Di ‘Eqîde û Jiyana Civaki De Yekîtî

Article

‘Eqîda mu’mina li ser tewhîdê ava bûye. Her weha pêxembera jî her daîm diber avakirina tewhîdê de tekoşîn dane. Lazim e însan di ulûhîyet û rubûbîyetê de tu şerîka ji Xuda re çêneke û yekîtîya Xuda nas bike. Zanibe ku tu heval û şirîk ji Xuda re nînin. Her tişt û kes mihtacê yek îlahê ne. Ev îlah, ne muhtacê tu tiştî û kesî ye. Û tu kesekî weke vî îlahî nîne weke ku di sûreyê Îxlas de hatîye fermankirin.

Her wekî ku Îslam di bawerîyê de yekîtîyê dixwaze, weke vêna di jiyana civakî de jî yekîtîya mumina dixwaze. Tefrîqayê û jihevketin û pevketina mu’min

a, Îslam qebûl nake. Sûreyê ewwil yê Qur’ana Kerîm, Sûreyê Fatîhê ye. Di vî sûreyî de tu dibînî ku Xudayê Te’ala ji me dixwaze ku em bêjin: “Em hew ji te tenê re ‘îbadetê dikin û hew ji te tenê alîkarîyê dixwazin. Tu me bighîne sîratel musteqim” (Sûreyê Fatîhe 5-6) Her weha bi vî rengî di Qur’ana Kerîm de gelek dua hatine kirin ji bo hemî mu’minan. Em ji vêna fehm dikin ku Îslam bi tenê nayê meşandin. Kesê mu’min jê re divê ku bi birayê xwe yê mu’min re jiyana Îslamî bimeşîne. Ev meş jî bi yekîtîya ummetê û biratîya Îslamê çêdibe.  Ji ber vêna di tevê mes’ela de mu’min, mecbûrî hev in. Nikarin bi serê xwe bimeşin.

Îro tu li dunyayê dimeyzînî ku bûyerek çêbibe, her kesek ji ber xwe ve tiştekî dibêje. Gelek fikrên bi serê xwe, tînine ziman. Hal ew e ku wê çaxa tiştek çêbû, gelo cema’eta muslumanna ka çi dibêje, tu lê guhdarî bike û li pey bimeşe. Lazim e meriv fehm bike ku wê hingî qîmetek ji gotina meriv re çêbibe. Yan jî ew tiştê ku tu bi serê xwe tîne ziman, feyda muslumanan tê de tuneye. Belkî ew tiştê tu dibêjî, dibe sebebê tefrîqa û îxtîlafê. Di mes’elên nav xwe de yan jî di civateke biçûk de fikra şexsî dibe ku jê bê îstîfadekirin. Lê belê di mes’elê ku tesîra wê li tevê dunyayê dibe û dunya li serê xeber dide, lazim e gotina meriv gotina ya pirê muslumanan û ya cemaat û partiya muslumanan be. 

Meriv haydar be careke dî ku Xudayê Teala di sûreyê Al-î ‘Îmran di ayeta 103an de mealen weha ferman dike: “Tev bi hevre bi werisê Xuda (bi heblûllah) bigrin. Û ji hev neqetin. Nekevne tefrîqeyê” Xuda emir dike ku mu’min bi bennê Xuda bigrin û î’tîsama xwe bikin bi bennê Xuda ve, ji kufr û nîfaq û fisqê. Xuda ji me dixwaze ku em ji tefrîqayê dûr bin û berê xwe bidin yekîtî û tifaqa muslumanan. Careke din em binhêrin li jiyana Pêxember (s.‘e.w) ku wê çaxê bey’et ji muslumana distend. Muslumanê zilam destê xwe datanîn ser destê hev. Jibo yekîtî û tifaqê. Li hember neyarê Îslamê. Hem jî jibo pêk anîna emrê Xuda.

 Her weha Îslam her daîm emrê muslumana dike jibona yekîtî û tifaqê. Musluman jiber tiştnê biçûk yên dunyayî nikarin pişta xwe bidne hev. Yan jî têkevin ‘eleyhîyê hev ji ber reng, yan ziman, yan irq û dewlet û herêmê. Îslam emrê me dike di ‘eqîdê de em yek bin û li ser vê yekîtîyê jiyana civakî jî bimeşînin.

Îro jî pirsgirêkên mu’minan yên herî mezin, yek jê ku Qudsa ‘ezîz û Mescîda ‘Eqsayê di bin zulma yehûdîyû kuffara deye. Sebebê vê pirsgirêkê, jihevketin û tefrîqe û belavbûna mu’mina ye bi sebeb tiştnê dunyayî yên bêqîmet. Çareserî çiye ku esas û temelê ‘eqîdeyê çawa ava bûye liser yekîtîyê? Em zanibin ku ‘eqîde emir dike da ku di jiyana civakî de jî yekîtî û tifaq hebe. Me’rîfet ne ew e ku her yek bi serê xw e bi rêyeke ve here. Me’rîfet ew e ku meriv tev bi hev re bê tefriqa û îxtîlaf li pey rêya Xuda bimeşe. Ha hingî wê Xuda ji me razi bibe û li axretê jî cennetê wê bide me teva.

Heta nivîseke dî, bimînin di xêr û xweşîyê de.

Di debarê nivîskar de

Têhev

13

Gotar

Ê Berê NAVÇEYA ŞEMREX
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.