
Xeyalên xwe biavêje sindoqê
Û bi çemê Nîl de berde
Însan qedrê te nizanin
Bi masîyan re xeber de
Dilo!
Hilweşî dinya
Li hev ket Dîcle w Firat
Serkanîya ji buhuştê
Eya Nîlo! Tu bi xêr hat
De veke bi serbestî
Tu sendûqa derd û kulan
Xwîn ji ku tê
Av bi ku de diherike
Fîr’ewn bi cirît dibezin
Ka Mûsa li ku ma
Niho
Ji bêexlaqîyê re dibêjin mafê mirovahî
Sihra sêrbazan betal nabe îro
Deng li dinê ma
Niha ji sihrê re dibêjin
Demokrasî
Bes asayê Musa peyda nabit
Serkanîya çem
Ji xwînê ye îro ku dadiwerive
Ji kindira demûqrasî
Tîroj di demê de diesirin
Qirr dibe sî
Betal nebû sêhra sêrbazan
Şewitîn em li ber tavê
Dibêjin dinya dibeze
Li ser pişta ga û masî
Ga mir, masî fetisî
Niha ji sihrê re dibêjin demûqrasî
Bes ‘asayê Musa peyda nabit
Serkanîya çem
Ji xwînê ye îro ku dadiwerive
Ji kindira demûqrasî
Xeyalên xwe biavêje sindoqê
Û bi çemê Nîl de berde
Însan qedrê te nizanin
Bi masîyan re xeber de
Sikûtek ji serkanîya hêvîyan
Sendûqa derd û kulan
Biherikîne eya Nîl
Li kêleka derîyê buhuştê dêyne
Tû sendûqa derd û kulan
Îro xwîn û av tevlihev in
Dibiriqin ji dûr ve
Keskesorên li ber qirrikê
Digel hêvîyên hezar dayikan
Di senduqa derd û kulan de
Vedibeşire li ser pêlên di avê
Mûsayê ber dilê me
Şûrê li ber qirrikê
Kerem ke eya Mûrsî!
Xeyalên xwe biavêje sindoqê
Û bi çemê Nîl de berde
Însan qedrê te nizanin
Bi masîyan re xeber de
Her kes ê xwe dixwe
Pût ji helawê ne nuho
Sihreke esrî ye demoqrasî
Ku îro
Wek keskesorek li ser gerdenê
Xwîn jê dadiwerivê
Li ber sêdaran
Sendûqa derd û kulan dişewite
Dayik dinalin
Hêvî dişkên
Hey hewar
Eya Nîlo
Ne ga ma ne masî
Nuho ji her fitneyê re dibêjin demoqrasî
Yedî beyda nexwî ya
Fîr’ewn li meydanê dimeşin bi serbestî….
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.