
Ey seydayê wechê temîz
Te kûştin neyarê xebîs
Ğaye te tev dîn û îman
Bûne dijmin zalim û pîs
Da dersa îlm û Qur'anê
Weaz û şîret da her canê
Warisê pêxember bûyî
Tu bûyî xwedyê îmanê
Ey maleyê Abdülkerîm
Te kir zana Rebbê Kerîm
Bûyî mêvanê pêxember
Tu dilovan û hem helîm
Derdê ümmet dilê te da
J-bonî Allah can kîr feda
Xweda rêhma xwe li teke
Te soz û ehd dabu Xweda
Kîr tebliğa dînê mübîn
Yâre Muhammedê emîn
Dostê şehîd û siddiqa
Kîr nesîp Rabbê âlemîn
Mirna alim mirna âlem
Wek hevin nivîsand qelem
İnsallah tu bûyî şehid
Durketî ji derd û elem
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.