li Îranê kola ser elmasê

Li giran û girtepe ye

Serê mi bi xulama serê Xelîl Paşa

Xelîl Paşa Paşakî serkirde ye

Şad û şûdê Xelîl Paşa

Çawîş onbaşı

Li darê dinê gelek zêde ye

‘Hecî baba min bala xwe dayê

Berê xwe daye birek eskerê kafirê Ûris

Serê nêçelîkê wan birî

Bir û da ber çolix û çocixê xwe ye

 

Hayê berdê, hê hê de berdê berdê berdê … ax û wax

Were tu darê tivingê bigre

Qawîşê mawîzerê girê de

Eskrê Xelîl Paşa giran e

Bi sê qola li Gelîyê Kopê ne

Hayê li miii…n, hayê li min

Maye li bendê

Wayê wayê wayê waaax …..

 

İmdaaa….d

Şereka li me qewimî

Li kurana Îranê

Li ser elmasê, li ser giran û xwîse

Hele bala xwe bidê

Serê mi bi xulma serê Xelîl Paşa

Paşakî bi namûs e

Wayê wayê …..wayê li miiii….n

 

Îrooooo….y

Şad û şûdê Xelîl paşa, çawîş û onbaşî

Di dara dinê de pir gelek in

Berdabû birrek eskerê kafirê Salîm Osko

Hela bala xwe bidê dîsa

Na wele firqa alaya Ûris e

Hayê li min hayê hayê tu berdê

 

Axawo tu berdê

Maqûlo tu berdê

Darê tivingê li erdê de

Qawîşa mawîzerê girane

Bi sê benda li ser mila girê de

Eskerê Xelîl Paşa girane

Bi sê qola li gelîyê Kotolê

Hayê li min, hayê li min

Maye li bendê

Wax wax û heywaaa….x

Gelî xwendevanên delal! Li vir rêzenivîsa me a bi navê “Tew Dinya” beşa bist  û duyem jî bi dawî bû. Bo agahîyên berfireh hûn dikarin bîranên Xelîl Paşa bi xwe bixwînin. Bîranîn wî di nav weşanên Weşanxaneya Tîmaş bi navê Kutü'l Amare Kahramanı - Halil Kut Paşa'nın Hatıraları” hatiye weşandin. Me ev sitran ji ber dengê dengbêj Hecî Ebdulkerîmê Patnosê deşîfre kiriye. Eger xetayê me hebin em lêborîna xwe dixwazin.

Heta jimara dî bimînin di xêr û xweşiyê de. Em ji we re duadar in, ji duayê we hêvîdar in. Fî emanîllah.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

20

Gotar

Ê Berê Dengbêjîya Feqîyê Teyran Û Du Wersiyonên Sitrana Sînemê
Ê Li Pey ÎRO QEWÎ DERDEK LI MIN PEYDA YE

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.