ÇIRÛSKÊN XEMÊ

Article

 

min fêrî xemxwariyê bike bi dil

min ji vî ciyî hilweşîne

awêneya xuya, ber bi çavê min bixe

û tarîya dilê xeyalên min

li ber lingên min raxîne.

canê ku êşê ew stuxwar kirî

û bêdermaniyê ji rebbê xwe dixwaze

û li nava ezmanan vê êşê belav dike.

ey asûman!

ey erd û heyînên di nav de! werin

min ezmûn bikin derbarê xemperweriyê da

da bizanim

dê serkeftî bim

zimanê min

wicdanê min

dilê min

serapa

serkeftî be…?

 

aya!

li cîlweya meydanê

sîneya min weke sehrayê

ber bi daxên kezebkujîyê ve amade ye.

de were derdê min

li gulşena min nayê awazên bilbilî

nayê bêhna gulên zer û sor û keskê hişbirî…

leşkerên azar û xemê li paytexta hezîr

çewgan bi hespan in

xîret li nav edeleyê

ne me’newî ne jî maddî her nemaye

li bin barê eşkebazî nayêtên sewtên vehez.

 

huzna min û husna welat

li kûrahiya demsalên rût û tazî

hat û hilat…

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Ê Berê BO KUREKÎ VÊ SERDEMÊ
Ê Li Pey Ma ev e rêka aşiqan?

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.