Xefleta Me, Zulm a Zaliman û Heyfgirtina Bêtaran

Article

Îro roj, temamî dunyayê di bin musîbetek mezin de ye. Her welat, her millet û ferd ji corana ditirs e û xwe diparêzîn.

Temamê qelban de yek tirs, temamê zimanan da yek pirsgîrek heye. Ferq nema; biratî ya rastî çê nebe jî a nêzê wî şukur ava bû; însan temamî wekhevî, yek û tek bu.  Yanê tek tirs, tek çav, tek tedbîr, tek zimanEv, Hekmeta Îlahî ye, pirsgirek a cîhanê, bêtarê giran, gît ê mezin, qeda ya reş e. Xuda yê ‘Alemê me û ehl ê me, welat û ummetê; temamê dunyayê biparêz e înşallah!.

Emperyalîst û ğerbîyan, ji wê musîbetê re dibêj in “pandemî; Tirkî, salgın; Kurdî jî “bêtar, gît an jî qede-qeda” tê got in. Nava Kurd û Kurdistan de ev gotin meşhûr in; “Xwedê merivan bêtaran biparêz e! Xweda yê Alem ê temamê însanan bêtarê mezin biparêz e. Gîtê mezin re tedarîk û sebir lazim e. Gerek meriv gîtan derbas bike. Mêr, gîtên mezin de nas dibe. Dahîg ji kurê xwe re pir caran dibêj e; min qede û belayê te girto an jî min qeda girto… Qedaya qederê bê qeza nabe… hvd.

Dîroka Corona (Covîd 19): Ewwil li Çîn’ê, eyaleta Hubeî li bajarê Wuhan’ê derket. Çîn çîye; li wê derê çi çîn û nexşên jîyanê dibin? Welatê Çîn, em dîrokê de dizanin; merkeza dek û dolavan, zulm û zorê ye; welatê xarin û wxwerina kirêş e…

Çînê, tim bi dek u dolavin mezin qewmên derdorê xwe nêzî xwe kirî ye; bi qumaşên hevrîşim (îpek) û alatan kişandî ye nava cazîbeya xwe, helak kirî ye. Evana temamî dîroka nijadên cîranê wan, xisûsen jî dîroka Tirkan de mevcud in.  Li netewên zeîfan zulm, li yên qewîyan jî hîle kirin e. Xwarin u vexwerina wan; temamî tiştên heram an jî tiştên kerîkh in. Kutî û berazan, mar û mişkan, temamên kurm û kuran, şevşevok û dupişkan, temamên teyr u turan.. bi îştahek mezin dixwin. Zîna û temamên kebaîr, çand û edebîyat a wan de heye, ji mileltan re jî teşwîq dikin.

Dirokê de merkeza pir nexweşîyan; mikroba HÎV, SARS û corana.. jî disa bajarê Wuhan e. Wî bajarî de; labaratuarên veşarti ji bo istixbaratên emperyalistan hen e. Heta Emrika jî îlan kir; laboratuarên Vuhan ê re, bo hindik xebatên tarîtî, panzdeh milyon dolar zêdetir pere bexşandî ye. Xebata wan temamî tarîtî, suc u gunehên mezin in.

Bo temamên evan kebaîr, heram û xwarinên qirêj, xisûsen jî gelê musulmanan ra dibe te’de û ezîyet. Îro nêzî sed sale jî ji Tirkên Ûygûran re (Tirkîstana Şerqî) her çeşît zulmê rewa dibînin.

Merkeza korona bajarê Wuhan e. Wî bajarî de, deh mîlyon zêdetir gel he ye.  Sinayî, ticareta navnetewî pir zêde ye. Zîna û her çeşît fuhşîyat keltura Çîn, xususen jî keltura wî bajara ye. Hem xwerin û wexwerin, hem jî jîyan û disturên wî welatî; bo fuhşîyat û karên ğeyrî Îslamî zêde zêde musaîd e. Di esil de; bo evan halê ne baş, pêş coronay jî li Çînê, ba xisûs li bajarê Wuhan’ê gelek nexweşî û merezên giran mevcûdbûn; corona jî bu derdê ser derdan. Bo Xweda gotina Heqq ev e; ew musteheqq ê corona bûn lê belê gerdûn, xusûsen jî Ummeta Îslamê zêde musteheq ne bû, mazûr bû lê belê îqaza Îlahî jî wa halê dunyayê xeber da bû.

