EM JI XWE RE DIBÊJIN MU’MIN, KA BI RASTÎ MA EM MU’MININ?

Article

 

 

Însan çiqasî bixwaze bera bêje; ez mu’minim, ez di rêya Xwedê de me, ez ji Xwedê hez dikim; a muhîm ne ev e. Em li gotinê mirovan tenê guhdar bikin û derheqê wan de bibin xwedî fikir, wê me şaş bike. Em bixwazin di derheqê mirovekî de bibin xwedî qene’eteke rast, lazim e ji gelek alîyan de em li wî kesî binêrin. Bi şewqa ku Qur’an dide me, alîyê mirovan ku xûya nabin em dikarin bibînin û fêm bikin.

Yekî bêje, ez mu’min im û misliman im; pêşî lazim e bi rastî îman anî be. Ye’nî lazim e di derheqê hebûn û yekîtîya Xwedê Te’la de, ti şekk û şuphê negire. Dîsa lazim e yeqîn bike bi wan nav û sifatên Xweda Te’ala, kû wî ji me re gotine. Heger kû Xwedê Te’ala dibêje, her tişt min çêkirîye, bi her tiştî dizanim; dibînim; his dikim û ji her tiştî hayîdarim; lazim e mirov jî bê kêmanî bi vê bawer bike. Heger ku yek bêje; belê Xwedê Te’ala her tişt çêkirîye, lê belê nikare her tiştî bibîne, his bike; ev çawa çêdibe, tişkî wuha ne mumkine; wî kesî îman ne anîye. Lewra yek ji şertê îmanê “bawerîya bi Xwedê”ye û wî kesî ev şert bi cî neanîye.

Yek, ji Kitaba Xwedê Te’ala bawer bike, lê hew hukmekî wê jî qebûl neke, dîsa jî îmana wî jê nayê qebûlkirin. (Yek heye ku îman anî be, lê belê gunehkâr be, ev ne tê de ye.) Mesela, mirovek kirina limêjê, ku emrê Qur’anê ye qebûl bike; û emrekî wêyî dî, mesela nixumandinê inkâr bike, yan jî faîzê helal bibîne; wî qet îman neanîye. Lewra mirovek, bêje ez mu’min im; lazim e ew bi Qur’anê tevî bawerîyê bîne û hukmê wê tevî qebûl bike.

Lazim e mirov, bawerîyê bi peyxemberê dawî Hz. Muhemmed (s.’a.v.) werêne, û li pey wî bimeşe; ev jî ji îcaba bawerîya peyxembera ye; kû ev jî ji şertê îmanê ye. Yek bawerîyê bi Hz. Mûsa yan jî bi Hz. ‘Îsa werîne û bawerîyê bi Hz. Muhemmed (s.’a.v.) neyîne û sunneta wî ya mutewatir înkâr bike, dîsa îmana wî kesî jê nayê qebûlkirin.

Dîsa mirovek, bawerîyê bi jîna piştî mirinê, ye’nî bi roja axretê, bi hebûna cennet û cehnemê, bi hebûna melek û cinna, ku Qur’an ji wan xeber dide, neyîne; îmana wî kesî jê nayê qebûlkirin. Wekî kû tê xuya, ruknê îmanê yek perçe ne. Ji bona kû îman bête qebûlkirin, lazim e kû yek şert jî, ji wan kêm nemîne. Ye’nî lazim e ‘eqîda yekî bêkêmanî be. Yekî ku ‘eqîda wî netemam be, çiqasî jî bejê, ez mu’min im; ew derewa dike.

Halê îmanê û halê bêîmanîyê, bi jiyîna Îslamê tê ferqkirin. Mirovek bêje, ez bi tevê şertê îmanê bawer dikim; lê belê, îcabê îmanê “ ‘îbadeta ” neke; samîmîyeta xwe nikare îsbat bike. Lewra îman, mirova sewqî ber îcabatê Îslamê dike; ye’nî, wî teşwîqî ‘îbadeta dike. Ji ber vê, însanê kû Îslamê nexe jîyana xwe, meriv yeqîn nake kû ew kes mu’mine.

Îro, meriv li wan kesê ku dibêjin, ez mû’minim, dinêre; di wan de gelek xîlafîya dibîne.   Gelek însan dibêjin, ez mu’minim; lê ‘elametê îmanê qet di wan de xûya nake. Tu dibêjî, ez mû’minim; lê belê limêj nakî; tu dibêjî, ez mu’minim; lê zekata malê xwe nadî; sihheta te li cî ye, lê rojî nagrî; îmkanê teyî çûna heccê heye, lê naçî heccê; û hem tu xwe nanixûminî; û tu li hatina xwe, xwarin û vexwarina xwe nanêrî, bê helal e yan heram e. Tu ji derewa, ji kibrê, ji ça’vnebarîyê, ji ğeybet û gelacîyê, ji zûlmêw  ji dizîyê, ji kuştina neheqî û ji zinê xwe navedî. Ka, tu li gorî çi, misliman û mu’minî. Îzahkirina vê ma mumkine gelo!

