LEHZE LI ME BÛN MAH Û SAL

Article

 

Sotin li te can û cîger, vê muhbetê dîsa ‘Elî

Pirr şewitand dil wek seqer, alav dida dîsa ‘Elî

 

Alava ‘işq û mhbetê pirr zor e wllah dil ketê

Ah û enînê ulfetê kar kir li te dîs ‘Elî

 

Wellahî kul bûye kebed, sed ah û azar û meded

Sebr û sikûn hetta ebed, bar kir diçûn dîsa ‘Elî

 

Nêzing e min sî sal ‘umir kêşaye min ‘işq û sebir

Ber hev nehatin radikir ‘işqê sebir dîsa ‘Elî

 

Eywah me ev sal çarde ye, me-j can û dil bê zare ye

Roj roj muhebbet zêde ye, zêde diket dîsa ‘Elî

 

Lehze li me bûn mah û sal, yek lemhe tê sêsed xeyal

Çep hetiye min reml û fal, mêze dikim dîsa ‘Elî

 

Çerxa me dewran daye çep, ah û keder bûn sed celeb

Ceyhûn ji dil çûye Helep, Nîl daye ser dîsa ‘Elî

 

Hat ‘eskerê derd û ğeman, dil dane ber şîr û riman

Kir awiran wek pehlewan, ser te hucûm dîsa ‘Elî

 

Her xalekê çend heyder in, her zulfekê çend yawer in

Bisk têl û têl tev leşker in, hemyan hedef dîsa ‘Elî

 

Zulfên li ser mil tar û mar, weqta ku lê tê rozîgar

Her yek dibin tîrek ğedar çikyan li dil dîsa ‘Elî

 

Bejna zirav dêmê zerîf , Burhên kişandî wek Elîf

Pirr ‘aşiq in lê sed heyif, tu kuştiyî dîsa ‘Elî

 

Dîlber nivîsandin bes e, me-j gaziyan nema ses e

Meqsed me tu bêjî kes e, bo bêkesî dîsa ‘Elî

 

Lê tu bizan dê her kebed, alav bidet hetta ebed

Wellahî ta ew bit remed dê ah biket dîsa ‘Elî

 

Dîwane min daye xîtam li ser te bin sê sed selam

Hêvî ji te roja qiyam belkî bibî dîsa ‘Elî

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Mele Elîyê Botî

  • LEHZE LI ME BÛN MAH Û SAL
  • Ê Berê
    Ê Li Pey

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.