QUDSA ŞERÎF

Article

Agir berda canê me
Hêsir berda çavê me
Jan daye kezeba me
Derdê te Qudsa Şerîf

Derdê wê em kuştine
Canê me biriştine
Em di  ğema hiştine
Dilê min Qudsa Şerîf

Dermanê dilê me ye
Gula li baxê me ye
Him xan û mala me ye
Ax li min Qudsa Şerîf

Nêrîna te  bi tenê
Dilopek ava jînê
Hêja ye malê dinê
Bêkes e Qudsa Şerîf

Dema çav lê dinêre
Ğemê min pêre dere
Vî dilê min dihêre
Ax halê Qudsa Şerîf

Ji hala ketim hala
Hêsîrtîya bi sala
Ez kirme mîna kala
Ax derdê Qudsa Şerîf

Girtî me ji çar hêlan
Eşqa te ez dam pêlan
Ez kirim Memê Alan
Eşqa te Qudsa Şerîf

Sitêrka şeva tarî
Berfa ser çayê sarî
Ez kirim dîn û harî
Şewqa te Qudsa Şerîf

Wek barana nîsanê
Xeml û rewşa cîhanê
Dîsa derkev meydanê
Gula min Qudsa Şerîf

Xunava li ser gulan
Gula ‘eşqa bilbilan
Dilê min kirye kovan
Jana te Qudsa Şerîf

Ev hêsirê ji çavan
Hate xwarê bi salan
Ji axa ter be derman
Dermanê Qudsa Şerîf

Ew gerdena wek zêr e
Nikar bikire pere
Ew xelata ‘Umer e
Biha ye Qudsa Şerîf

Di nêz de leşkerê te
Wê bên Selheddînê te
Dîsa azad bikin te
Mizgîn be Qudsa Şerîf

Ev bi tenêtîya te
Ev şîn û ev huzna te
Kanî xeml û rewşa te
Ez kuştim Qudsa Şerîf

Qibla ewwel tuyî her
Derd û derman tuyî her
Taca sera tuyî her
Her dema Qudsa Şerîf

Ken nemaye l-wechê me
Kêf nakeve dilê me
Tev rabûne kulê me
Ax li min Qudsa Şerîf

Dergûşa wun bihejîn
Bi lorînê Selheddîn
Bidin ‘Eqsayê mizgîn
Mizgîna Qudsa Şerîf

Xeyala me tuyî her
Mirada me tuyî her
Evîna me tuyî her
Eşqa me Qudsa Şerîf

Bê hêz û taqet ketin
Ji qam û piya ketin
Ji ber em bihev ketin
Hêsîre Qudsa Şerîf

Siyonîstê kelbê har
Heroj xwîna me vexwar
Feryad û qîr û hewar
Hewara Qudsa Şerîf

Zikra Dawudî tuyî
Muhra Suleyman tuyî
Dewleta cîhan tuyî
Hêja ye Qudsa Şerîf

Ey nevîyê Selheddîn
Dîsa ava gula bîn
Li mîhrabê bireşîn
Mîhraba Qudsa Şerîf

Di debarê nivîskar de

Têhev

15

Gotar

Ê Berê ÎSLAMA MIN TU GULA MIN
Ê Li Pey DE WERE ÎSLAMA DELAL

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.