Di van demê dawî de, hevnegirtîyek û xîlafîyek mezin ku tê dîtin jî ev e: Ji derve de, wextê kû tu lê dinêrî, tu dibê qey hinek însan Îslamê dijîn: Ye’nî pênc wext limêj dikin, rojîya xwe xweşik digrin, zekata xwe didin, hecc û ‘ûmra xwe dikin, bênamûsîya nakin û Qur’ana xwe jî, her dem dixwînin. Belê hevnegirtî yû xîlafî di kû de ye?

Em zû vê îzah bikin: Ev însanên wiha, her çiqasî ji derve de, ehlê îman û Îslamê xûya bikin jî di nava xwe de nexweşînê mezin hildigrin. Li gorî îcabatê îman û Îslamê, kû Xwedêw Resûlê wî, ew fêrî me kirine, em tehlîlêkî bikin; nexweşîyê di van kesa de, em wê gavê karin nas bikin, teşxîs bikin. Bi vî awayî: Kesekî, bi rastî bawerî anî be; gotin û emrê Xwedê, li ser ê her kesî digre. Li gorî îcaba “La îlahe îllallah” ji bilî (ğeyrî) Xweda kesî îlah û reb qebûl nake. Li gori îcaba “Muhemmedu’r-resûlullah” jî, Hz. Muhemmed (s.’a.v.) ji xwe re, rêber digire; û li pey wî dimeşe. 

Xwedê û Resûlê wî, dikin xwedyê ‘eql û dilê xwe. Ji her kesî bêtir, ji Xwedê û Resûlê wî hez dikin; û ji bo wan, ew di ser her kesî re ne. Di vê mijarê de kesekî di ser wan re nagrin. Ji ber vê yekê jî ji wan kesê kû ji Xwedê û Resûlê wî hez dikin jî hez dikin; û her tim bi wan re ne, û bi wan re dijminantîyê nakin. Di vê mijarê de, vê fermana Rebbê xwe qet jibîr nakin: “Gelî bawermenda, ji Xwedê bi tirsin û bir rastan re bin!” (Tewbe:119)

Bira mu’min vêya zanibe; ku cîyê mu’min, her tim li cem mu’mina ye. Lazim e zanibe, ku mû’min wicûdek in û ew bixwe jî ‘ezayek ji vê wicûdê ye. Lazim e derdê birayê xweyî mu’min, ji xwe re derd zani be û heta jê were, alîkarîyê bi wan re bike. Vê gotina rêbêrê xwe Hz. Muhemmed, ji xwe re bike şî’ar: “Mu’min di hezkirin û dilovanî yû parastina hev de, wekî wicûdekî ne. Perçeyek wicûdê ku nexweş bikeve; perçê dî jî, pê re nexweş dikevin û bêxew dimînin.”

Mu’min, lazim e zanibe ku heqq û batil, di tevê dîrkokê de, bi hev re şer dikin. Hem lazim e mu’min li pêş batilê, her dem hevalê heqqîyê be û lazime ticarî kêmanîyê nexe vê hevaltîyê. Lazim e, ticarî meyla batilê neke; hezkirina batilê û batilperesta nexe dilê xwe û ticarî nede pey batilê û xayîntîyê ticarî bi heqqîyû heqperesta re neke. Di vê mijare de jî mestera me ev hedîsa Hz. Muhammed (s.’a.v.)’e: “ ‘Emelê herî qenc, hezkirina ji bo Xwedê û nefret kirina jibo Xwedê ye. ” Ye’nî lazim e, qelbê me di bin emrê Xweda de be; ê ku Xweda ji wan hez dike, lazim e em jî ji wan hez bikin û ê ku Xweda ji wan hez nake; lazim e em jî ji wan hez nekin û nefretê ji wan bikin.

Îca, piştî van beyana, li van kesê ku me bal kişandî ser wan, em binêrin: Ev însan dibêjin “La îlahe îllallah, Muhemmedu’r-resûlullah”; lê belê, ev gotin, nakeve nav jîna wan û li ser zimanê wan hew peyvekî zikir dimîne. Lewra ew, nîzama Xweda û qanûnê ku Xweda ew ji bo însana danîne, qebûl nakin. Fikr û nîzamê ku însana ji cem xwe derxistine, wekî qomonîzmê û sosyalîzmê, yeqîn dikin û diparêzin. Hetta bi cahiltîyek ğerîb dibêjin; “Ez mislimanek, qomonîst û sosyalîstim!” Çi heyfe ku di van salê dawî de, mixabin di nav gellê Kurd de, însanê bi vî hawayî, gelekî têne dîtin. Ev kes, heger ku vêya ne bi qestî dikin; wê demê van kesa, bi rastî ne Îslam fêm kirine û ne komonîzm û sosyalîzm. A rast ev e kû ev kes, nebûne mu’min û nebûne komonîst û sosyalîst... 

