Çima Em Wiha Sefîl û Muflis û Zelîl Man

Article

REÇETA KURDAN- 32
HEVPEYVÎNA CIVAKA KURDAN BI SEYDAYÊ BEDÎUZZEMAN RE
Çima Em Wiha Sefîl û Muflis û Zelîl Man
M. 'EBDUSSEMED HILMÎ
Bi navê Xwedayê Rehman û Rehîm
S: - Ketiye ser zimanê xelkê sûc davêjin ser zeman. “Gelo şîkayetkirina ji zeman û dewrê nabe îhtîraza sen’etê bedî’ ku SANI’Ê ZULCELAL çêkiriye?
C: - “Naxêr, qetî ne wisa ye! Belkî me’na wê ev e: Kesê şîkayetkiroğ dibêje; ew tiştê ku ez dixwazim û halê ku kêfa min jê re tê ‘ilmê Îlahî jê re ne hazir e. ev ‘alema ku bi qanûnê Îlahî dimeşe xwestekên min qebûl nake”
“Û ‘înayeta Îlahî ku ji zeman re qanûna çêdike cewabek ku xwestekên min qebûl bike nade”
“Û ew zemanê ku bi îrada Xweda Te’ala dişuğule ne münasibe ji bo pêkhatina xwestekên min”
“Û hîkmeta Îlahî li gora meslehetên ‘umûmî hatiye sazkirin, şu’ûnatên Îlahî ji bo fêda ‘alemê kar dikin, ew jî bi xwestekên min ne razî ne.”
“Ji ber van her çar sebeban bi muhendisiya ‘eqlê me û bi iştaha hewesên me vê ‘alema mexlûqa ji qudreta Îlahî nikare tiştê em dixwazin ji me re jêke.” Ji bo merev tişkî bi dest bixe îştah û hewes bi tenê ne bes in. Heger alîkariyû îrada Rebbê ‘alemê nebe bi ‘eqlê xwe û bi zanebûna xwe merev nikare xwestekên xwe biqurufîne. Heger Xweda bê riza xwe tişkî ji van xwestekan bide jî însan nikare wî di destê xwe de bihîle, heger ew tişt ji destê wî bikeve însan nikare wî ji erdê rake, çimkî Xweda pê ne rezi ye.”
“Belê ji bo ku şexsek hewesa xwe bişkîne daîrekî ku purr fire û mezin e nayê sekinandin.” Ev kâinata bi vê mezinayiya xwey ‘ecêb ji bo hinik xwestekên ku ne münasibê qanûnên wêne nabe ku gerra xwe biguherrîne.
S: - “Gelek ‘alim û şa’ir hene îdarevanên zemanê xwe di dereca îfratê de medih kirine. Hal ew e ku tu gelekî wan îdarevanan zalim dibînî. Dêmek wan ‘alim û şa’irên ku wan medih kirine ne qenc kirine.”
C: - وَلَوْ لَا خِلَالُ سُنَّةِ الشِّعْرِ مَا دَرٰى * بُنَاةُ الْمَعَالِي كَيْفَ تُبْنَى الْمَكارِمُ
“Yanî: Eger ne ji wan qenciyên ku ‘ilmê şi’rê dide merev bûna, wan kesên ku exlaqê mezin bîna dikin wê nizanibûna ku qencî çewa tê kirin.
Li gora vî qa’îdeyî niyeta wan ‘aliman û şa’iran, bi hîleke xweşik wan îdarevanan ji xerabiyan meni’ bikin û ji bo ku wan hînî pêşbaziya qenciyan bikin bexşîşek şa’irtiyê dane wan. Feqet bi sebeb ku ew bexşîş ji serpişta milletkî hatiye sitendin wan ‘aliman jî di zulmê gerriyane.”
“Dêmek her çiqas niyeta wan qenc bûye jî di ‘emel de ne baş kirine.”
S: - “Çima ne baş kirine?”
C: - “Çimkî wan ‘aliman û şa’iran di qesîdew hinik telîfên xwe de qenciyên qewmekî mezin talan kirine û dane destê zalimekî, wek hawê ku ew qencî wî zalimî kiribe dane nişandan.” Di telîfên xwe de qenciyên millet jimartine û ji îdarevanan re gotine “ev tev qenciyên we ne, millet ji we re minnetdar e.”
“Di vê noqteyê de bi nezanî ji zulmê re li çepika xistine.”