“Xwe ji qede u afata rojek wer biparêzin ku ev wexta bê, tenê zaliman nabîne; hemu kes duçar dibin”(Enfal 25)

Îro temamên dunyayê duçarê vê nexweşîya bû ye. Mezlûm û zalim.. temamî bêçare mane, her kesî tirsa corona girtî ye; her kes şaş û gêj e, bêçare ye. Çimkî her kes ji sûc û gunehên dunyayê re hissedar bû. Zaliman, zulm kir; mezlûman jî ev zulm a nebihîst, qezî nekir û nedîtin. Îro roja îmtîhînê ye. Zalim û mezlûm, zulm ûu qencî, mêranî û teresî; bo gellan medenîyet û cehalet, mezintî û qiciktî, azadî û bindestî.. ji nû de tên nivîsandin û tên naskirin, nû de tên dîtin û nû de tên tarîfkirin. Dem û dewran, ji her kesî re hodr-î meydan dibêjî.

Korona, heta kuder ê çu? Ji Çîn derket, temamên dunyayê belav bû; temamê milletan re têkil bû, tevlî bû. Edeleta we nisibetîya ewwil; welatên emperyalîstan, xwîn mijan, dîyarê redd û înkarîyan girt bin qeyd û bendan. Meğdurê herî mezîn Çîn, Emrîka, dewletên maldar û Ewrupa bû.

Dibe ku ev korona, tabîî nîne, belkî projeyek emperyalîstan e lê belê dîsa jî ev mîkroba, tesîra xwe dide temamên cîhanê. Îro, ev nexweşîya, li temamên cîhanê dibe mêvan; temamê cîhanê de hemû sektor xisarê de ne; hemû beşên piçûk, yên mezin bo jîyana xwe çareserîyan digerin; gelek jî îflas dikin. Xulesa dewletên mezin, yên emperyalîst; yên neçaran zêdetir zîyanê dibînin. Belkî jî ev corona projeyek wan e lê belê îstatîstîkên cîhanî yên tîcaretê, zîyana dewletên mezin aşkere rêdide. Dibe ku korona belkî leşkerê Xweda ye.

Nîv esr e Emerîka, Rûsya û hinek dewlemend; bi temamên hêza xwe di hola pêşesazîyê de dixebitin, pêşve çûne. Trîlyon dolar pere û pûl; ji bo xizmet a gel ê xwe nedan e; bo keşfa hîv û stêrkan serf dikin. Ev elbette ne tomet e lê belê ehwalê wanê wê bêtar û qedea corona, hem tomet e hem zîllet e hem jî rûreşîya mezin e. Pir şermên mezin kirin; dermanê corona ji hev dizîn, maske dizîn, bûn dizê sîparîşên bo tenduristî; di vê dunya 2020’an de ji bo hevûdin bune dizê dizan. Yanî ji wan dizê dizan; ji dunyayê re faîde tunne, ji xwe re jî faîda wan tunne. Ev; dizi û talan, kuştin û mirin, gelê bêçare esîr kirin û koçkirinê xweş dizanin.

Eslê de’wê, xema wan gelê wan nin e. Êxtîyar, li aramxanan ji mirinê re hatin terikandin, feqîr û hêjarê wan nikarin tedawîya xwe ên zerûrî bikin. Welatî, ji bo deweletê dijîn, lê belê dewlet, ji bo welatîyan najî. Her tişt ji bo welat feqet ji welatî re tunne xelat. Distûr ev e, heta mirin bike xebat… Miraz çi wext? Gul ê nemir bihar tê. Yabo berxwe bide…

Tirkîya; nava dewletên dewlemend de dunyayê de rêza heşdemîn de ye. Gor îmkan û qabîlîyeta xwe welatîyê xwe re xizmeta tenduristî u sağîyê de ji dewletên emperyalîtan zêdetir serkeftin û serfirazbûn rêda. Gîta mezin corona, li Emrîka, hemî dewletên koma Ewrupa belav bû şundatir hate Tirkîya yê hetta bi turîstên wan dewletan nexweşî hat welat ê me.   Welatî; bê pere maske û alatên tenduristîyê tedarîk dikin, tedawî dibin.

