QUDSA PİROZ

Article

 
Qudüs namusa ekbere
Warê nebi pêxembere
Teref dîjmin ceng û şere
Ya Reb dixwazin nusretê

Qudüs ketîye bindesta
Talan kirî wan zordesta
Em disa rakîn serdesta
Ya Reb şiyarke ümmetê

Derdê Qudüs ji dildaye
Ümmet bî teva mildaye
Der û dor hemî guldaye
Ya Reb rake vi zilletê

Kafîrê xebis û leîn
Ew tev bûne neyarê din
J-mer dîşine Rebbê mû'in
Ya Reb bide me izzetê

Qudsa piroz xweş mübarek
Kîr qible Rebbê tebarek
Xwezya min bidîta carek
Kal û pîr kirim hesretê 

Meşiyan bî navê Xweda 
Em tev xwe bikin can feda 
Me-j boni insana bang da
Bibin xwedyê emanetê

İsrail bû dîjminê me
Barê giran bû barê me
Mümin bû dost û birê me
Bes idi rabin ğiretê

Di debarê nivîskar de

Têhev

26

Gotar

Ê Berê ŞUKRÊ XWEDA
Ê Li Pey Lİ SER TE SELAT Û SELAM

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.