SEBEBNO!…

Article

 

Berdestê nimêja ‘îşayê bû. Qur‘ana xwe danîbû ser re‘hleyê bi dengek bilind û xweş sûretek ji sûretê Kelamê Qedîm dixwend. Dengê wî wilo xweş bû te digo hêja ye ku milayaketê asîmana ji bo guhdarîya vî dengê xweş û vî Kelamê Qedim dakevin ser rûkê erdê. 

Rabû li dora xwe mêze kir. Di hundurê malê de xalî û xalîçe raxistîbûn. Wêneyek li ser dîwar di kêleka demjimêrê de dibeşirî. Ev wêne wêneya xortanîya wî bi xwe bû.

Bi dîtina wêneyê re bîranînên qirnekî wek xewnek xeyalî di ber çavê wî re derbas bûn. Heybet û xeşyeta Kelha Amed di bin siya vî wêneyî de veşartî bûn. Sal û zeman çi zû diborîn. Dem û dewran çi zû diçûn. Hey felekê, bêbextê, qol xayînê! Tu çi zû per û baskê însana dişkênî.

Wêne bû wesîla xewnek xeyalî sêdar a Kalê Şêx Se‘îd li meydanê dixwîya. Dadgeha zordestî û zulmê damezrandî bû. Jiyan ji herkesi re ‘heram bû. Şêx Şemseddîne Mala Bokarkê di meydana me‘hkemê de ji zulmê re meydan dixwend. Salih Begê Hênî sêpêkên ‘îdamê wek bilêta cennetê di pejirand. Se‘îdê Kurdî dadgeh bi dadgeh digerîya. Sîrgûn û zîndan ‘xem nebû bes bila gel bêîman û bêbawerî dinya xwe neguherîne. Sirgûn dibû mekteb, zîndan û şikeftên zinara dibûn medrese.

İstêrkên çavê wî ji jor de dawerivîn daketin xwarê. Mendîla xwe ji bêrîka xwe derxist sitêrkên çavê xwe paqij kir û bi xwe re nuhurand:

Şikeft neman ku me lê nexwend ‘ilmê Quranî

Zîndan neman ku me nekir medresa Yusufê Kenanî

Zozan neman ku me konê koçerîyê lê dananî

Kanî neman ku me avên sarên zemzemî jê neanî

Hey gidî gelo dinya gewrik! Me tiştekî ji te hilnanî

            İdî wextê nimêjê bû. Ji daweta İlahî re îcabet lazim bû. Destnimêja wî ji xwe hebû. Lewra qet bê destnimêj nedigeriya. Li gorî şîreta bavê wîyê ku di zaroktîya wî de lê kiribû û ta nuha wek guharek zêrîn di guhê wî de digeriya destnimêj sîlahê mu’mîna bû. Lê dîsa jî di her nimêjê de dubarekirina destnimêjê nûra li ser nûrê bû. Rabû destnimêja xwe taze kir û ji Sûra ku merkeza medenîyetên qedîm bû derket û berê xwe da Camîya mezin.

            Cema‘etek qelebalıx hebû. Çû ket nav refê ehlê nimêjê, milê xwe da milê wan û bi wan re sef girt. Ji xwe nimêj cîhê tefekkur û xelweta İlahî bû. Sefgirêdana di nimêjê de yekîtî û we‘hdeta ummetê temsil dikir. Ji lew wî jî bi ehlê nimêjê re nimêja xwe digel xuşû’ û ‘huzûrê bi xwendina Qur‘anê û tefekkura li ser ayetên di wê eda kir. Piştî edakirina nimêjê rabû xort û zarokên ku hatibûn camiyê pîroz kir. Lewra li gorî bawerîya wî xort û zarokên camiya digel xeml û rengê civatê wek teminata pêşeroja civatê bûn.

            Her xortekî di koşekî camîyê de çend zarok dabûn dora xwe. Hem ew fêrî Qur ‘anê dikirin hem jî we’z û nesî‘het li wan dikirin. Dilê wî pir xweş bû, kêfa wî hat, ew jî çû di goşekî camîyê de ket nav refê xwendevanên Qur‘anê. Ji bil tes‘hi‘ha kêmxeletîyên mamostê zarokan tu têkilî bi usula dersê nekir. Digel pisporîya xwe wek şagirdekî nû di goşê xwe de guhdarîya dersê kir. Piştî ku mamosteyên xort dawî li dersa xwe anîn rabû ji xorta re got:

-De kerem kin em bi hev re li ber derê camîyê çaykî vexwin. Xort li dora wî civîn û bi hev re çûn di çayxanekî de rûniştin. Bi wesîla çayvexwarinê hem we’z û nesîhet li xorta kir hem jî tecrûbeyên xwe bi wan re parvekir. Lewra xort nûciwan bûn. Ji ber ku xwîna wan di kelijî car caran hem di usûla de’wetê de hem jî di kar û barên din de mimkûn bû xeletî bikin. Ji bo têkuzkirina xeletî w kemilandin û gihaştina xorta kêmasîya herî mezin we’z û nesîhetên mezinan bû. Wî di warê dagirtina vê kêmasîyê de ev wezîfa xwe bikar anî. Hem we’z û nesîhet li xorta kir hem jî tecrûbeyên xwe bi wan re parvvekir.