Vê musîbeta de; dunyayê da pir dewletên navîn, ji dewletên emperyalîstan zêdetir bo gelê xwe xizmet dan. Gelê Kurdistana Başûr; bi îmkanê xwe yên qit gelek dewletên cîhanê, ba xisus ji Emrîka û Koma Ewropa zêdetir û baştir xizmet dîtî ye. Îro tirsa ku di wan dewletan de ye, li Kurdistanê tune elhemdûlîllah!

Qed a Corona Çi Ders Da?

Wê qeda, pir zêde ders da me û temamê dunya yê. Maldar û qezencdarên dunyayê re, neçaran ra; tucar, xebatkar û teralan re, zanayên dunyayê re heta nezanan re… li gor îdraka wan dersên mezin da.

Maldar, gerek ji kedxwarin û girtinê zêdetir dayînê bikin. Bo jîyana însanan, bo îstiqrara cîhanê hesalet û hilberîn bikin; qaîde, tore û zagonên însanî her kesî zêdetir nasbikin. Her îş û karê wan gerek sinorê meşrû de dom bike. Zanayê Osmanîyan Şeyx Edebalî wiha gotî ye; “Însanan (welatî) bid e jîyandin ki dewlet bijî.” Eksê wî helaket e.

Neçarên dunyayê; gerek heq û hiqûqên xwe, sînorên xwe bizan e. Feqîr jî, qet nebe wekî zengînan evdê Xweda ye, kêmasî kasî zengînan jî Xwedê nêzik e lê belê feqîrî qeder nîn e. Gerek heyata merivan de îsraf tine be. Mezinan xweş gotî ye; nigê xwe gor orğana xwe dirêj bik e. Halê maldaran, her çi nîmet bixuye ewqas ji bo wan îmtîhan e. Hindik re şukur, bo pêşveçuyînê jî xebat lazim e. Feqîrî, belengazî, bindestî; qeder nîn e, mêrasa bav û kalan jî nîn e.

Tucar, gerek li ser kesba helal bixebit e û jêhatî be. Tiral û betal jî gerek baş bizanin; destê tal (vala), li ser zik ê birçî ye. Bo jîyana dunyayê, bo qezenckirina axîretê şuğul, ji şert zêdetir ferz e.

Vê musîbeta hanê mezin, ji zana û nezanan re; tev wezîfeya mezin dersek qedîm jî daye. Zana; hem ji bo jîyana xwe hem jî bo jîyana nezanan mesûl e. Peyxemberê Alemê, bo karê giran û teşwîşan wiha gotî ye; “Weyl li serê nezanan yek carî, lê belê weyl serê zanayan sed carî!” Nezan jî gerek baş bizan e; eger derdê xwe re tu çareserî nebînî , serê te dûman, halê te yeman dib e. Hem wê gotina ji bîr neke; serê keran, bûye xwarina guran!

Corona; hem musîbet e hem nesîhet e. Her kes, gora heqîqetê an gora dînê xwe an gora eqlê xwe yên selîm eger ji wê musîbeta ders bigre, biratî ya îqtîdar û rejimên dunyayê yên maqûl mumkîn e. Biratî ya gelên dunyayê jî muheqqeq ava dib e.

Em çawa nebin bira, çava wekhevî û cîrantîyê nekin? A va me bi çavên  xwe dît, bi eqlên xwe jî fêm kir; maldar, zordar û xwedîyên sîlehên mezin, wê bêtara giran da muflîs bûn, bê çare man; mal û milk, palukeyên mezin çare nebû; xwedîyên wan, ketin bela derdê wan. Mîr û ğulam, zengîn û feqîr, zana û nezan, merivê hîn û mulayîm.. her kes jî nexweşîya navnetewî hissedar bû; mir; her kes bê çare ma. Milk, yê Xweda’yê Alem e. Kesê ku red û înkarîya însan û nijadan dikin; kesê ku qapîtalîzm û faşîzma xwe dikin îlah; bêdadî û zulmê dikin, gerek halê xweyên hanê baş bibînin. Teyrê Ecelê, bi çi şiklê ser serê însanan digerî gerek baş bibînin. Helbet “her nefs mirin ê t’am dik e” lê belê her kes, en hindik jî ji mirinê fêm dike; herî kêm jî ji bo mirinê xebat dik e. Îstiqamet axîret e; rê dûr e, gund ğerîb e. Bo wê rîya dûr û dirêj gerek em rizq tedarik bikin.

