DERMANÊ KURMANCÎ -1

Article

 

Xweda derd daye, derman jî daye. Derd û dermanê jibo sihhet û bedena însên, wek îmtîhanekê bûne wesîleya pêşketina însanîyetê. Di her dewrê de zaryê Adem (‘e.s) jibo nexweşan li çare û dermanan geriyanin. Heta hinek kes jibo îksîra ku nexweşiya nehêle, însên tim zindî bihêle xebitîne. Evya ketiye çîrok û meselên wan jî. Di vî karî de muwaffeq nebûne lê jibo pir nexweşiyan derman peyde kirine. Bi navê Luqmanê Hekîm, feyda gelek giha û fêkîyan, derman û îlacê nexweşiyan gihane dewra me.

Gelek pêxemberan jî jibo nexweşiyan şîret û çare ji însanan re gotine çi yên maddî û bedenî, çi yên me’newî û derûnî û çi yên ferdî û cem’îyetî. Ji Ebû Derda (R. ‘enh) hatiye rîwayetkirin. Pêxemberê me Hz. Muhemmed (s.‘e.w) weha kerem kiriye:

“Allah Te’ala nexweşî jî îlac jî daye. Jibo her nexweşîyekê îlacek xuliqandiye. Wê çaxê tedawî bibin. Encax bi tiştê heram tedawî nebin.” (Ebû Dawûd, Tibb 11, 3874)

Gotin û tewsîyeyên pêxemberê me derbarê nexweşî û tedawîyan de, hinek ‘aliman ew civandine û li nav ‘alema Îslamê bi navê “Tibba Nebewî” belav bûye.

Her millet li gorî rewş û îmkanên derûdora xwe, li dermanên nexweşiyan geriyaye. Çi nexweşîyên biçûk û nerihetiyên ku bedena însên aciz dike, çi jî yên giran û heta ‘emeliyatan, bûne derd û meraqa wan ku ji wan re çare peyde bikin. Gelekî jî bi pêş ketine. Jibo nexweşîyên mîna serêş, zikêş, sanciya hinek deveran, şewat û birînên hinek azayan, çi gîha û fêkî, çi jî av û melhem, derman û dirb û usûl peyde kirine. Carna kewandine, carna şewitandine û ceribandine jibona tedawîyê.

Di nav Kurdan de jî derman û tedawîyên bi vî rengî gelek in. Hinek hatine nivîsandin jî. Yek ji wan kitêba “Tibba Melayê Erwasî” ye ku di sedsala hîjdehan de hatiye nivîsandin. Behsa tedawîyên gelîrî dike. Li nav Kurdan hinek kes peyde bûne ku yan ji mezin û bapîrên xwe yan jî ji hinek kesên qenc û zana nistî stendine. Bi wê nistîyê hinek nexweşî tedawî kirine. Nistî ew e ku ji kesekî zana destûra tiştê dizane û pê tedawî bielime distîne û pê ‘emel dike.

Gelê kurd berî ku nexweşxane û dermanên modern belav bibin, carna çareya xwe li cem şêx û ‘aliman dîtine. Derman û dirbê ku tewsiye kirine, bi qeneet bikar anîne û baş bûne. Çûne ber destê hekîmên mehellî yên nistî di destê wan de bûye. Melhem û dermanê wan ‘ecibandine, rihet bûne. Bi van şiklê tedawîyê hê jî li hinek deveran tê ‘emelkirin.

Zerik û bîrov û tihêl birrîne, ji cî derketin û şikestin cebirandine, birîn û pizik bi hinek melhemên mehellî derman kirine, nexweşî jî bi hinek gihayan tedawî kirine. Ji wan hinek ku hê jî tên ‘emelkirin evin: Gava deverek bişewe, jibona çerm û qatê canê însên navêje, şima û zeyt di nav hevde nerm dikin û datanîn ser ciyê şewitî. Bi vî awayî ew dever dema rihet dibe, tu qisûr û kêmanî tê de xuya nabe. Li hember serma û girîbê, kulîlka hîro di şîr de dikelînin û vedixun. Nexweşiya serma û girîbê di çend rojan de baş dike. Pûngê ji bo birrîna kuxikê, qalikên xiyaran jî jibo tedawîya îdrar û gurçikan bikar tînin. Li hember jehra mar, gûrizê îstî’mal dikin. Li hember zerik û sînûzîtê petîşokê berra pozê xwe didin. Bêguman heger ewan tedawî û derman û cureyên gîha bihatana nivîsandin û mihafazakirin, ewê dewlemendiyeke mezin peyda bûbûya. Jiber tesîra mekteb û nexweşxaneyên modern, evan tedawiyan bi piranî wenda bûne.