İdî wext gelek derbas bûbû. Lazimbû ku herkes li mala xwe vegere. Xatir û ‘helalkirin ji xorta xwest û berê xwe da mala xwe. Riya mala wî di nav kolanên bajarê Sûra Qedîm ve derbas dibû. Ji lew ew jî ket nav kolanên Sûrê û ber bi mal ve çû. Li derî da ket hundir.

Wext dereng bû. Ji bo ku ji xêra nimêja şevê me‘hrûm nemin e demjimêra xwe li gorî wexta nimêja şevê ‘eyar kir û raza. Gelo ji tesîra wêne bû yan na ev ne malûm bû lê xewnên wî yên vê şevê ji bîranînên wî dagirtî bûn.

Di xewna xwe de geh bi kale Şêx Se’îd re derdiket meydana cengê, geh silavek li ‘Huseynê Welî dikir, geh diçû ji çiyayên Qerejda‘xê berf dianî tevlî dimis dikir û bi xorta re dixwar. Çiya bi gul û kulîlka xemilandî bû. Ji deşta Amîdê gulên sorên cûrbecûr serî hildidan. Carna jî di kolanên Sûrê de sergovendî dikir.

Lo mîro em ‘Huseynî ne lo mîro bi lo lo mîro

Em torinê Şêr ‘Elî ne lo mîro bi mîr wezîro

Lo mîro em ‘Hesenî ne lo mîro bi lo lo mîro

Em torinê Şêr ‘Elî ne lo mîro bi mîr wezîro

 

Mîro me li Kurdistanê lo mîro bi lo lo mîro

Hilda ala îmanê lo mîro bi mîr wezîro

Wek ‘Emmar û Bîlala lo mîro bi lo lo mîro

Serhilda ye bi Qur‘anê lo mîro bi mîr wezîro

Hew tedî bi zingîn demjimêrê lêda. Ji xewa şîrîn veciniqî ku wayê dibê: “Lo mîro em ‘Huseynî ne.” Demjimêra wî ya ku ji bo nimêja şevê dagirtîbû ew ji xewê şiyar kir. Rabû ji bo edakirina nimêja şevê û xwendina Kelamê Qedîm destnimêj girt. Nimêja xwe ya şevê eda kir. Re‘hleya xwe danî xwarê Qur ‘ana xwe vekir da ku bi tertîl bixwîne. Lê mîratê derî furset nedayê.

Bû reppîna derî. Qaşo welatparêz? hatibûn ber derî û nedihiştin kes derê xwe bigre. Van serserîyên welatparêz?  jîn li wan herimandin. Herroj û daxwazek. Rojkî digotin derî megrin, rojkî dîwarê xanîyan qul dikirin, rojkî tunel di binê xanîya de vedikirin, rojkî xendek dikolan, rojkî keç û qîzên xelkê bi zor ji bo çalakîyan derdixistin kolanan, rojkî digotin ‘heta ku Kurdistan azad nebe nimêj qedexe ye. Rojkî malê xelkê dişewitandin roja dî jî ‘ereba wan… Ew diçûn neyarên sed sala bi nîjadperestî dadiketin kolanan. İca dora wan bû. Bi panzêra, bi tanqa dihatin kuçe û kolan xera dikirin. Bajarê qedîm, merkeza şaristanî û medenîyeta qedîm wêran dikirin.

Herdû alîya jî dixwest ku alîkarîya wan bike lê dilê wî li ser yekî jî rûnedinişt. Li alîkî panzêra dor li me‘helê girtibû li alîyê dî welatparêzên(!) nenas sûk û bajar ji mayîn û bomba dagirtibûn. İdî jîn li vir herimî bû. Li şîreta pêxemberê xwe guhdarî kir û biryara hîcretê da.

Rabû Qur‘na xwe pêça xiste kirasê wê û bi ustuyê xwe de daleqand. Lewra ev Qur ‘an li her derî ji bo wî wek ava ‘heyatê bû. Jîn bê wê nedibû. Cil û bergên xwe yên zerûrî jî xiste bawulekî û berê xwe da ‘xurbetê. Lê dilê wî ri‘het nebû ji xwe wêne û bîranînên wî jî li paş mabûn lê bi serda jî welatê wî tarumar bûbû. Geh diçû, geh li paş xwe vedigerî û meze dikir. Hêstirên çavê wî wek baranê dibarîn. Hem digrî, hem digot:

            -Sebebno! We mala me xera kir Xwedê mala we li dinya w axretê xera ke. We derîyê me mor kir Xwedê derîyê we li dinya w axretê mor ke. Sebebno, sebebno, sebebno!

 

                                                           FERHENGOK

Re‘hle: Textikek wek kursî nîvvekirîye ku Qu‘an an jî kitêbên dî li ser tên xwendin. 

Kelamê Qedîm: Qur‘an.  

Demjimêr: Sa‘et     

Bîranîn: Xatira  

Sêdar: Dara ‘îdamê  

Dadgeh: Me‘hkeme. 

Pejirandin: Hilbijartin, qebûlkirin   

Destnimêj: Desmêj, abdest  

Xwendina bi tertîl: Bi tefekkur xwendina Qur‘anê ya li gorî qaîdeyên tecwîdê 

Çalakî: Bi Tirkî yuruyuş.  

 

Qedexe: Yasax

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Cewad Qemerî

Ê Berê
Ê Li Pey Le Bê Seyda! Hê Di Ber Qalûbelayê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.