HEVDÎTINA BI XÊRÎYE AKÇÎL RE

Article

Piştî Ku Şêx Se’îd Hat Daleqandin, Qetlî’amên Li Gunda Dest Pê Kirin

Wezîfa kuştina însanên bêsuc û gûneh, bê mehkeme di cî da dan hinek kesên bêûjdan. Navê wan qatila yek jê ‘Elî Heyder bû, yek jî ‘Elî Barut bû. Ew qatil digel leşkerên xwe ketin gunda, zilam bi singûya kuştin, zarok û pîrek jî di xanî, axurê heywan û kadînan da bi saxî şewitandin. Hukûmetê her tişt dabû destê wan. Tu kesî nikaribû ji wan hesab bipirsîya. Ew jî miselletî ser gundê me bûbûn, kevir li ser kevir nedihiştin.

Di serî da ji gundê Hênê û Licê dest bi qetlî’amê xwe kirin. Xeberên şewitandina gunda û kuştina însanên bêrî zû bela bûn. Ew xeber gihaştibû gundê navçeya Darahênê yê bi navê gundê Zimakê jî. Li wî gundî însanekî zana û qedirbilind dijîya. Navê wî Ehmed Akçil bû. Bi tevî însanîyeta xwe di gund û herêmê da bi mal û zengînîya xwe jî dihat naskirin. Însanekî bi aqil û feraset bû. Eqreba û gundîyê wî, bi wî şêwr û mişêwrê xwe dikirin. Ehmed di herêmê de bi zengînîya xwe jî rengaxa û pirr camêr bû. Qetlî’am û zulmê ku li gunda dihatin kirin bihîstibû. Li ser wan xeberan, gundî hatin balê û xwestin ku rêyekî maqûl bi ber wan xe. Di paşerojê de jî di muşkulatê xwe de pê dişêwirîn.

De ka werin em guhê xwe bidin qîza Ehmet Akçil. Lewra qîza wî Xêrîye, digel wî tamamê serpêhatinê wî dibîne û pê re dikeve hepsê. Paşê jibo ku bavê xwe ji mirinê xelas bike bê çi kir û ji kê rica xwest? Li vir ne hewceye ku em gotinê dirêj bikin. Niha emê guhê xwe bidin şahida xwe bê ka çi li ber çavê xwe dîtîye bira bi zimanê xwe ji me ra bêje.

 

ŞAHIDA QETLÎ’AMÊ XÊRÎYE AKÇÎL DIPEYIVE

“Navê min Xêrîye Akçil e. Li gundê Zimakê (Çirik) ez hatime dunyayê. Ev gund gundekî ‘eşîra Ziktê ye.  Navê bavê min Ehmed e, navê dîya min Seyran e. Em şeş xuşk û bira ne. Birakî min ji min meztir bû, ewê din tev ji min biçûktir bûn. Ez di zemanê qetlî’ama da li dora 10 salî bûm. Birayê minî ji min mestir Muhemmed Riza, li dora 18 salî bû. Xuşk û birê min ên ku ji min biçûktir in li pey hev, Muhemmed Sadiq 8 salî bû, Kamil 6 salî bû, Zehra 4 salî bû û herî biçûka me Razîye, hê 2 mehî di qumatkê de bû.

Ez wê wextê 10 salî bûm, yanî ez fa’ma bûm û tiştê wê wextê hatin serê me tev, weka ku do çêbûne têne bîra min. Xebera ku leşkerê cimhurîyetê digrin ser gundê bi alî Dîyarbekir va, kê diqefêlin dikujin, gîhabû gundê me. Bavê min gazî temamê gundîya kir, li hember wê talûkê hinek nesîhet li wan kir û çend tedbîr ji wan ra rêz kirin. Yek ji wan hazirîya ku ji wan ra salix da ev bû ku divê herkes li gorî nifûsa xwe, arvanê di destê xwe da bibe li dervayê gund di şikftan da yan jî li qeraxê çemê Muradê di nav dar û beran da veşêre. Lewra leşker bibîne ku gundî mal û xwarinê xwe di cî da dihêlin û direvin, wê gund bi tevî tiştê ku tê de mane bişewitînin. Belê kesê ku ji destê leşkera bifilite, li heyatê bimîne jî, ewê paşê ji birçîna bimre. Bavê min dixwest ku pêşîya wî tiştî bigre. Kesê ku li heyatê bimînin ji birçîna nemrin. Gundîya tiştê ku bavê min bi ber wan xist, bi lez pêkanîn û gava leşker nêzî gund bûn, malbata me bi tevî gundîya em ji gund derketin. Em ji destê leşkera revîyan, jibo ku em canê xwe xelas kin, em çûn qeraxê çemê Muradê û me xwe di nav dar û berê qerax da veşart. Li ber çemê Muradê veşartina me û rojê me dirêj bûn. Me ji gundê xwe û ji der û dor, tu xeberek nedigirt. Xwarinê ku me bi dest xwe ra biribûn qedîyan. Lê belê bavê min, hezra wî tiştî jî kiribû û gundîyê me tembîh kiribû. Gundîyê me heywanê xwe yê biçûk ên bi pîyê xwe dimeşin û ji kesî ra nabin bar û piştî, bi xwe ra anî bûn. Gundî çiqas birçî dibûn, ew heywan serjêdikirin û dixwarin. Agirê ku pê goştê xwe bipêjin, biroj hel dikirin. Bi şev bê deng herkes di cîhê xwe de disekinî.

