
Hey lo hostê dîwara
Kevir hildab berwara
Li ser lod û kewara
Ta alifê dewara
Hela bîna xwe berde
Çayek teze bi serde
Wan qedeha têwerde
Qet nebêje di berde
Xwezya ewan şagirta
Bennik mezro bigirta
Kefik çakûç hilgirta
Bi xerç navrek dagirta
Palde li ber sederê
Ji eywan û deverê
Guh bide vê xeberê
Ma kar naçe seferê
Mêzîna dîwarê te
Lêkirna her carê te
Qebalew tev barê te
Ma neb şakûl karê te
Madem dibêjî rast e
Firavîna te b-mast e
Sênîka xwe alaste
Guhdarke gelî hoste
Mêzîn çawa şakul e
Heyat bi çi maqûl e
Bi Muhammed Resûl e
Yan na pûç û kaşûl e
Ey hostê qenc zana zor
Dîwarê te qor bi qor
Lêkirna te hawîrdor
Lê danî mesterew mor
Kevrê çengê te ‘edland
Weka neqşê niqirand
Çiqas bi zexm te lefand
Te navê xwe biriqand
Heger te çaydanka xwe
Danîbe ber çoka xwe
Berî vexwarina xwe
Guh bide birakê xwe
Îja sînorên Xweda
Li ber guneha tevda
Dîwarin weka benda
Ji bona hemî ‘evda
Bendin hemî j-îmanê
Ji bo neke ziyanê
Dûrbej zulmê l-cîhanê
Paqij herî mîzanê
Heyfe em nakin debir
Ber derbê pîjik kevir
Îja d-‘ezab û agir
Kî kare bike sebir
Ey gelî xwendevana
Maqûl û sermiyana
Dost û nas û mêvana
Hoste bese bi vana
Herçî hazirê civat
Ji her aliyê welat
Li Muhammed di heyat
Dekam bînin selewat
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.