S: - “Em Kurd qelbê me tije cesaret e, hetta cesedê me tev tije cesaret e, hetta belkî eger ku fireh bibe bi qasî van tehtê wek çiya mezin ku bûne qel’e li dora me cesareta me heye. Û serê me tije zeka ye. Û singa me tije ğeyret e. Û bedena mew ‘azayên me tije îta’t e. Û bi qasî ku newalan bi can bikew çiyayan bi xemilîne ferdên me hene. Çima em wiha sefîl û müflis û zelil man? Û hem em di rê de jî man. Ê ku li tereqqiyê siwar bûn me ‘eciqandin û ber bi îstîqbalê ve bazdidin diçin. Milletên cîranê me ji me hindiktir û quwweta wan ji a me kêmtir e jî ji me dibuhurin. اِنَّ رِكْسَهُمْ يَغْلِبُ طاهِرَنا Yanî: “Necaseta wan bi ser paqijiya me de ğalib derdikeve” Bi her hawî di pêşiya me de ne, ev çewa çêdibe?”
C: - “Di meşrûtiyetê de hê jî deriyê tobê vekiriye û ê ku tobe dikin gelek in.” Hûn jî ger dixwazin pêşde herin û bighêjin asta cîranên xwe gerek deselata we hebe û gerek meşrûtî be, yanî gerek bi destûra Îslamî ve girêdayîbe.
“Heqê min tune ye ez bi serokê niha re bi ğeyîdim û zemma wan bikim. Ez kevirê xwe davêjim ê paş. Ger xatirê hinkan bişkê jî bira min me’zûr bibînin. Bes bira xatirê Îslamê neyê şikandin. Çimkî xatirê dîn û millet ji xatirê wan (ê ku dîn bi tişkî nahesibînin) bilindtir û bi qîmettir e.”
“Yek ji sebebê wê bi paşketina ku hûn di pirsin ev e: Hinik îdarevan û hinik milliyetfiroşên sexte ne ku bi nedurustî îddî’a fedakariya di ber millet de dikin, yan jî hinik şêxên sexte ne yên neehil ku de’wa welîtiyê dikin.”
Ji berê ve ê ku bûne sebebê bipaşketinû ‘eciqandina muslumanan îdarevanên neehl û ‘ulemaê sû bûne. Îro jî sebebê ku ‘eqîda însanan xerabûye û didin pey neyarên xwe ev herdû sinif in.
“Bes vê sunneta seyyie ku muxalifî sunneta seniyye ye jî xerabiyên zulma dewletê ne.”
Îdarevanên neehil û ‘ulema û meşayixên sû û neehil ji dewletê quwwet distînin, dewlet wan kedî dike.
S: - “Çewa” yanî?
C: - “Çimkî ji bo her milletkî hawuzkî (me’newî) heye ku di wî de cesareta wî milletî şekil distîne û tê de namûsa millet tê muhafezekirin û quwweta wî te de dicive. Ji bo her milletkî xezînekî (me’newî) heye ku di wê de sexaweta millî şekil distîne û menfe’etên ‘umûmî tên temînkirin û malê zêde tê de tê xizinkirin.”
“Ha ew herdû qismên serokan bi zanebûn yan bi nezanî di dora wî hawizî û wê xezînê de qulik milik vekirin.”
Îdarevanên xerab û ‘ulemaê sû çavkaniya şerefa millet ber bi xwe de kişandin, xezîna dewletê û malê ku millet ji bo dîn înfaq dike ber bixwe ve rijandin, di çavê însanan de muqeddesat bêqîmet kirin.
“Havêna beqaya millet û madda heyatê (xûna însanan) kişandin. Hawûz ziwa kirin û xezînê vala kirin. Ger wiha dewam bike wê dewlet bi milyaran di bin deynan de bimîne û wê helweşe.”
Amir û ‘alim nebin nabe. Bes helbijartina wan di destê millet de ye, gerek millet amir û ‘alimên xwe qenc bineqîne. Çimkî di nav wan de jî qenc û xerab hene. çewa ku sebebê pêşveçûnê ew in sebebê ji hevketin û ‘eciqandinê jî her ew in.

