BÊ ŞEK ELLAH E ELLAH

Article


Îlah û Rebbê 'alem
Bê şek Ellah e Ellah
Sa'hibê 'ilm û qelem
Bê şek Ellah e Ellah

Rebbê ewwel û axir
Heqq û Batin û Zahir
Berr û Letîf û Qadir
Bê şek Ellah e Ellah

Ew e Tewwab û Xeffar
Munteqîm û el Qehhar
Bê mekan û tim şiyar
Bê şek Ellah e Ellah

El Wekîl û el Qewiy
El Metîn û el Weliy
Ê me çêkir jî xwelî
Bê şek Ellah e Ellah

'Alim û 'Hekimê ‘heq
'Edl û ‘Adil e mutleq
Ê çêkir şev û şefeq
Bê şek Ellah e Ellah

Xaliqê mexlûqata
Mubdi yê mewcûdata
Malik ê mulkiyeta
Bê şek Ellah e Ellah

Rezzaq ê Cin û Însan
Kafi yê rizqê 'heywan
Hem Re'hîm û hem Re'hman
Bê şek Ellah e Ellah

Rebbê erd û 'esmana
Xwedyê emr û fermana
Layiqê pesindana
Bê şek Ellah e Ellah

Ew Rebbul 'alemin e
Da Mû'hemmed emin e ( S.a.v.)
Şandî Qûran û din e
Bê şek Ellah e Ellah

Siltanê şerq û xerbê
Zanayê sîrr û xeybê
‘Xalibê ceng û 'herbê
Bê şek Ellah e Ellah

Wesfên esmaul 'husna
Nayên jimar bi pesna
Ê jê re 'hemd û sena
Bê şek Ellah e Ellah

Receb bi zêr û zibêr
Da pesnê Rebbê ekber
Ê îlham kir qelb û ser
Bê şek Ellah e Ellah
 

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Ê Berê AŞIQÊ DÎWANE ME
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.