Çima Du‘ê Me Nayê Qebûlkirin?

Article

Rebbê me û rebbê kaînatê Ellah (‘Ezîmuşşan) em ji tunebûnê xuliqandine û jibo ku em wî nas bikin ji me re pexember û kîtab şandine. Sedema şandina kîtab û pexemberan ewe ku insan ji nav tarîtî û zulûmata cahilîyê û şirkê xelas bibin, bal bi nûr û ronahiya imanê ve biçin… Û jibo ku ji ‘ebdîtîya ‘ebda xelas bibin, bibin ‘ebdên Xweda. 

Xwedayê Te’ala bi wasita van pexember û kîtaban ji me re emr û ferman kiriye ku ji wî pêve em ji tu kesî re ‘ebdîtî nekin û ji wî pêve gaziya xwe navêjin tu kesi. Em alîkarîye ji wî pêve ji tu kesî nexwazin. Rojê pênc wexta di limêja xwe de em dibejin  إِيَّاكَ نَعْبُدُ وإِيَّاكَ نَسْتَعِينُ ﴿٥﴾   Ya rebbî em hew ji te re ‘ebdîtîyê dikin û hew ji te alikarîye dixwazin. Xwedayê Teâlâ di Qur’ana Kerîm de wiha ferman kiriye: وَإِذَا سَأَلَكَ عِبَادِي عَنِّي فَإِنِّي قَرِيبٌ أُجِيبُ دَعْوَةَ الدَّاعِ إِذَا دَعَانِ فَلْيَسْتَجِيبُواْ لِي وَلْيُؤْمِنُواْ بِي لَعَلَّهُمْ يَرْشُدُونَ ﴿١٨٦﴾   Ey hebibê min! Ku ‘îbadê min sûala min ji te kirin; ji wan re bêje: Ez pir nêz im, ez du’aya du’akara qebûl dikim, dema ku ji min re du’a bikin yanî ji min bixwazin. Îdî bira ew bersiva min bidin û bi min îman û baweriyê bînin. Hêvî heye ku rêya rast bibinin.” Ji vê ayetê tê fêmkirin şertê qebûlkirina du’ayên me; bi îman û baweriya me ve girêdayî ye.

Resûlê Xweda di hedîsa şerîf de dibêje: “Du’a sîlaha mu’mina ye.” Îro bi milyonan mu’min di camîya de, li ser Çiyayê ‘Erefê li wî cihê ku du’a têne qebulkirin, hêsirên çe’va dirjînin û jibo ummeta Îslamê du’a dikin. Em dinêrin ne tiştek tê guhertin û ne zulma zalima ji ser me kêm dibe û ne jî musluman di dinyê de dibin xwedî peyv. Hûn zanin sebeba vêya çiye. Sebeba vêna ew e ku me terka dîne xwe kiriye. Sebeba vêna ew e ku me terka ‘emelkirina bi Qurana xwe kiriye. Sebeba vêna ew e ku terka rêya Pexemberê xwe kiriye.

Yek ji emrê Xwedê jî; emrê bi me’rûf e û nehya ji munkerê ye. Ev emrê hanê li ser her mislimanî bi qasî qûwet û zanebûna wî ferz e. Resûlê Xweda derbarê vî emrî de wiha kerem dike: “Ez sond dixum bi wî Xwedayê ku rihê min di deste qudreta wî de ye; yan hûnê emrê bi me’rûfê û nehya ji munkerê bikin, yan jî ewê Xwedayê Teala ji alî xwe de ‘ezab û ‘îqabekê bi ser we de bişîne û paşî hûn du’a jî bikin, du’ayên we nayên qebulkirin.” Ji ber ku me îro ev emir bi cih ne anîye, ‘ezab û ğezebeke îlahî bi ser me de hatiye. Tu dibê qey ‘alema Îslamê miriye, bûye cesedekî bêrih.

Ji Îbrahîm bîn Ethem (rha) pirsîne. Di heqê ayeta وَقَالَ رَبُّكُمُ ادْعُونِي أَسْتَجِبْ لَكُمْ  “Rebbê we dibêje gazî min bikin, ezê bersiva we bidim” lê bele em du’a dikin du’ayên me nayên qebûlkirin. Sebeba vêna çiye? Îbrahîm bîn Ethem ji wan re got: “Qelbê we bi sebeba deh (10) tiştan miriye, ji ber vê yekê du’ayên we qebûl nabin:

1- Hûn Xweda nas dikin û heqqê wî yê ku li ser we hûn bi cîh naynin.

2- Hûn Quranê dixwînin û pê ‘emel nakin.

3- Hûn dibêjin şeytan dijmin e û hûn hevaltiya wî dikin.

4- Hûn dibêjin em ji Resûlê Xweda hez dikin û hûn terka rê û sunneta wî dikin.

5- Hûn îddî’a hezkirina cennetê dikin û hûn jibo xwe naxebitin.

6- Hûn îddî’a tirsa ji agirê cehennemê dikin û hûn xwe ji guneha naparêzin.

7- Hûn dibêjin mirin heqq e lê hûn jê re haziriyê nakin.

8- Hûn bi ‘eyb û kêmasîyên ğeyrî xwe meşğûl dibin û ‘eyb û kêmasîyên xwe jibîr dikin.

9- Hûn rizqê ku xweda daye dixun, lêbelê hûn şukrê ni’metên wî nakin.

10- Hûn miriyê xwe bi destê xwe defn dikin, lê hûn ‘îbretê nagrin.

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Mela Fesîh Memîş

Ê Berê Serê Hikmetê Tirsa Ji Xweda Ye
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.