NEVÎYÊ PÎRÊ

Article

Wekî kevaniyeke jêhatî rahişt satila xwe û ber bi bêriyê ve çû. Pîbêran zûde pez xistibûn bêrî û serbêrî li hêviya wê bû. Her çiqas temenmezin û çavê wê baş nediya jî bi salan re hînî bêrîvantiyê bûbû. Û li gor gelek jinên cuwan jêhatîtir bû. Ji ber bûkê nizanibû pez bidota, ew dihate dotina pez. Lê di nav salan re derbas bûbû û di kar û zanebûna xwe de li paş nemabû. 

Satila xwe li ber bizinê danî û li ber bêrî rûnişt. Bêrî ji çend gomeyên mezin pêk dihat. Ji bo pala xwe bide bêriyê, berpalekî kevir jê re danî bûn. Serbêrî jî ji bo xwe gomeke rast danî bû. Û li ser rûdinişt û serê pez digirt. Baş xerab bizinên xwe dot û dawiyê dest bi dotina mîhan kir. Yek du mîhên xwe dot, lê çima mîhê tepika rîxê li satila şîr nekir. Got çelp û çîpikên şîr belav bûn. Dapîra bêrîvan a di nav salan re derbas bûbû, destê hilkirî û ji bermîza pez qatgirtî li binê satila şîr xist. Di nav şîr de, li tepika rîxê geriya. Destê xwe carek du, di nav şîr de bir û anî heya dît. Lê çawa bibîne, heya dît şîrê spî kire herîsork. Û destê xwe hejand û got çelp, tepika rîxê li erdê xist. Şîr ji şîrbûniyê ketibû. Lê ji ber ku çavê wê nedidît, werê pezê xwe li ser satila berê dot. Bizinên xwe qedandibû û dest bi dotina mîhan kiribû. 

Serbêr ji kawikbûn û keslaniya xwe kîjan ajal bihata serî digirt. Û dida ber dotinê. Jê re mîh, bizin, gîsk, kavir û beran ferq nedikir. Beranê kel jî ji bêriyê dernediket û her tim di bêriyê de bû. Serbêr, ji keslaniya xwe hima bi serê berên jî girtibû. Dapîrê bi berên girt û xwast bidoşe. Lê kir nekir şîr jê neanî. Û di ber xwe de got: “Jahr tê tune! Ka ev çine, hûn xwedî dikin! Dilop tê tune!” Serbêr, lê nihêrt ku bi serê beranê kel girtiye. Û hima hînge bêrîvan pê nehesiyabû û tiştek negotiye, beran berda û bi serê mîhekê girt. 

Dapîrê bi elveketî pezê xwe dot. şîrê xwe parzinand û devê depokê xwe girê da. Şivên jî çend pariyên dawî li binê firaqa xwe ya xwarinê xist. Û dapîra bêrîvan, firaqê xwe bi rimilka mexelê hilda, destik av li firaqan kir. Û şuştina firaqan, ne bi dilê wê ba jî ew xistin têra kera cûn û berê xwe da malê. 

Zarokê ber dilê malê li dikê hîn raketî bû. Sî, ser şeqitî bû û tava havînê germa xwe baş dihesand li lingê wî. Pingîniya mêşan, li ser serê wî danî bû. Toz û telaza dikê, li ser wî û çarika wî danî bû. Lê carde jî bi xwer nedidî rabe û xwe bide ber siyê. Xwe di nav vê gevzikê hildida. Û werê keslan nikaribû mêşan ji ser xwe biqewranda. 

Dapîrê şoş li cûna westiyayî kir û li ber alifê wê girê da. Û bangî kurik kir: “Hela rabe mehrûmo! Te li xwe kir êvar! Û van mêşan ji xwe biqewrîne. Keslanê Bexdê ne mîna te ye! Weh!” 

Dapîr, her çiqas dipeyivî jî, dîsa karê xwe bi xwe dikir. Her demê digote; “divê meriv birîna xwe, bi destê xwe derman bike.” Û kurik ji cî xwe ranebû û ji ber mêşan, di nav wê gevzikê de gote qîr û giriya. Dapîr, lê gelek matmayî ma û got: “Ev çiye kuro? Tu ji bo çi digirî?” Kurok bi girî û serê xwe berjêr kir û got; “Ma ez yek im, ew hezar heb in. Ezê çawa kanibim bi wan!?” Dapîr bi halê xwe û neviyê xwe keniya. Dê çi bikira, ji xwe tiştek ji destê wê nedihat. 

Dapîrê şîrê xwe dubare parzinand û bera teştê da. Paşê hate navciyên neviyê xwe rakir. Mêş û meholan qewrand û gevzika dikê paqij kir. Lê nihêrt ku bûkê taştê çênekiriye û bi ser de jî berê xwe daye mala bavê. Dapîrê ji mecbûrî çû metbexê ku ji neviyê xwe yê keslan re taşteyekê amade bike. Lê çi bibîne! Di sarincê de jî tiştek nemaye. Hima zû bi zû kefek dest nan danî ber neviyê xwe û got: “Tenê nanê tisî heye. Tu vaya bixwe heya ez tiştekê çê dikim.” Kurikê keslan li dapîra xwe nihêrt û got: “Ev nan e. Lê ka tisî!?” Dapîr li neviyê xwe nihêrt û kire waxewax. Û jê re got: “Law tu ne yê xwedîkirinê yî. De îja em mecbûr in!” Dapîra reben hima demildest çend hêk û hinek dims li nav hev xist û danî ber wî. 

Kurikê keslan dû nanê tisî û çend parî dimsehêkê rabû xwe tîmar û boyax kir. Û bendî dapîra xwe nema. Sola xwe li nigê xwe şidand û serejêr bû. Dapîra wî hat, lê çi bibine! Zarok car de derdor kiriye rasta bênderan. Pantor, pîjeme, şal û derpê her tişt li ciyekî hiştiye û derketiye çûye. Çûye bi tengala hevalan ketiye. Di nav hevalên xwe de qurre qurre dimeşe wekî axê heftgundan. 

Kurik qurretiya xwe li serê hevalên xwe dikir. Bi ti tiştî razî nedibû. Û tinazên xwe bi xwarin û vexwarina wan, bi pêxistin û lixwekirina wan dikir. Kurikê keslan yê zikbirçî û nikaribû mêşên ser xwe biqewranda henekên xwe bi yên din dikir. Li mal nan tunebû bixwara nanê tisî dixwar, lê li nav hevalan peyvên mezin dikir û xwe dipesinand. Hima yekî jê re bigota, “Tu qeşeng î. Cil û kincên te baş in. Porê te xweş sekiniye” Ev peyv û pesn ji bo wî bes bû. Û qet ne di bala wî de bû, rewşa malê. Pesn û pesirandina ji hevalan ji bo wî girîngtir bû. Wekî gelek mirovan nanê bêxwê dixwar, tirê şor dikir. 

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Mistefa Rêzan

  • NEVÎYÊ PÎRÊ
  • KOLEMAN
  • ÇAR
  • Ê Berê KOLEMAN
    Ê Li Pey

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.