MEŞA LI EWRAN

Article

Li ser bîranîna Şêxmûs û Xedîce û Zeyneb, her sê zarokên şeş salî ku di 1994an de bi mayineke zaliman perçe perçe bûbûn

Bi behareke xweş, her derê xemilandibû bîna gulan. Baran nû bariya bû û erd hîn şilek bû. Bîna heyatê difûrand li rûyê mirovan. Pel û kulîlkên dar û gihayan dizê çend dilopên dawiya baranê bûn. Û zelaltirîn dilopan li germa dilê xwe girtibûn. Wek dayikên ferîşteyên xwe biparêzin, diparastin çend dilopên ser pelên xwe. Bîna baranê li derve, li kuçe û kolanan bû. Û axa li ber lingên zarokan, pişrûkî herî kom dikir. Ezman li bin lingê wan xuya dibû. Şahiya li rûyê wan, sonda tunekirinê mirinê dixwar. Şahî dikewidand li nava rojê. Şahî dijenand li ser her gotinên zimanên biçûk û lêvên biçûk. Û lihev kom kiribû zarokan ji taxê, mal bi mal.

Erd têra wan nedikir. Û çav li ewrên ezmên ên çîlspî ketin. Dixwastin şahiya xwe bigihînin heta ewrên ezmên. Ewran, bi kujekê xwe gîhandibûn çiya û sikurê. Û wekî balîfeke spî li ser çiyê bûn. Û bangî zarokên taxê dikirin. Wan jî dixwaste tevlî lîstik û şahiya zarokan bibin. Ji ber vê ji serê sikurê nediqetiyan û xwe li sikurê danî bûn.

Zarokên bi tiliyên biçûk govenda şahiyê digerandin, li ber ewrên çîlspî ketin. Û bi reftareke ciyawaz xwestin herin ser ewran. Zarok bûn û daxwazên wan, mîna wan ne biçûk bû. Û xwestin li ser ewrên çiyê, birevin û bazdin. Lewra ewrên çîlspî li hêviya wan bûn. Û divê lîska wan nêvcî nemaba.

Ji nav zarokan xwişka wan a mezin, dîdara xwe ya ligel ewran ji wan re got; “ev ewr, li ser sikurê nesekinîne. Tu her ku ber bi wan de diherî, ew jî dûr diherin. Loma li pê ewran neçin!” Lê belê zarok ketibûn rê jî. Û ewrên çîlspî li benda wan bûn. Divê bigihaştana bêtir şahî û bilindiyê. Û divê biqîrana li ser taxê, li ser hemû hevalan, biqîrana…

Ji wan sê zarok, guh nedan xwişka mezin û li dû xeyalên xwe yên pirîpak meşiyan. Û ber bi ewrên çîlspî yên qota sikurê ve hilkişiyan. Dê biçûna ser ewran. Û ji wê derê de dê li hevalên xwe binêriyana. Ji ser ewran, dê bangî hevalên xwe bikirana. Çi tişteke xweş…!

Bi kêf û lîstika li ber tat û terîşan, û bi komkirina gul û sosinan ber bi ewran ve hildikişiyan. Ne di bala wan de bû, gotinên xwişka mezin. Tenê dixwastin bigihêjin xeyalên xwe yên pirîpak. Her carê ji bo bîna xwe bistînin, li paş xwe, li jêr dinêrîn û car de ber jor hildikişiyan. Divê saeta lîstikê û hevalê xwe yên çîlspî ewran, nedana sekinandin. Carna li kulîlkên masîcank û beybûnan disekinîn û xwe digewgirandin. Lê histriyên guhniyan wan hişyar dikir. Û car de diketin rê.

Her sê zarok, xwe gîhandin qota sikurê. Lê çi bibinin! Ewr, bi dizîka reviyane ser qota çiyayê din. Û hatin ser gotina xwişka mezin. Wan jî xwe negîhande ser ewrên çîlspî yên biharê. Li berqefa tata qota sikurê rûniştin û bi ax û kulîlkan lîstin. Û carê ji jor ve li taxê dinêrîn, tax tev de çi biçûk xuya dibû. Her çiqas negihaştibûn ser ewran jî nêrîna vir pir xweş bû. Û destê xwe ji yên taxê re dihejandin, gelo dê kesek wan bibine. Û di nav re lîstika bi ax û gihayê re didomandin. Paşê ji wan yê navîn di nav tûma guhniyê de li tiştekî rast hat. Gelo ev çi bû? Ne radyoya qalikdarîn, ne jî tiştekî din bû. Di heyata xwe de tiştekî wusa qet nedîbû.

Bangî her du hevalên xwe kir. Û xwestin vî tiştî vekin, hela bê çi di hundirê wî de ye. Ji qoziyê ve kujê qabloyekê dixuya. Bi tiliyên xwe yên nazenîn, bi wê qabloyê girtin û kişandin.

Bi kişandina wê qabloyê, ewrên çîlspî reviyan, ezman tarî bû û li dora wan bayê sor rabû. Kulîlk çilmisîn û çav tarî bû. Dil rawest û şaxa şahiyê şikest. Dûxaneke reş li dorê girt. Ji hev wunda bûn zarok. Ji wan wunda bû tax û heval û masîcank. Li ser dilê xwe xwaribû birîna reş birê biçûk. Û wunda kiribû tiliyên xwe yên nazenîn, xwişka biçûk. Û ya din ne dest û ling, ne rû mabû, raba bilîsta. Li erdê ma şahî, li erdê ma ken û mirovahî li bihareke gulgîn. Tat û kevirên sikurê heliyan li ser şikestina xeyalên biçûk û dilên mezin. Şîna reş girtibû li lîstik û rûyê zarokan.

Paşê ewrên çîlspî vegeriyan. Her yekê bi mihrebanî zarokek hilgirt, wekî pelên biharê dilopa xwe ya ferîşte diparast, wan jî zarokên dilê xwe girt û parast. Û dengê wan li nav şahiya bihûştê bijart. Dengê şînê ji nav van sê zarokan guhart.

Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Ê Berê SED Û BÎST YEWRE
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.