Navên nexweşîyên însan û heywanan, ‘elamet û nîşanên van nexweşiyan, navên gîha û fêkîyên ku pê tedawîya nexweşiyan kirine, metod û muhleta tedawîyan dizanibûn. Yê zana û jêhatîyê vî karî, berî ku rehmet bike li pê xwe kesek digihand. Lê mixabin di çil pêncî salên dawîn de ev wenda bûn.

Gelê kurd digel tedawî û terapîya nexweşîyên însên, li ser tedawî û terapî û rehabîlîtasyona heywanan jî sekinîne. Mîsalekê bidim:

Berx û karên bê dê, li mîh û bizinên din dibanînin. Berxek an jî karek bê dê bimîne, wan bera bin mîhek an jî bizineke din didin. Jibona wan bi’elimîn hev, weha dikin:

Ewilî suravk yanî ava şor bi berxê didin daku canê berxê şor be. Heywan çêliyên xwe yên nû zayî dialêsin. Gava mîh wê berxê bialêse, wê zen bike ku berx hê nû zaye, şorbûna çilm û plesentayê jê tê. Berxê dibin ber mîheke ku berxê wê miriye yan jî tiştek pê hatiye. Bi serê mîhê digrin û berxa bê dê, bera ber guhanê wê didin. Lê vêya li ber kûçikekê nêzî wan dikin bi awayê ku mîh li kûçik binêre. Gava mîh çav li kûçik dikeve, berê xwe dida kûçik û jiber tirsê, berxê li ser guhanê xwe jibîr dike, yan jî zêde pê re meşxûl nabe. Bi vî şiklî berxê ji xwe naqewrîne. Çend caran bi vî şeklî, mîh hînê berxê dibe û li hev tên banandin. Êdî gava berx û kar dan dikin, ew berx û ew mîh li hev digerin.

Her wiha gava nigê heywanekî bişkiya, hêk û hinne tevlî hev dikirin û didan ser ciyê şikestî û bi du textan girê didan. Bi vî awayî cîyê şikestî dicebirandin. Dîsa gava berx û kar bi sermayê diketin, bêvla wan dağ dikirin û ji wê sermayê xelas dibûn. Dema bixwestana cewrikeke kûçikan bikin bekçiyê pez, ew cewrik dixistin devereke tarî, tê de girê didan. Ji ğeyrî wan kesê din ew cewrik nedidît. Tenê wan xwarina wê dibir datanîn cem wê. Bi hefteyan weha dikirin heta ku ew cewrik mezin dibû. Bi vî şiklî ew cewrik tenê xwedyê xwe nas dikir û har mezin dibû. Li pez û derûdora mala xwediyê xwe xwedî derdiket, dibû gurxenêq.

Di vê nivêsê de du ruportaj hene. Her du li ser hekîmtiya Kurmancî ne. Yek bi ‘Ebdulezîzê Basêka Şemrexê re hatiye kirin ku ji wan re dibên Mala Bero. Ji bav û kalan ve rîş birîne, yanî qansêra cildî tedawî kirine. ‘Ebdulezîz bi xwe jî ev tedawî kiriye. A din jî bi Ridwanê torinê Pîra Kelîm re hatiye kirin. Pîra Kelîm ji Şemrexê ye, qederê sî sal berê rehmet kiriye. Xweda rehma xwe lêke. Li Şemrexê wek hekîmekê bi qasî pêncî salî bi dermanên kurmancî nexweş tedawî kirine. Xeberdana her dû gotûbêjan jî li ser zimanê wan hatiye dayîn.

Di debarê nivîskar de

Têhev

24

Gotar

Ê Berê ZAROKÊN ME
Ê Li Pey DERMANÊ KURMANCÎ - 2

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.