DE WERE ÎSLAMA DELAL

Article

 

 

Ev jiyana me herimî
Dilê me-j derda hedimî
Çavê me-l dû te qerimî
De were Îslama delal

Min te wenda kir ji sistî
Ez bûme wek çerm û hestî
Digerim li te-b helbestî
De were Îslama delal

Ez bûme wek har û dîna
Ketim çola wek mecnûna
Di zivistan û havîna
De were Îslama delal

Ji derdê te dikim zarîn
Dil bûye elem û birîn
Weka Cizîrî yû Mizgîn
De were Îslama delal

Tune ji min ne çarew hal
Derbas bûne pir meh û sal
Dil xweş nabe bi qîl û qal
De were Îslama delal

‘Aşiq dikin ax û eman
Gelo tê bê kîjan zeman
Bi te xweşe dem û dewran
De were Îslama delal

Kulîlka bîn ji ter hiştin
Aşiqa dil ji ter hiştin
Bilbilan gul ji ter hiştin
De were Îslama delal

Ya reb dîtinê bik qismet
Berî emanet her ji dest
Li min nemîne ev hesret
De were Îslama delal

Ev şeveq tê mizgîna te
Her bilind be wê ala te
Va dîsa rabûn ehlê te
De were Îslama delal

Eya “Eziz”ê bê mecal
Hebûna te jêr xweş helal
Li her warî lê bik sewal
De were Îslama delal

Hêvîdarê roja te me
Bi ‘eşq û hesreta te me
Boraqa sersala te me
De were Îslama delal

Bi hezara ‘aşiqê te
Mal û can dane rêya te
Meşîyan di oğira te
De were Îslama delal

Li ber dila evîn tuyî
Ji ‘aşiqar Leyla tuyî
Gul û gulzar bihar tuyî
De were Îslama delal

Xweda te-j mer neqandiye
Mejî te-j dil hebandiye
Me dil bi te helandiye
De were Îslama delal

Tu-j mazlûmara bû eman
Rehm û şefqet bext û ûjdan
Bi te xweşin rojê cîhan
De were Îslama delal

Ji Adem heta Muhemmed
Dînê mubîn hat bi Sermed
Xelasiya jinab ebed
De were Îslama delal

Hesreta min hezar salî
Ev dil li ser te dinalî
Di şevê bêdeng û xalî
De were Îslama delal

Ji dil hezkirîyê te me
Kuştiyê-l ber rêya te me
Bi xewn û xeyala te me
De were Îslama delal

Va bihar hat hezar reng e
Bilbila xwend hezar deng e
Were li me bû dereng e
De were Îslama delal

Ma’na heyata me tuyî
Rewşa civata me tuyî
Sebr û qinyata me tuyî
De were Îslama delal

Bê te her roj hizna meye
Qêrîn û feryada meye
Ev dinya wek qebra meye
De were Îslama delal

Bê te îmtîhanek zor e
Xera bûye hawir dor e
Dunya bûye ķer û kor e
De were Îslama delal

Were dîsa xwe-b xemlîne
Dermanke dilê birîne
Kêf û şahî dîsa bîne
De were Îslama delal

Li dora te bibin xelek
Bextewar be çerxa felek
Me bêrya te kirye gelek
De were Îslama delal

Li şewqa te perwanene
‘Aşiq û heyranê tene
Kulîlka bihara tene
De were Îslama delal

Roja dengê te bê cîhan
Şahîya ser dilê însan
“Ezîz” ji ter bibe qurban
De were Îslama delal

Di debarê nivîskar de

Têhev

15

Gotar

Ê Berê QUDSA ŞERÎF
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.