Gerek em bipirsin; ji çi cevherê xelq bûn e, ji ku hatin, kuderê de diçin? Însan, ‘ebdê eciz in. Terîqeta me, eczîyeta me ye. Ustad Bedîuzzeman çi xweş gotî ye;

1-"Der tarîq-î Nakşîbendî lâzim âmed çâri terk

    Terk-î dunya, terk-î ‘ukbâ, terk-î hestî, terk-î terk"

2-"Der tarîq-î Eczmendî lâzim âmed çâr çîz

    Faqr-i mutleq, acz-î mutleq, şukr-u mutleq, şevk-î mutleq ey azîz" 

Bo ku gotin dirêj nebe, ji her beytekî dixwezim yek mazmûn(têgî) îzah bikim.

Terka dunya û axîretê; heqîqet neçarîyek herî mezin e lê belê “temamên mewcudat terk kirin,” teslîmîyeta Xwedîyê Mevcudatê ye, ew jî Xwedayê Alem e. Ewwil û aqîbet, “terk-î hestî;” terikandina hebûnê ye, ji qurretîyê, ji ene û kîbrê dûrketin e. Hestî, di zimanê farisî de madde ye. Ew jî heta nefs û şeytan her tişt e.

Şevk-î mutleq;jîyan e, kilîta ‘eşqa îmanê ye. Însanê ku li hember Rebbê xwe “feqîrî, acizî û şukra xwe” bizan e, ev dibe însanê kamil. Bo însanê kamil jî ‘Eşqa Xweda lazim e ku ev jî, ji “Şewqa Mitleq” ava dib e. Ev jî di lefza “laîlahe îlallah..” de tecellî dike. Qebulkirin u tesdîq kirina wî; redda temamên îlahên derewîn û fikrên şeytanîye ku ev bixwe, sîhhet û azadî ye, serhildan e, îstiqrara dunya û kaînatê ye.

Îro, li rû dunya yê, glelek îlahên derewîn peyda bûn e. Çavkanîya evan îlahan, îro Ğerb e. Rêber û kalê Ğerbîyan; ewwil Qabîl, Fir’ewn, Qarun û Haman bun. Îro, ji van tağût u meleên qedîm; materyalîzm, qomonîzm, faşîzm û serkarê wan qapîtalîzm peydah bû. Evana; ji lat û Hubel zêdetir senem in; ji Fîr’ewnan zêdetir tağût in; ji Haman zêdetir jî mele û mutref in lê belê însanên îro ji yên doh zêdetir nezan û esîrin.  

İnsan; firikî ezmanan, bo keşfa asîmanan dişuxulî feqet hafiza benî adem, tucarekî wekî îro esîr nebû, qirêj u ‘aciz nebû. Bo Beşer; derd û xerîbî ya herî mezîn îro ye. Mela yê Melan bo wê derd û fîraqê digazînî;

Derdê ğedar bi’m fîrqet e 

Fîrqet ji can pir zehmet e

Heqîqet ev e lê belê gelek însan, bo van qederê mezin şîyar nînin, esîrê ğefleta xwe ne. Ğafil, ji  derd û perîşanî ya însanan xeberdar nînin. Baş e, wî derdê xedar kê dizane?

Narê fîraq û sohtinê  Êşa xedeng û nohtinê

Pirs kin ji ‘aşiqan tenê  Feryad ji destê fîrqetê

Xulasa kelam; corona pir mezin, pir çeşît ders da ye, dide jî. Hola leşkerî, aborî, beşerî û sîyasî… her qadeki re dersên mezin hat dayîn.

Me tehdida Xuda ji bîr kir û a evdên aciz standi bû. Xwedîyê Alemê, bo tehdid û tırsa herî mezin em îqaz kirin. Hêdî tehdîda mezin; “bi mîlyonan leşker û tanq û topan nîn e. Firokên herbê, fuze û bombeyên netron, atomî û hîdrojenî jî” nîn e. Evana temamî bûn sedema qurretî, tekebbura emperyalîst, maldar û zardarên rû erdê lê bele em baş dibînin, ev hemû kesana bi mîkrobek bê tarîf û bê salix perişan in; rêşaş bûne. Ssîstema wanê tenduristî îflas kirî ye, gellê xwe, xisûsen jî belengazê xwe ji mirinê re terk kirin e. Li Emrîka yê, her roj, bi hezaran welatî dest ji jîyana xwe dik e. Ev hala, bo Asya û Efrîqa, bo dewletên zeîf belkî eybek mezin nîn e lê belê bo xwînmijên dunyayê, bo emperyalîstan şerm e, eyb e, cinayet e hem jî zillet û çuyîna bin erdê ye.