Bavê min Ji Dîya Min Re Got: “Qîza Xwe Bavêje Çem”    

Li ber çemê Murado em bi roja man. Me ji gundê xwe ti xeberek nedistend. Leşker hatin gund, çi anîn serê gund, hê di gund da ne yan çûne, em tiştekî nizanin. Kes ji me jî newêre bi bal gund va here. Em di qeraxê çem da di nav dar û bera da bitirs dimînin. Leşker dibû ku berê xwe bi alî me da jî kiribin, ew çax heyata însanên li vir bi tevîhev di talûkê de bû. Hawê ku min got, me bi xwe ra heywanê biçûk bi pîyê xwe bi xwe ra hanîbû. Li gorî nifûsa xwe me rojê, hinek heywan serjê dikir, dipat û dixwar. Me li ber çem birçîbûnek zêde nedît. Belê şîrê dîya min ziwa bû. Ez dibêm ku şîrê dîya min ji tirsa ziwa bû. Xuşka min a li ber pêsîrê ya 2 mehî, ji ber ku têr nedixwar her gav digrîya. Belê bi girîyê xwe însanê li wir tev dikir nav talûka mirinê. Bavê min rojekî li ser girîya xuşka min, ji diya min ra weha got; “Ev sebîya te heyata însanê li vir tevî davêje talûkê. Şûna ewqas însan wê bimrin bira sebîya te ya qumatkê bimre, wê bavêje çem, heyata ewqas însanan xelas ke.” Dîya min taqet nekir ku sebîya biçûka me’sûm û bêguneh bi deste xwe bavêje çem û bixeniqîne. ‘Eynî teklîfê wê li bavê min kir û wiha got; “Ez taqet nakim ku vê sebîya me’sûm bavêjim avê. Belê ku tu taqet dikî, a ji te ra tu bavê çem bira here.” Lê belê bavê min jî taqet nekir ku sebîya qûmatkê a me’sûm bavêje avê. Dîya min hinek din jî lê xwedî derket ku zêde negrî û bi wî hawayî xuşka min ji mirinê filitî.

Rojekî dîsa li ber çem, bo navrojê gundîyên me agir hilkiribûn û goşt dipatin. Terafa agir zêde bû. Min jî xuşka xwe dabû ber dilê xwe û di ser agir da sekinîbûm. Wê wextê çawa çêbû nizanim, ha min dît ku xuşka min ji ber dilê min ket nav êgir. Kesê li ber êgir bûn, dirêjî xuşka min kirin, ji nav êgir bi lez derxistin. Lê belê qorrikên xuşka min zêde şewitîn û birîn bûn. Dîya min hûcumî min kir ku li min xe. Bavê min, ez bi zor ji destê dîya min û xişma wê xelas kirim. Çend roja min da bal zavê me, heta hêrsa dîya min danişivî.[1] Xuşka min ji avêtina çemê Murado xelas bûbû, lê belê hindik mabû ku ez wê bişewitînim.

