
Tu pêxemberê âlemî
Ji bo xulqiyet sedemî
Nav qelb û dili her demî
Li ser te selat û selam
Tuyi gula bajarê me
Hêvya miskin û jarê me
Tuyi hem dost û yarê me
Li ser te selat û selam
Dane-l pey te ciwan û kal
Ji mer zindane meh û sal
Feda j-tera ewlad û mal
Li ser te selat û selam
Tu mizginya Rebbê Samed
Tuyi Ehmed û Muhammed
Nay bîrkirin heta ebed
Li ser te selat û selam
Ümmet teva evîndare
Ber êş û jan birindare
Mezlum bi te hêvîdare
Li ser te selat û selam
Bêhna te ketî kolana
J-bo eşqê ketîn çolana
Te naguherin j-gulana
Li ser te selat û selam
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.