Dîsa ev însan, xwe mu’min, hetta dîndar qebûl dikin; lê xwe nadine Xwedê û Resûlê wî. Em dibînin kû ev kes, mu’mina berdidin û bi kesê bêîman re, hetta bi neyarê Xwedê re hevaltîyê dikin. Ji dêvla li cem mislamana bisekinin, ji zelîliya halê rûhê xwe, xwe li bêdîna digrin û li cem mu’mina nasekinin.

Van kesa lazim e ‘alimê Îslamê -kû Resûlê Xwedê ji bo wan gotîye, ew warisê minin- ji xwe re rêber qebûl bikirina. Lê em çi dibînin: Em dinêrin ku di jîna wan de, ê nuqteyek Îslamê tuneye; hetta hinek ji wan, neyartîya xweyî Îslamê naveşêrin jî ji xwe re dikine rêber û serok. Di dawîya vê de jî dikevine nav hereket û lebat û hizbê ziddê Îslamê, ku van rêber û serokan ew saz kirine.

Kesê mu’min, heger ku bide pey rêber û serokekî, lazim e li hereket û lebat û hizba wî rêber û serokî jî binêre. Kâ gelo, fikrê ew diparêzin, Îslamî ne yan ne Îslamî ne? Heger ew kesê ji xwe re serok girtine; jîn û jîyana wan ne li gor Îslamê be; hereket û lebat û hizba wan, bernameyeke ne Îslamî dişopînin; û ev hal, wî kesê ji xwe re dibêje “ez mu’minim” ‘aciz neke û hîna jî, ji wan re xizmetê bidomîne; ew kes, bira vê bizane kû ev, halê ğeflet û delaletê ye. Dixwazî, tevlî limêjê şevê, bera ti roja limêjek lê neçe û biroj jî bera rojî bigre; dîsa jî ev, wê jê neyê qebûlkirin. Çiqasî bixwaze, bira bêje “ez mu’minim”; bi vê, kare hew xwe bixapîne.

Dîsa em dibînin, ew kesê ji xwe re dibêje “ez mu’minim”; lazim bû ku tevê mu’mina, wekî azayê bedena xwe dîtibaya. Lê ew çi dike? Ew, kesê ji qewm û bavik û ‘eşîra xwe tenê digre. Em dibînin, ew dikevine nav hereketê qewmîyetperesta û bi van hereket û lebat û hizbê kû fikra wan batil e, alikârîyê dikin. Çi heyf e kû ev sed sal e, gelek kesên ji ‘Ereb û Faris û Tirk û Kurd ketine vî halî; kû ev, halê ğefletê ye. Ê ku xizmetê ji vê nexweşîya pir taluke re -kû ‘alema Îslamê ker ker dike- bike;  hîna jî yeqîn bike kû Xwedê wê lê bibore; ev dide nîşan kû em di derheqê îman û Îslamê de, ne xwedî zanebûneke rast in. 

Encama gotina me ev e; ku mu’mintî, mislimantî ew e; kû meriv bê şert û şûrt, îcabatê îman û Îslamê qebûl û tetbîq bike. Dîn, dînê Xwedê ye; ê kû qa’îda datîne Xweda ye. Di jîna xwe de, qismekî ji Qur’anê, em qebûl bikin û qismekî jî, em înkâr bikin; ev, ne li gorî rêya Xweda ye. Ji bo ‘emelê me ber bayê neçe û em xelas bibin; lazim e ‘eqîda me temam be; alîyê me, her dem alîyê Xudê be; û ‘emelê ku em dikin, tenê ji bo Xwedê be. Peyva dawî, disa a Xwedê Te’ala ye:

“Ma vêca hûn qismekî ji Kîtabê (Qur’anê) bawer dikin û qismekî jê inkâr dikin? Ji we, ê kû wûha bike, cezayê wî li dinyayê riswatî ye; roja qîyametê jî avêtina ‘ezabê herî dijwar e. Ellah Te’ala, ji kirinê we, qet ne bêxeber e. Ha evana, ew kesên kû hemberî axretê, ê dinya ji xwe re kirîne. Êdî, wê ne ‘ezabê wan bê sivikkirin û ne kes li wan wê xwedî derê.” (Beqere: 85-86)

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

18

Gotar

Ê Berê MEHRÛMÊ REMEZANÊ
Ê Li Pey ÊŞA GİRAN

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.