KOLEMAN

Article

Çavên bi awirên agirîn, li hemberê xwe ziq nîşan dabû. Û destê wî, li ser kalên bi kovika şûrê xwe yên tiyê xwînê, miz dida Koleman. Çîpê xwe vekiribû û li hember şervanê din xwe pesirandibû. Hewşeng vala bû ji Koleman û ji şervanê hember pê ve kes nemabû. Her dû şervanên ji bo çend xulekan xoşa gel bînin, niha ji pêlîstokekê pê ve ne tiştek bûn. Û tenê şiklê temaşegerên li pêlik û mîrê li dikê, di ber çavê wan re derbas dibû. Hal ev bû ku bi dengê zêdetirîn bangî şervanan dikirin. Bo halanê bidin şervanên xwe yên bijare. Lê şervan, tenê li ser reftarên şervanê hemberê xwe rawestiya bûn. Û jê pê ve tiştek ne di bala wan de bû û nedibihîstin.

Bi xişpîna şûrê ji kalan a şervanê hember, Kolemanê min mertala xwe li ber girt û bi destê li kovika şûr, şûrê xwe ji kalên kişand. Û lingek li paş, yek li pêş derbeke li mertalê li hemberê xwe xist. Û Kolemanê min got: “Derbeya ku naxwazî bixwî, neke!” Kolemanî bi mertalê xwe yê ji dara mazî û pergala hesin, dafî wî kir. Û şervanê li hember wî likumî û hate xwarê. Koleman li hêviya wî ma ku rabe ser xwe û çekên xwe hilde. Ji ber ku wî ti carî li kesên bêçek êrîş nekiribû. Û gote; “kesên tirsonek pê ve ti kes êrîşî bêçekan nakin.”

Koleman, mertalê xwe sipart zend û bendê xwe û destê xwe li doxa şûr jidand. Wî mertala xwe ji darên mazî çêkiribû û bi hesinê kutayî yê agirîn çend caran li ser pêça bû. Û li qulpa pêgirtinê ya mertalê, pemboyê baranxure gerandibû. Dema ku dispart zend û bendên xwe, seranser rû û nava wî diparast. Û tirs û xof dixist dilê hemberê xwe. Her wuha şûrê xwe jî bi hosteyekî gelek navdar dabû çêkirin. Hostê navdar ê şûrê Koleman, li ber reştariya rejiyê sor dikir, bi demborî dikuta û bi xwîna kewan sar dikir. Û bi şev û rojan vî karî dikir. Ji ber vî agirî her dû çavên xwe jî wunda kiribû. Ji Kolemanî re gotibû; “Ev bila ti demê rastiyê de neşikê.” Ji ber vî hawî Koleman jî li ser peyv û sonda hosteyê xwe, şûrê xwe ti carî di şaşiyê de nehejand. Û wek şûrê xwe ripîrast bû.

Dengê temaşegerên li ser pêlikan, guhan ker dikir, lê belê ne di bala Kolemanî de bû. Ew li hêviya şervanê li erdê bû. Şervanê li erdê, ji lingê xwe yê çep derbe xwaribû. Û bi kulekî rabû ser xwe û ber bi Kolemanî ve hate. Kolemanî dema şûr li mertalê wî danî bû, ew bi mertal ve kişandibû û bi çonga wî ya çep re sûtikandibû. Şervanê li hember wî, ji çonga xwe derbe xwaribû. Şervan heta ranebû pê dernexistibû û nizanibû ku derbe xwariye yan na. Lê dema ku rabû ser xwe, hîn nû haya wî ji bayê felekê çêbû. Şervan bêtir hêrs bû. Û wekî segekî har, bi ser Kolemanî de hat. Destê şûr ber bi ezmên ve bilind kir û kete bin siya mertala xwe. Bi heman şêweyê Kolemanî jî xwe sipart siya mertala xwe û şûr li rojê kişand. Tîrêjên tavê li xwîna şûrê wî biriqand. Û bi şingîniyeke dijwar, nav û dilê şûrê şervanê hember xwe anî xwarê. Û bi mertalê xwe li belengozka şervên da. Şûrê Kolemanî serkeftibû, mertal sincirîbû û şer sekinî bû. Şervanê hember Kolemanî, li ser çokên xwe hatibû xwarê. Û wekî sêwiyê ber dîwaran stûyê xwe xwar kiribû û ji Kolemanî eman dixwast.

Koleman, çav li nexşa ber guhê şervanî ket. Ev nexş, heman nexşê li kesê ku birayê wî di xew de kuştibû de hebû. Û dixuya ev heman kes bû. Ew birayê ku her demê Kolemanî diparast, bi destê vî şervanî bi hovane hatibû kuştin. Û laşê birayê wî, bi simên hespan hatibû ecikandin.

