HEFT Û HEYŞT

Article

Li bin siya stêrkên şevreşa hênik, li ribaba xwe ya darîn dixist Gulîsorê. Tariyê reng û roniya gulîzeran diçilmisand. Xavik û xeftanê xwe, yekser pêça bû li ser mirî û zindiyên vê şevê. Şev qar bûbû ji bilî dengê ribaba Gulîsor û gavên Ger û Gerayê.

Şixreyên xwe ber bi bênderê ve dikişandin Ger û Gerayê. Barê milan, ling ji wan kiribû û giran giran hildikişiyan. Di bin barê şixreyan de, bi dengê ribaba Gulîsorê yê “hêk di nav dimsê de xweş e.” dimeşiyan. Û bi Gulîsorê re hemû zindiyên hişyar, ev rêzika “hêk di nav dimsê de xweş e” digotin. 

Êdî şev, zêdetir serdestiya xwe nîşan dida. Û bi tariya ti çav pê nizanin, dipêça seranserê bênderê. Heta dengê Gulîsorê jî qut kiribû. Û li ser lêvên Gulîsorê, tenê bêjeya “Hêk! Hêkê!” hiştibû. Şevê qar, tariyê sar kiribû ji deng û cenga jiyanê.

Lê dizê vê şevreşê Kumsor û Kurkesor, hîn raneketibûn. Li rastê, şop û rê digerandin her du birakên fennek. Heyşt kavir û heft mîh veqetandibûn, ji coliyê qetandibûn. Û wan ji sermiyanê xwe anî bûn bênderê. Û divê li hev par bikirana. Lê belê fennekên berê, li hev nedikirin û xirecireke mezin danî bûn, Kumsor û Kurkesor. Yekî heyşt kavir dixwaste û digote heft, yê din heft mîh dixwaste û digote heft. Belê her duyan jî li ser heft û heyştan li hev nedikir û dikirin hefteheft. Ew şeva qar û tarî, ji heftehefta wan a heft û heyştan qul bûbû. Heta Gulîsorê jî ji heftehefta wan dev ji hêka di nav dimsê xweş berda bû. Û di xew de digote; “heft! heft!”

Belê li hev nedikirin Kumsor û Kurkesor. Li ser heft û heyştan şerekî mezin danî bûn. Û heftehefta wan her zindiyên li xew rakir, miriyan ji gorê acis kir. Heta destê sibê, xew nexistin çavan. Lê çima şivan bi heft û heyşta wan nehesiyan, ne heft man, ne jî heyşt. Ne jî dengê ribaba Gulîsorê yê “hêk di nav dimsê de xweş e” ma. Yê şixreya xwe bir, kar dikir. Xwediyên heft û heyştan wunda kir.

Gulîsor (Kêzika Çirçirkê) - Cırcır böceği
Ger û Gera ( Mûrî-Gêrik) - Karınca
Kumsor û Kurkesor (Kuçik) ­- Köpek


Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Mamoste Mustefa

  • HEFT Û HEYŞT
  • Ê Berê
    Ê Li Pey

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.