Çukusî û camêrî

Article

Dînê îslamê emrê mesûbê xwe dike ji bo alîkarîya kesên feqîr, muhtac û ketî bikin. Lewra di îslamê de jîna civakî esas e. Di nava civaka muslumana de heger alîkarî tinebe, esasê civakê ji binî de wê xira bibe, hezkirin û biratîya îslamê ji nava însana wê rabe.

Çukusî weke gelek nexeşî û merezdarîya nexeşîyeke, dînê îslamê ev merezdarî şermandiye, lomandiye. Nefsa însan zeîf e, muhteris e, encax nefsê xwe sipartine Xweda ji vêna azad in. Îman encax cehaleta çukusîyê paqij bike.Çunkî bawermend baş dizanin di rîya Xweda de bela bikin, înfaq bikin feqîr nakevin.  Kesê çukus vêna îdraq nake. Ji tirsa çukusîyê qet nade.

“ Bêje: “heger hûn xwedyê xezînê Rebbê min bûna, ji tirsa xilas bibe dîsa jî we yê tê de xesîstî bikra. Bê gûman însan gelek çukus e.” İSRA: 100

Bi rastî Xweda me çawa ji çukustîyê diparêze herwuha me ji îsrafê jî diparêze. Kesê musluman ne çukus û ne jî musrîf e. Di nabêna van herdû bêjeyan de li ser rîyeka navend dimeşe. Aqîbeta kesê çukus û kesê musrîf weke heve. Dawînga îsraf û çukusîyê poşmanî ye. Di hemî tiştî de yan herî bi xêr navendî ye. Lewra navendî rîyeke di nabêna axlaqê Îslam û yên Kufrê de ye. Çukusî rûreşîyeke cehaletê ye. İsraf jî karê Şeytan e. Lewra Xweda di vî derbarî de wuha ferman  dike:  

“ û wana dema xerç dikin ne israfê dikin û ne jî çukusîyê dikin. Xerçkirina wan di nabêna van herdûya de ye.” FÛRQAN: 67

Resûlê Xweda (s.x.l) di gelek hedîsa de çukusî û tirs şermandîye. Heta gotîye: “di mu’minan de dibe her xuy hebe lê belê di tişt qet kesê mu’min de di kesên muslüman de qet nayê ba hev; evana tirs û çukusî ye”.  Ji ber vêna Resûlê Xweda xwe ji van herdû xesletê neqenc sipartiye Xweda. Di tarîxê borî de gelek qewm û milet bi sedemî çukusîyê helaq bûne.  Ji ber vê yekê Însan hetanî nefsa xwe ji çukusîyê azad neke rihet nabe. Xweda di vê derheqê de wuha ferman dike:

“ her kî ji çukusîya nefsa xwe, xwe biparêze ah wana gihaştine xelasîyê.” TEXABÛN: 16

Xweda dixwaze li ser rûyê erdê Însannî bi tebîetê re li hev bighîne. Ji ber vêna çi dema ku însan li ser rûyê erdê li gorî Sunnetûllah jîna xwe rast bike ji bo na xwe rîyek rast dibîne.  Di mal de qirêj heye, ev qrêj bi dana zekatê û bi înfaqê ji mal diçe. Ev qrêj di nefsê de jî heye. Zekat û înfaq çawa mal paqij dike herwuha qrêja nefsê jî paqij dike. Çawa li ser erdê av li cîhekî kom bibe piştî mişwarek derbasbû heger tu kanî neyên ser vê avê wê ew av genî bibe, rengê wê xira bibe, Herwuha heger di nefsê de hezkirina mal zêde bibe weke wê ava genî wê bibe nexweşîyên bê derman. Ji ber vêna Xweda di Qur’anê de dixwaze em qencîya bi malê xwe bikin.Lewra ev qencî hem ji bo malê me û hem jî ji bo nefsa me dê bibe sebebê paqijîyê. “ Ew e, ê go malê xwe di xêrê de dide û paqij dibe.” Leyl: 18

Di vê derbarê de Sadî dibêje zekata malê xwe bide da ku weke dara mêwa tirî ku dema tê kesixandin hê zêdetir tirî dide.

Îmamê Xezalî di derbarê çukusî û camêrîyê de wuha dibêje: “Ku meriv mal ji dervî armanca xulqîyata xwe xerç bike îsraf e; û heger lazim be meriv xerç neke jî xerçikirinê xwe bide paş ev çukusî xesîstî ye. Heger meriv mal li gorî fitreta xulqîyata xwe xerç bike camêrî ye.”

