Ji bo rêxistinkaran sirra serkeftinê

Article

Mirovên rêxistinkar (Dawetvan)  di rêwîtiya xwe yî dirêj û dijwar de lazim e zanibe çend kîlometre rê qetkiriye, gihaştiye kuder, çiqas çuyê wê bigihêjê kuderê çiqas maye. Qutê bi wî re ( Qutê manewî, teqwa, zanîn) dê wî bigihîne qonaxa wî nagihînê lazim e zanibe.

Lewra rêxistin (Dawet) û rêxistinkar (dawetvan) hew tiştekî xassê bi însan tenê ye. Yanî firaqê vî karî însan e. Madem ev kar xassê bi însan ve ye, pêwist e ku em însan qenc nas bikin. Piştî naskirina însan lazim e em xwe di eyna însan de bibînin. Lewra Pêxemberê  me (s.x.l) dibêje: “Însan Eyna însan e.”

Kesê xwe nas neke gelo çawa dikare ji bo İslaha însanê hem cinsê xwe bixebite

Dawetvan heta xwe nas neke, şert û mercê herêma xwe, yê civaka di nav de dijîne fêhm neke  ne mumkun e di karê xwe de serfîraz bibe. Hela ku mesele ji bo meriv ji da’wê re însana qezenc bike; wî wextî naskirina însan bêtir qîymet  qezenc dike.

Însan çiye?

Hebûnek ji ruh û cesed bikar hatiye; xwedî xurûr, hîs, raman û daxaz e, mehareta şitexalî, û xebatê pêre heye, ruhberekî pir li jor e.

Bi terîfeke din; însan xelîfê Xweda yê li ser rûyê erdê ye, di nava hebûnê maddî de hew ê go xweyî mesûlîyet e.

Li gorî bawerîya Îslamê însan; Hebûnek despêk û dawînga wî nayê zanîn, di ‘alema hebûnê de heyînên candarî (varlık alemî) bê emsal e.

Însan bi ruhê xwe bi cesedê xwe karpêkekî (Eser) Xweda yê bê emsal e. Xweda vê heqîqetê di Qur’ana pîroz de wiha beyan dike “ Me însan di sûretê herî xweşik de xuluqandiye”

Di kaînatê de her çi heye numûnê wê di însan de jî mewcûd e. Ruhê însan ji ‘alema ruha, hişê wî ji lewhî mehfûz ê xeberê dide.

 Xeyala wî ji alema mîsala xeberê dide. Cewherê di kaînatê de mewcûd tev di xavîya wî de hene. Mûyê di cesedê wî de daristanê ser rûyê erdê, hestûyê wî ji teht û kevira, xwîna di damarê wî de digere û ava ji dev û pozê wî tê  ji avê ser rûyê erdê xeberê dide me.

Însan ji ruh û cesed hatiye holê. Qutê cesed zexîrê ji erdê derdikeve, heger ne ji van zexîra be gelo gewdê însan dikare çiqas jiyana xwe bidomîne. Mixabin qet berdewam nake. Herwiha lazim e ruh jî qutê xwe ji Xweda bistîne

Însan ji bo xwe nas bike ewil lazim e qaweta mejîyê xwe nas bike. Çunkî her tişt ji mejî destpêdike. Mejîyê di hundirê Qa’fê însan de ji du qisma tê meydanê.

Qismê hêla rast: Malûmata qeyd dike. Şikla, erda, mesafa nabêna di cîha qeyd dike.

Yê çepê jî;  ‘İlm û zanîna ziman qeyd dike.

Sê şikil mejî hene:

1—Mejîyên biçûk: Ev kesan li ser şexsa diştexilin. filankes kîne, ça’vê filankes hewl e, filankes dirêj e…

2—Mejîyên Navend: Evana mersela bûyera diştexilin. Wesayîta min li ser 180 diçe, xanîyê min xweşik e, zevîya min avî ye…

3—Mejîyên Mezin:  Ev Kesana fikra, da’wa, civaka diştexilin. Nexasim ji bo fikrê xwe di heyatê de bikin hakim wê xebatek çawa bikin diştexilin.

Êdî emê ji xwe bipirsin gelo mejîyê me ji van hersê qisma dikeve kîjan ferê:

Heger bersiva me qismê sêyem be lazim e em van pirsa ji xwe bikin:

--Ji Qur’ana pîroz çiqas di hişê min de heye?

--Ez çend hedîsa ji berim?

--Kîtabê ez dixwînim gelo ez ji wan fêhm dikim?

 

--Kîtabê ez dixwînim gelo ez dikarim di hişê xwe de bigrim?

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê Çukusî û camêrî
Ê Li Pey Şîretên Birûmet: Exlaq 1

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.