
Ya Resulellah! Sibeh sermest û melüle, melültî li welaté min herikbar davéje
Bahorekin pél digobilin li dengiza min dixe.
Min ji xwe re avahîyek çékir ji sitiriyan, û ji dujminén xwe re jî ji gül a.
Min gül raxistin li riyate, û min gül danehev ji ser riya te.
Ji hijmaran xelqé min kevir giréda li ser pişta xwe ji yén herî giran.
Ji e’şqa te Ya Muhemmed!
Ji dilû can Addasek bikar té
Ji e’şqa te dilop dilop ezén efkara vexum.
Ya Resülellah! Salvegera wîladeta te
Li dinyé qulupandin û dewrimek
Qiyam û serhildanek
Û i’yaneke ev
Li qiyamé sekinîn mihtac û belenga li quncik û neqeba
Neqeb neqeb dane ser riyén kaş
Çolistanek berfireh min ji xwe re kire zindan û ji dujminén xwe
Re jî kire cennet.
Ji Mekkehé xwas
Çîprut
Hicretek bi bal vé Dinya firehve.
Perçe parîbu ev cesed
Qiyameke Ya Wedud
Encax li Huwe” sekinî.
Jibo vé da’wé Ya Muhemmed
Ji dil bume selmanek
Ji e’şqa te gav gav Yesrîbé veduxum ez.
Ya Resülellah!
Di riyate de bi qasî Qeys ez mecnun bum îro.
Di riya te de bume asî, qanunnenas û hevqas jî bume reşekuj.
Derdekî wuha yé min bi qasî yén tevé a’lemé giran
Û ji xwe yéN a’leméye baré li ser pişta min.
Pişta min qusîyaye, Eyyup digrî li halé min
Îdî nema min rihet dike, qerpalé min bi darave girédaye.
Û ne jî Naîle
Îdî min ew û îdî min put, her tişt min terk kiriye.
Tavé avétiye der tîréjé wé li neqeba bela bu
Zaroka li wéré tav dane ber kevira
Lédan li min bu jibona vana
Jibo e’şqa te Ya Muhemmed!
Ji dila lédan li zeydekî bu
Ji eşqa talde talde derda veduxum ez.
Ya Resülellah!
Xwezî te bizanba! Te bizanba bé ev çawa evîne.
A’şiqan daduqurtîne diçe, zelîxa heyret dike
Disekine.
Ji çiyayén Taîfé heta Cudî tofana radike
Ev tofane ka tu bibîne.
Asîman û erd di qiyamédene, asîman wehîy
Barandiye.
Ev lehîyeke hela tu bibîne.
Taîf!
Min kevir li seré xwe xist.
Min kevir li dilé xwe xist
Hundiré min xun digrî û disekine
Di vé zevîyé de tav veşirtîye
Guhartinek nuxumandiye
Ji husna xwe lale lale
Mehdîyarek téme lédan.
Ya Resülellah!
Tu ji a’lemare rehmete, tu bi xér hat
Tu rézane û seroké herî qence
Tu mamosteyé nur û hîdayete
Tu tavek kaînaté ronî dike tu bi xér hat.
Tu bi xér hat!
Tu bi xér hat!
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.