Helbet em bi mirina însanan kef û şahî nakin. Êşa her însan, her nijadan êşa meye. Bo çareserî û şîfa dayîna temamê mexdûr û merîzan em çareserî dixwezin, du’a dikin. Tirs û xewfa wa nexweşîya, tenê ji bo gundekî nîn e; bo bajar û herêmekî an jî bo dewletek zalim weyaxud mezlûm jî nîn e. Temamên dunyayê li ber wê nexweşîya bêçare ye. Mezin qicik kesê nexweş û sağ, zengîn û feqîrê cîhanê temamî ketin e bela canê xwe.

Ehlê îz’an û îmanê; îro hem însanî hem Îslamî wezîfedar in. Tirsa mirinê, tenê bo belengaz û gelê bindestan nîn e… Gelên ku civakî, sîyasî û leşkerî de tu qiymetek wan tunin, red û înkarî ya her tiştê wan buye; tirs û koçkirin tenê bo wan nîn e. Nexweşî; wekî Teyrê Ecelê îro li ser serê her kesî, li her derê diger e.

Doh, li Afxanîstan’ê, Kurdistan’ê, Çeçenya’yê, temamên Şerqa Navîn, Bosna’yê gelên bêçare û bindest, ketibûn bilya canê xwe; rast û çep direvîyan, hewar û gazîya wan de kesek nedihat; îro maldar û zardarê dunyayê jî tiştê ku texmîn nedikirin, nedixwestin wan tiştan dibînin. Ji mustezefên rû erdê zêdetir ew ditirsin çimkî jîyana xayînan, tim bi xewf e. Xesareta zaliman jî zêde ye, tirs û endîşa wan ji a her kesî zêdetir e lê belê masumîyeta însanan gelek kêm bû; her kes, gor îmkan û ‘ilmmê xwe bû şerîkê sûc û gunehan.

Muslîman û ehlê şîqaqê… temamên însanan sûc û guneh kirin. Em hemû gunehkar in. Lazim e ku em tobe û îstîğfar bikin; dewlet ji dewletan; gel ji gellan; ferd ji ferdan.. gerek helalî bixwez e. pêş helalî xwestinê jî, gerek heq û hiqûqên ku ji însanan, gelan û dewletan stendîye î’ade bike. mêranî û rastî ev e. Ji xeyrî evana, tu gotin û mu’amele meqbûl nîn e, betal e.

Zaza dibêjin; Homay zan kafir kom! Kurmanc jî wisa dibêjin; Xwedê zane kafir kî ye. Hem Qur’an’a Hekîm de îqaz hey e: “Xwe ji fitne û ezab ê rojek wer biparêzînin; dema ku ev hat, tenê zaliman nabîn e. Ezab a Xweda gelek çetin e.”(Enfal 25).

Pêşgotinek birayên meyên Tirkan de dibêj e; “Gülme komşuna gelîr başına.” Îro, “weyl” li serê her kesî ye! Em, yetîm û bindestê rû erdê ne; bi elema însanan keyf û şahî nakin; tû qewmekî re ”ox bû, misteheqqin..” jî nabêjin. Gotina me ev e; bê lomewî; Xweda yê alem temamê dünya yê jî wê bêtara mezin biparêzî ne. Zalim u zordaran, asîyan jî îsleh bike; yê ku îslah nabin jî –ku em dibînin îslah bûn gelek kêm e- durê însanan bi leşker û wasîteyên xweyên dî helak bik e.

Bi zimanê şalûr û bilbil ê Kurdistanê Melayê Cizîrî, em gazîn û hewara temamên mustezefan; firqeta nava mala hemû însanan… ji Xweda yê Settar û Ğeffar, Şafî û Ğenî re bibêjin:   

Ya Rebb bi dîdarê xwekî

Min wasilê Yarê Xwekî

Bes sohtinê Narê Xwekî

Feryad ji destê fîrqetê

 

Me-j dostê satek dûr nekî

Pergende û mehcûr nekî

Dîsa ji nû dil hûr nekî

Feryad ji destê fîrqetê

 

Wesselam.

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Ê Berê Kurd û Kurdistan Çira Derman e?
Ê Li Pey Sifra Guran u Gelên Bindestan

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.