Di debarê nivîskar de

Têhev

31

Gotar

M. ‘Ebdussamed ‘Hilmî

  • Çima Em Wiha Sefîl û Muflis û Zelîl Man
  • چما ئەم وها سەفيل و موفليس و زەليل مان؟
  • بگوهێ قەلبێ خوە گۆداري بكن ئو بچاڤێ عەقلێ خوە بنەڕن
  • SERÊ XWE RAKIN BÊJIN TU RAST DIBÊJÎ
  • سەرێ خوە ڕاكن بێژن تو ڕاست دبێژي ئو هون ژ گۆتنا ڤێ گۆتنێڕە دەيندارن سەرێ خوە ڕاكن بێژن تو ڕاست دبێژي ئو هون ژ گۆتنا ڤێ گۆتنێڕە دەيندارن
  • HEVPEYVÎNA CIVAKA KURDAN BI SEYDAYÊ BEDÎUZZEMAN RE
  • بهەركەسيڕە مەيلا دينێ ئيسلامێ پەيدا بويە
  • NÛRA DILAN JÎ NERMÎYÛ MERHEMET E
  • هەڤپەيڤينا جڤاكا كوردان بسەيدايێ بَدِيعُ الزَّماَنْڕَه
  • Î’layê Kelîmetullah Bi Pêşveçûnê Ve Girêdayı Ye
  • ئيعلايێ كەليمەت الله بپێشڤەچونێڤە گرێداييە
  • ئەم هاي ژخوە نەمان ئو مە ڕيعايەتا تەدبيران نەكر
  • Di Dinya Me Ya Îro De Înqîlabek Dunyewî û ‘Ecêb Heye
  • ددونيا مە يا ئيرۆ دە ئينقيلابەك دونيەوي ئو عەجێب هەيە
  • Wekhevbûnî Ne Di Fedl û Şerefê de...
  • وەكهەڤبوني نە دفەضلو شەرەفێدەيە، دحقوقدەيە
  • Hurriyeta Me Wê Bibe Fecra Sadıq Ji Bo ‘Alema Îslamê
  • حوڕيەتا مە وێ ببە فەجرا صادق ژبۆ عمومێ عالەما ئيسلامێ
  • Hurriyeta Ğeyrîmusliman Şu’bek Ji Hurriyeta Me Ye
  • حوڕيەتا غەيري مسلمان شوعبەك ژ حوڕيەتا مەيە
  • HURRIYET; XUSÛSIYETA ÎMANÊ YE
  • حوڕيەت؛ خصوصيەتا ئيمانێيە
  • Hurriyeta Li Hember Însan...
  • ڕەچەتا كوردان
  • Rafiziyê Huriyetê Kolê Nefsê Ne
  • ڕافزيێ هەرتشتي هەنە ئێ حوڕيەتێ ژي كۆلێ نەفسێنە
  • Yan Xîlafeta Şer’î Yan Jî Îzmîhlala ‘Umûmî
  • يان خيلافەتا شەرعي يان ژي ئيزميحلالا عمومي
  • Em Li Şerî’etê Xwedî Derkevin...
  • ڕەچەتا كوردان
  • Hevpeyvîna civaka Kurda Bi Seydayê Bedî’uzzeman re
  • Ê Berê چما ئەم وها سەفيل و موفليس و زەليل مان؟
    Ê Li Pey

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.