Hedîs: “Aman aman xwe ji çukusî û xesîstîyê biparêzin. Lewra qewm û milletên berya we bi sedem çukus bûn Xweda ew helaq kirin. Çukusîya wan bû sersebebê xwîna hev birjînin û helala heram bikin.” Ahmet b. Hambel :c.2.s.191

Sersebebê çukusîyêyî yekem timaya mal û xirsa dinyê û di pêşerojê de tirsa feqîrbûnê ye. Heta muşrikê dema Pêxember (s.x.l) bi sedem tirsa ji feqîrîyê zarokê xwe dikuştin. Halbukî mal nîmeteke Xweda ye daye îbadê xwe, heger ev nî’met di cîhê wê de bê xerç kirin Xweda wî malî roj roj wê zêde bike.

Hedîs: “ Ji çukusî û xesîstîyê xwe biparêzin. Lewra milletê berya we bi sedem ji çukusîyê Xweda ew helaq kirine. Her sibeh ji asîmana di melek dadikevin. Yek ji wan wuha di’a dike: “Ya Rebbî kesê înfaq dike ( yanî di riya Xweda de bela dike) ti xêra wî bidîyê. Yê dinjî wuha di’a dike: Ya Rebbî kesê çukusîyê dike ti malê wî mehû bike.” rîyazus salîhÎn: c.1.s.253-

Hedîs: “Kesê çukus ji Xweda bi dûre, ji cennetê bi dûre û nêzîkî agirê cehennemê ye.” TÎRMÎZî: BİRR : S.40

Xwedayê teala di Qur’ana pîroz de xesîstî şermandiye. “Kesê mu’min, kesê musluman ne xesîs e, ne çukus e. Timayîyê qet nake, nefsa xwe ji çukusîyê distirîne.”  Nîsa : 37

Bişr b. El Harîs di derbarê çukusa de wuha dibêje: “Kesê li wechê çukusa binere dilê wî hişk dibe, Kesê Mu’min dema leqayî çukusa bibe ji bo na wî bela ye.”

Mal û serwet yên Xwedaye însan li ser vî malÎ wekîl e. Hinek Însan ne ji malê xwe dixwun, ne didine zarokê xwe û ne jî qencîyê bi wî malî dike. Der dora wan kesek ji wan jî ji malê wan jî îstîfadê nake. Kesê mal dide serhev û di mal de çukusîyê dike zulmê li malê Xweda dike. Halbukî dil bi sedem camerîyê paqij û arî dibin. Çunkî piştî Kufr û nîfaqê tiştê herî dila reş dike hezkirina mal û xesî ye. Di vê derbarê de Xweda di Qur’ana pîroz de dibêje: “û hun gelek bi ser mal de duhulhulun, hûn jê hez dikin.” FECR: 20

Hedîs: “Tiştê di însana de peyda dibe di nava wan de yên herî şerrud çukusî û tirsa zêde ye.” Ebû Dawûd : 2511

Weke Xweda di Qur’ana pîroz de jî tîne ziman mal û ewlad ji bo însanan li dinyê îmtîhan in. Heger însan ewladê xwe di rîya îslam û Qur’anê de mazin neke Kurdundaye û heger malê xwe di rîya Xweda de xerç neke muflîs e. Gelek cara însan ji tirsa feqîrbunê malê xwe xerç nake. Lewra di vê derbarê de Xweda dibêje:  “ Şeytan we bi feqîrtîyê ditirsîne û emrê we bi çukusîyê dike.” Baqara: 268

“ malê ku Xweda daye ewanê ku xesîstîyê tê de dikin, bera gûman nekin evêna jibona wan bi xêr e. Bilakîs ev jibona wan ne xusran e. Tiştê ku tê de xesîstî kirine roja qiyametê wê bibe werîsek têkeve sutuyê wî. Mîrasa asîman û erdê yên Xweda ye. Xweda ji tiştê ku hûn dikin xeberdar e.” ALÎ ÎMRAN : 180

Yahya b. Mûaz wuha dibêje: “Welew însanê neqencbin jî ku meriv leqayî cahuda bibe di dilê hemî kesan de hezkirinek bikar tê. Welew qencbin jî kesê çukus hemî kes nefretê ji wan dike.”

Û İbnûl Mutezîl dibêje: “însan bi qasî çukusîyê dike rûmeta xwe wunda dike.”

Hedîs: “mersela kesê camêr û kesê çukus wek mersela du mirovên zirxê pola li xwe kirine. Yekî ji wan sînga xwe bi zirx pêçaye Û yê din jî qolincê xwe zirx kirîye. Kesê cahud her ku sedeqa derdixe zirxê wî hê freh dibe, drêj dibe heta neynokê lingê wî dipêçe. Kesê çukus dema dixwaze tiştekî bide xeleqê zirx teng dibe, di hevre derbas dibe, wî dugvêşe serhev, her çiqas ji bo frehbûnê di ber xwe dide jî serkeft nabe.” Buharî Cîhad: 89—Muslîm Zekat: 76—Nesaî zekat: 61

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê ŞEVA QEDRÊ
Ê Li Pey Ji bo rêxistinkaran sirra serkeftinê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.