Li qeraxê Murado dora mehekê em veşarî man. Paşê bi tevî gundîyê xwe em çûn gund. Leşker ji wan dera çûbûn. Lê belê gundê me bi temamî şewitandibûn. Qet xanîyek li ser pîya nemabû. Te digot qey ji herbeke giran derketîye. Îdî gundê me ciyekî ku însan lê bijî nebû. Her gundî li gor îmkan û eqrebayê xwe li gundên hawîrdor bela bûn. Eqrebayê kê li kîja gundê ku hê neşewitandibûn hebûna, diçûn bal wan eqrebayê xwe. Bi xanî û şewitandinê re, heywanê gundîya jî çi dîtibûn dabûn ber xwe û biribûn. Zexîrê wan tiştê ku bi kêrî wan hatibûn ji xwe ra biribûn, wekî qelîyê, rûnê malê, hingiv, tiştê mayî jî bi avahîya ra şewitandibûn. Malbata me jî bi tevî hev em çûn gundê Dikê. Li wî gundî eqrebakî me hebû. Lê belê ew gund jî li ser rîya leşkera bû û jibo me daîmî nedibû hêwirgeh. Piştî em çûn wir, bavê min dîya min, jibo cîyekî bi ewleh û dewamî ji me ra bibîne şandibû gundê dor, bal nas û eqrebayên me. Dîya min sebîya xwe a qûmatkê bi tenê bi xwe ra biribû. Xuşk û birê min yên dinê bi tevî bavê min, em li gundê Dikê mabûn. Rojekî leşkerê Kemal girtin ser gund. Dixwestin ji xwe ra milîsa çêbikin. Lewra pirr kes ji herêmê piştî daleqandina Şêx Se’îd û zulmê ku li însanê me kirin, li ser heyfa wan û hinek jî jibo canê xwe xelas kin derketibûn çîyê, bi leşker ra şerr dikirin. Leşker li hember wan bêçare mabû û dixwest ku wan bi milîsa biqedîne. Milîsa rê û dirb dizanibûn, ku bihatina kuştin jî ji kîsî bavê xwe diçûn.

Bi xebera hatina leşker a li ser gundê Dikê, temamê zilamê di gund da xwe veşartin. Bextê leşkera tunebû. Bê sûc û gûneh pirr însan kuştibûn. Ez jî bi bavê xwe ra çûm me xwe di nav gund da veşart. Lê belê cîhê me pirr bi keys nebû. Leşker li nav gund li însanê ku xwe ji wan veşartine digerîyan. Li ba me Mistefa beg jî hebû. Mistefa Beg ji gundê Dikê bû. Ew jî li ser de’wa Şêx derketibû çîyê û bi leşkeran ra mûcadele dikir. Wî seroktîya serîyeke mûcahîda dikir. Jibo ku ji hevalê xwe ra erzaq û xwarinan bicvîne hatibû gund. Mistefa Beg xwest ku derkeve û bi leşkeran ra şerr bike. Bavê min nehişt. Lê belê ew dîsa jî ji nişkave derket derva û bi leşker ra şerekî giran kir. Paşê dorpêça leşkera şikand û çû derbasî çîyê bû, bi saxî xelas bû. Bi wê mêranîya wî em pirr kefxweş bûn. Ji xwe leşkeran ewê ew bigirta. Navê wî di destê wan de hebû, wê ew bi îşkence û te’de bikuşta. Wî kuştina xwe da ber çavê xwe, derket û sax salîm xelas bû.

Di zemanê şerê Mistefa Beg û leşkera da, di nav gund de sehalîtî çêbû. Leşkera temamê quweta xwe dabûn ser Mistefa Beg. Ew çax bavê min ji min ra got: “Rabe xuşk û birê xwe bibe ‘Herekolê” lewra cîyê me pirr ne saxlem bû. Min jî xuşk û birê xwe bir herekola Feqî Yasîn. Feqî Yasîn di gund da jibo ku di wan roja de xwe tê de veşêre, herekol[2] çê kiribû.

