ÊŞA GİRAN

Article


Şîyâr bibe ey însan,
Bese ev xewa giran!
Ğafil mayî ji Xuda,
‘Umir bûrî di xusran

Di lîskêyî daîma,
Tu j’ber vê çêbûyî ma?
‘Umir, te dî kû nema;
Bar kir te ji vê cîhan!

Serxwe çûn însan gelek,
Reş kirin dinya tevek.
Âhê geda çûn felek,
Bû ğezeb barî l’ însan!

J’qehra Xuda ev belâ!
Dinya pê bû mubtelâ
J’bo şîyarkî ğafila,
Şandî ev êşa giran!

Heyfe, camî man vâlâ!
Mehpus man em di mâla!
Gelî bira-w hevâla,
J’me xeyyîdî asîman!

Bes, ev êş Xwedê da ye;
Yeqîn çâre Xuda ye!
Ev derd, ne bê dewa ye;
Deryê Rehman e, derman!

Mâlê xwe em bi hev re,
Bikin mizgevt ji xwe re.
J’boy ev êş rabe here;
Bikin hewar li Rehman!

Îman sebr û sebat e,
Ji mer her dem necat e.
Mana li mâl, heyat e;
Ta, rabe ev îmtîhan!

Mustafa TURAN
01.04.2020

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Ê Berê EM JI XWE RE DIBÊJIN MU’MIN, KA BI RASTÎ MA EM MU’MININ?
Ê Li Pey ŞERBETA TA’L

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.