Koleman di van ramanên tolhildanê de diçû û dihate. Dikaribû bi carekê serî wî ji laşê wî hilqitanda. Lê heqê şûrê hosteyê navdar, ne kuştina kesekî li erdê bû. Ji aliyê din temaşegerên bi xwîn û kuştinê tenê aram dibûn, digotin; “Bikuj! Bikuj! Bikuj!” Koleman şahiya li pêlikan û rûyê xweş ê mîrê ser dikê, bi awireke westiyayî nihêrt. Mirovên li ser pêlikê xwe li ezmên dixistin û digotin, bikuj! Û mîrê ser dikê jî tiliya xwe ya girdikê serejêr dikir. Û qesta kuştinê dikir.

Tavê, qûma hewşengê sincirandibû. Û xwêdana li dest û rû, qûma hûr bi laşê wan ve dizeliqand. Di wê tava tûj de, mertal disincirîn û şûr sûr dibûn li şer. Xwêdana li paşguhê Kolemanî serejêr, ber bi stûyê wî ve dihat xwarê. Şervanê li erdê hîn daxwaza lêborînê dikir. Û xwêdana li ser nexşa berguhê wî, zîpik zîpikî dibû. Ev lêborîn bi sed kuştina wî bû. Lê çi bikira, can şîrîn bû. Û ji ber vî hawî, bexşandina canê xwe dixwast. Ev rewş dilê Kolemanî jî pir aciz dikir. Û hate ser bexşandina wî, lê carde çav li nexşa birakujê xwe ket. Û wekî bazê nêçira xwe bi hêsanî zeft bike, bi guhê wî girt û bi xwîna şûrê xwe gote fîsk û guh firand. Bi guhê şervanî re dilopa xwêdana stûyê Kolemanî jî xwe bera nav qûma hewşengê da. Û wî jî wekî xwediyê xwe bi fira bazên zinarên bilind, xwe bera hewşengê da. Û bi yek carê deng ji mirovan biliya. 

Mîr û temaşegerên li pêlikan, li reftara Kolemanî matmayî man. Wekî zimanê xwe xwaribin, bi carekê deng ji wan biliya. Çavê gişan li gotina mîr bû. Her çiqas bi gotina mîr nehatibû kirin jî reftareke wusa şareza û şervanî ti demê nehatibû kirin. Tenê bi reftareke mîr, ya dê bihata bexşandin, ya jî dê bihata avêtin ber şêrên bi hefteyan tî û birsî.

Mîr li hember vê reftara zîrek û şareza ya Kolemanî her du destê xwe vekir. Û ji bo Kolemanê şervan li çepikan xist û şabaş kir. Û bi çepik û şabaşiya mîr, temaşegerên li pêlikan jî li çepikan xistin. Û ji bo Kolemanî bi hev re gotin: “Bijî! Bijî! Bijî!”

Ew bazê nêçîra xwe bi hêsanî zeftkirî Koleman, her dû destê xwe li ber bi ezmên bilind kir û di cî de li dor xwe geriya û qêriya. Ev ne qêrîna serdestiyê bû, ev qêrîna birayê wî bû ku di gora xwe de aram dibû. Û koleman, li şervanê li erdê yê guhjêkirî nêrî û ligel dengê mirovan got: “Belê tuyê bijî! Tê bijî! Lê belê wekî mora tirsê li ser te be, tuyê bijî. Û ji îro pê ve dê bizanî, êrîşa bêçekan çiqas kirêt e. Here! Oxira te, ya Talo be. Û navê te Kemo be.” Û Kemo wekî segên teriya têxin nav nigên xwe û paş de direvin, reviya. Ev kem û tirs, derbeya mezintirîn a li jiyan û şikestina mezinahiya wî bû.

Koleman bi tolhildana birayê xwe di hewşengê de ji xwe çûbû. Barana aramiyê li ser wî rişêşkî dibariya. Û şûr û mertalê wî ji xwîna şervanê kirêt şuşt. Şervanê kirêt Kemo jî, bi vê kem û tirsê ji dîwana mirovahiyê dûr, di binê bîr û şikeftên tarî de mir. Çi başî û çi xerabî, çi kir bi xwe kir.

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Mistefa Rêzan

  • NEVÎYÊ PÎRÊ
  • KOLEMAN
  • ÇAR
  • Ê Berê ÇAR
    Ê Li Pey NEVÎYÊ PÎRÊ

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.