PEYMANA DILSOZÎYÊ

Article

Di serdema Xelîfetîya Hz. ‘Umer de rojekê sê xortê ciwan têne balê. Du xort dibêjin: Ya Emîrel mu’mînin! Vî xortî bavê me kuştiye.

Hz. ‘Umer dizîvire ser xort dibêje wî: Xorto! Tiştê ev herdû xort di heqqê te de dibêjin rast e?

Xort dibêje: Belê rast e, ya Emîrel Mu’mînin!

Hz. ‘Umer: De ka bêje, te çima bavê wan kuşt?

Xort: Ez mirovekî li welatê xwe bûm, hal û wextê min li cî bû.  Rojekê ez tevlî aîla xwe derketim geşt û gerê. Teqdîra Xweda ez birim cem van herdû hevalan. Hespek min ya boz hebû, min pir jê hez dikir. Hespa min ji nişkave ji destê min filitî ket nav bexçê van xorta. Bavê wan ji hundir baz da, kevirek avêt hespê. Kevir li hespê ket û di cî de mir. Ev bûyer pir li zora nefsa min çû, min jî kevirek avêt bavê wan. Teqdîra Xweda, kevirê min lê ket û mir. Ez tirsiyam, min baz da, ev herdû xort dane ser pişta min û ez girtim. Ya Emîrel mu’minîn! Mersela min û wan eve.

Hz. Umer: Madem tu sûcê xwe î’tîraf dikî, cezayê te îdam e.

Xortê qatil: Ezbenî, ez cezayê sûcê xwe qebûlim, bes hêncetek min heye, heger tu destûrê bidî ezê bejim.

Hz. Umer: Kerem bike hênceta xwe bêje.

Xort: Ezbenî! Ez mirovekî maldar im û di bajarê xwe de naskirî me. Bavê min berya mirina xwe, gelek zêr mîras hişt. Di malê de ez mezinê birayê xwe me. Yê din tev biçûk in. Zêrê wan boy heder nebin, min veşartine. Ji bilî min kesek ciyê wan nizane.  Heger hûn niha cezayê min înfaz bikin, hûnê heqê yetîma wunda bikin. Li cem Xweda jî hûnê mesûl bibin. Sê roja destûrê bidne min, ezê herim welatê xwe, ew zêrê min veşartine bidim yetîmê birayên xwe û vegerim werim.  Heger hûn minasib bibînin, ezê heta sê roja kefîlek li şûna xwe bihêlim.

Hz. Umer: Tu mirovekî xerîbî, kî dê kefaleta te ya mirinê bike?

Xort, ça’vê xwe li nava civatê digerîne, mirovekî îşaret dike, dibêje ev mirov dê bibe kefîlê min.

Mirovê nîşan dabû, ji sehabên pêxember ‘Emr b. ‘As bûye.

Hz. ‘Umer dizîvire ser ‘Emr dibêje “Ey ‘Emr! Dengê vî xortî hate te, ma tu teklîfa wî qebûl dikî yan na? Bizan be tê bibe kefîlê wî yê mirinê.”

‘Emr: Madem wî xwe avêtiye bextê min, ezê kefaleta wî bikim.

Hz. ‘Umer, xort berdide, dibêje wî “here heta sê roj mihlet ji te re, heger heta sê rojan tu venegerî, emê kefîlê te li şûna te bişeniqînin.”

Roja sêyemîn hinek sehabe diçin ba Hz. ‘Umer, dibêjin; “mihleta xortê qatil hindik maye biqede û pêjna wî nayê. Ya Emîrel mu’mînin!  Tu hez dikî bi zarokê meqtûl re biştexile, bera ‘Emr b. ‘As ji bedêla îdamê, heqê xwînê, diyetê bide wan.”

Hz. ‘Umer, gazî zarokê kuştî dike, dibêje wan; qatilê bavê we xuya nake, heger venegere, hûn hez dikin bera ‘Emr dîyetê bide we.

Zarokê qatil teklîfa xelîfe qebûl nakin, dibêjin; “naxêr! Em dîyetê naxwazin, em dixwazin tu kefîlê qatil ji bedêla wî bişeniqîne.”

Xortê qatil di vê navberê de karê xwe diqedîne û roja sêyemîn bi lez û bez vedigere Medînê.

Jibo pêkanîna înfaza kefîl, xelk li meydanê kom bûbûn, ji nişka ve xortê qatil nav însana diqelêşe derdikeve hizûra xelîfe, dibêje; “ez hatim, de fermo cezayê min înfaz bike.”

Hz. ‘Umer: “Kurê min! Firsendek pir baş ketibû destê te, çawa tu hat mirinê?”

Xort, bi weqar serê xwe bilind dike, li xelîfe dinêre dibêje: “Ya Emîrel mu’mînin! Jibo nebêjin vî xortî bêwefatîya ‘ehda xwe kir ez hatim. Û hem min îxanet bikra, bext di nav însanan de îdî nedima.”

Hz. ‘Umer paşê dizîvire ser ‘Emr dibêje wî: “Ey ‘Emr! Digel te berê ev xort nas nedikir, tu çawa bû kefîlê wî yê mirinê?”

‘Emr: “Ya Emîrel mu’mînin! Te jî dît vî xortê qatil, di nav hevqas însanan de berê xwe da min, dexlî min bû,  ez fikirîm,  min got heger ez nebim kefîl, xort dê bibêje ma qey mirovatî li dinyê nemaye.”

Hz. ‘Umer dizîvire ser zarokê qatil, dibêje wan, “îdî wextê înfazkirina qatilê bavê we hatiye.”

Lêbelê zarokê kuştî, di înfazkirina xortê qatilê bavê xwe de diborin, “dibêjin; “ya Emîrel Mu’mînin! Me qatilê bavê xwe ‘efû kir.”

Hz. ‘Umer dibêje; “berya kêlîkekê bi israr we doza înfazê dikir, gelo çibû hûn tê bihurîn?”

Zarokên zilamê kuştî bersiveke balkêş didin:

“Ya Emîrel Mu’mînin! Jibo kesek nebêje însan tev bêmerhamet bûne, em tê bihurîn.”

Soz û Peyman ji îmanê ye, nexasim sozê paşerojê însan girê dida, ji ber vê dema mirovekî sozek qutebir bida, digot “bi soza mêrê berê”

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê “VÊ FETHÊ JI ‘UMER RE BINVÎSIN”
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.