Bavê Min Girtin 

Piştî ku min li ser xwestina bavê xwe, xuşk û birê xwe di herekolê de bicî kir, ez car din bi şûnda hatim cem bavê xwe. Belê cîyê min jî di herekolê de hebû, lê min halê bavê xwe meraq dikir. Loma min xwest ku ez li cem bavê xwe bim. Min di serî da gotibû ku bavê min jibo ji me ra ciyekî daîmî bibîne dîya min şandibû gundê Madrekê. Diya min di wê wextê de ne li ba me bû. Ez gava fetilîm çi bibînim, bavê min û temamê zilamê ku di gund da ne, ewê ku rastî wan hatine teva girtine û destê wan bi kindirê qalind girê didin û pê re li wan çêr, kufrî û heqaret dikin. Pîrek û zaroka jî li alîkî din li hev civandine. Leşker li zilama dixin, zarok jî digrîn û xwe davêjin pêşa dîya xwe. Dayikê wan jî bêçare serê wan didin ber dilê xwe, tesellî didin wan û li alîkî jî îşkenca li ser zilam û merivê xwe bi çavekî hêstir temaşe dikin. Leşker jî derbeya ku ji Mistefa Beg xwaribûn, pirr li zora wan çûbû û heyfa wê dixwestin ji wan zilama bistînin. Leşkeran çawa çav berî min dan, ez jî girtim, kirim nav pîrek û zarokan. Lê belê ez bi hatina xwe û wê girtina xwe ne poşman bûm. Min pirr ji bavê xwe hez dikir. Min dixwest ku ez nêzî bavê xwe bim bê çi bi serê wî da tê ez bizanibim. Bavê min dît ku ez şûnda zivirîm û leşkera ez jî girtim û kirim nav zarokan. Wextê ku min xuşk û birê xwe bir, bavê min gotibû: “Tu jî li wir xwe veşêre.”  Belê pirî ku dilê min bi bavê min va bû, bi weşartina li wir jibo xwe ez razî nebûm. Loma bi şûn da hatim bal bavê xwe. Bavê min ji dûr da serê xwe ji min ra hejand bi me’na ku tu çima hatî, lê belê ez ne poşman bûm bi hatin û girtina xwe. Bavê min girtibûn, bi vî hawayî ezê jî heta cîkî bi bavê xwe ra biçûma, bê çi bi serê wî da tê ezê hîn bibûma.

Leşkera destê zilama digel heqaretê mezin girê dan. Paşê zilam bi werîsê dirêj bi hev va girê dan û bi bal Darahênê ve em bi pîya meşandin. Destê me zarok û pîrekan girê nedabûn. Heta em gihan navçeyê, min destê bavê xwe yê girêdayî qet berneda. Min li bavê xwe dinhêrî, dilê min dişewitî, wî dixwest teselî bide min. Dîya min çûbû, lê malbat emanetî min kiribû, belê min emanetê dîya xwe muhafaza nekiribû. Min zarok xelas kirin, belê bavê xwe ji destê leşkera xelas nekir. Minê çi bersiv bida dayika xwe.

Em gihan navçeya Darahênê. Em di mala şexsekî Ermenî yê bi navê Pîlo da hepis kirin. Zarok û pîrek kirin alîkî xanî, zilam jî kirin alîyê din. Li wir ez û bavê xwe ji hev qetîyan, lê belê em bi hevre di xanîkî de bûn. Ew jî ji min ra dibû teselî. Di wê malê da em bi roja birçî man. Kesî xwarinekî nedida me. Em 7 roj di wir da girtî man, roja hefta xeber anîn alî zarok û pîrekan, gotin “Kemal zarok û pîrek ‘efû kirine. Hûn serbest in, derkevin herin malên xwe.” Lê belê nedigotin ku me gund şewitandine û malbat bela kirine. Leşkera em serbest berdidan. Belê guhê min bi ser bavê min da xwar bû. Min di serî da zanibû ku ewê tiştekî bi min nekin. Em hê derneketibûn derva, leşkerek ket nav derî û bi navê min gazî kir. Ez çûm. Min bir ba bavê min. Min baz da, min bi dilekî şewitî û bi hesret got: “Bavo!” Û xwe avêt himêza bavê xwe. Bavê min jî min bi hesret himêz kir. Ser û çavê min maçî kir. Min jî destê wî ser û çavê wî paç kir. Ez digirîyam. Bavê min dixwest teselî bide min, belê dilê wî jî dişewitî.[1] 



[1] Di vir da pîra Xêrîye axînek ji dil kişand, hinek sekini, destê xwe danî ser qelbê xwe û wiha got; “Ez çiqa behsa wê wextê bikim û bi bîr bînim, sancîyekî giran dikeve qelbê min.” Li ser wê gotina xwe sikût kir, di ber xwe da hûrik hûrik girîya û xeberdana xwe domand.


[1] Xaltîya Xêrîye gava ku behsa hucûma dîya xwe a li ser xwe kir, di ber xwe da bişirî û kenîya. Dihat famê ku bi ruh çûye wê wextê û ew hal wek belgefîlmeke zindî hatiye ber çavê wê.

[2] Herekol bi kurdî cîhê wek hêwirgeh û sitar e. Di zimanê tirkî de wek sixinak tê binavkirin

Di debarê nivîskar de

Têhev

21

Gotar

Ê Berê BIRÎNA ḤELEBÇÊ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.