Navê Şa'irên Kurd Di Dîwana Rencûrî

Article

Rencûrî yek ji helbestvanên klasîk e û xelkê bajarê Kerkûkê ye. Navê wî yê eslî Mela 'Umer bûye û di sala 1164/1751 ê de ji dayik bûye û li derdora sala 1224/1809an koça dawî kirîye. Piranî helbestê xwe bi Kurdîya Goranî nivîsandîye. Helbestvan Hacî Qadirê Koyî di helbestekî da navê wî aniye û dibêje:
Yekê Rencûrî ehlî Kerkûk e
Fîkrî bîkrî hemû wek bûk e

Mexlesa wî “Rencûrî” bûye. Peyva Rencûrî bi wateya wî kesî ye ku zêde zehmet û narehetî dîtiye. Wî gelek helbest nivîsandine û di temenê 45 salîya xwe de jî mî'racnameyek nivîsandîye. Mijarên helbestên wî: Evîndarî, nameya heval û dostan, helbestê civakî û gelerî, tesewwuf, niştimanperwerî, dînî, dîrokî, gul û rengên gul û wesfa xwezayê, Şîn û mersiye ne. Ew di helbesteka xwe da navê 54 helbestvanê Kurdistanê tîne ziman ku piranîya wan helbestvanan helbestvanê edebiyata Goran in.
Di sala 1984 an dîwana Rencûrî ji layê Mihemed 'Elî Qeredaxî ve hatye çap kirin. Rencûrî di helbestekî xwe da dibêje:

Şu'eray Kurdistan, goyindani xas
Her çî meşhûren perêt kerû bas

Mela Necef nam, Xanay Qubadî
Yek Mela Salih cergey Muradî

Mela Mistefay Bêsaran menzil
Mela Hacî Caf, 'Umer Omermil

'Ezîzi Derdîn, Mihemed 'Îsa Beg
Hacî Tîleko, Feqê 'Elî Lek

Yusifi Yaske, Mela Temer Xan
Şêx 'Elî Herîr, Mela Ye'qûb Can

Şêx Weys Gelalî, 'Ezîzulla Lûrr
Şêx Mihemed Camî, Mela Bayindur

Ehmed Dolleyî, 'Ebbasî Sanî
Bakî û Siyapoş, Dede Sêwanî

Huseyn Xani Lûrr, Şa'îr Cubraîl
Cangîr û Mensûr, hem Mîr Îsma'îl

Ehmed Beg, çenî Mehmed Axay Zend
Axe Paweyî , Nezer Kakewend

'Elî Xudakerem, Mehmed Axay nam
Bakî Bêmoşî, kabey fam temam

Welî Dêwane, Xwacey Erdelan
Şêx Şehabedîn, Şaqela Eywan

Mela Nûr 'Elî, Yusifi Derdîn
Şafî û Welî Xan, Karêzî Hezîn

Îsma'îl Dawid, Bekir Xalldanî
Muhemed Zengene û Neder Rewanî

Mehmûd Axay Zend, Mela Kamî nam
Qemerallî nam, Rewanî meqam

Mewlana Îlyas, Zebûnî, Zînnûr
Yek Feqê Ehmed we Nakam meşhûr

Henî ma Baqî şu’eray Kurdistan
Dildaran xasi poli sermestan

Ya ne her yekê ce yek diyarê
'Ellamey dewr bîn ce rozigarê

Sahêb keyf û zewq dîwaxane bîn
Her kes pey kesê wêran yane bîn

Hekkak û xewas kan gewheri bîn
Sahêb ferd û beyt sewdane ser bîn

Ey dinyay bê şert çun dari şetrenc
Yek yek nimana pêşan yaney renc

Her yek we rengê wendişan ce pa
Xeltanişan kerd ne xaki siya

Îste nemenden xeyir ce namişan
Xeyr ce watey ferd ne kelamişan

Her êd mizanî çerxi pirr xeter
Miwezot ne dam ce wan beter ter

Wer ce roy mergit ferdê ker îcad
Yaran dimay merg baweran we yad

Hamseran her ro ce rûy zerûrî
Biwaçan: Ax ax! Perê Rencûrî
Rencûrî derûn pirr nêşi xaren
Pey wadey mergiş we întîzaren

Jêder: Dîwanî Rencûrî (Mela 'Umerî Rencûrî), Lêkolînewey Mihemed 'Elî Qeredaxî, çapa yekem, Bexda 1983.

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê TEXMÎSEK Lİ SER HELBESTEKÎ NALÎ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.