SERKETINA SIN’ET BI ÎLTÎFATÊ TÊ

Article

 

Însan ji xulqîyata xwe de, xwedî gelek qabîlîyeta ye. Ev qabîlîyet, bi perwerdehîyê, bi kâr anînê derdikevin meydanê û bi pêşve diçin. Qebîlîyetê di însana de, heger neyên bikâranîn, piştî demekê, ko dibin diçin, wunda dibin.

 Qebîlîyet, ji nî’metê Xweda Te’âlâ ye. Meriv heqqê wê lazim e bidê û ji bo menfî’eta însana û dînê Îslamê bi kar bîne. Mirovê mu’min, qabîlîyetê xweyî çi maddî û çi me’newî, di daîra Îslamê de lazim e bikâr bîne û bi pêş ve bibe.  

Di vê nivîsê de, emê li ser qebîlîyêtê sin’etî bisekinin. Qebîlîyetê sin’etî, wekî her qebîlîyetê bi perwerdehîyê û bi kâr anînê pêş ve diçin, lê belê, domkirina wê bi îltîfatê ye. Ji ber vê civaka Îslamê, lazim e qîmetê sin’et û sin’etkarê xwe zani be, li sen’etkârê xwe, xwedî derkeve; bi destê wan bigre;  bi her şeklî alîkârîyê ji wan re bike.

Sin’et, carna bi malîyetê tê îcra kirin, carna bi dilxweş kirinê… Sin’etkâr, ji bona hunerê sin’etê xwe derîne meydanê, lazim e ji alîyê aborîyê ve, di tengasîyê de nemîne; û îltîfatê ji gellê xwe bibîne. Ku ev şert bi cî nebin, sin’eteke baş dernayê meydanê.

Em misliman, di vê mijarê de, gelek carî tiştê li ser me dikeve bi cih naînin. Wekî ku pêşîyan gotîye: “Giyayê ber derî te’l e!” Em li nîvîskar û sin’etkârê ji xwe, xwedî dernakevin; qîmetê wan nizanin. Em di bê qey, nivîskâr û sin’etkârê qenc, her ji xerîba nin. Em ji yê xwe re nabêjin “Aferin!”. Heger nîvîskârê ji me, pirtûkek nivîsî be, em wê pirtûkê nakirin. Heger albûmek mûsîqîyê derxisti be, em wê albûmê nakirin, yan jî emê yekê ji ber wê derxînin (qopye bikin)

Civaka Îslamî, lazim e di her new’ê sin’et û hunerê de, xwe bi pêş bixe; pîyasa xwe çêbike. Sin’etkâr û hunermendê ji nav wê derdikeve, lazim e wan di nav xwe de bihêle; wan xwedî bike; wan ji dest xwe neberde. Heger hunermend û sin’etkâr, îltîfatê ji gellê xwe nebînin, ya wê sin’etê xwe biterikînin; yan jî wê herin cîyekî ku îltîfatê li wir bibînin.

Misliman, heger di sin’et û hunerê de, pîyasa xwe çênekin; pîyase wê ji der û dorê neîslamî re bimîne. Zarok û ciwan, bi terbîye û telqînê neîslamî, wê mezin bibin. Gellê Misliman, ji kehnîyên pîyasa xeyrîîslamî wê avê vexun. Ji ber vê, lazim e Misliman, valayîyê nehêlin di vê qadê de. Ji filmê zaroka bigire heta filmê sînema, ji pirtûkê zaroka bigire heta şî’r û hîkaye û roman û şanoya mezina, di qada sin’et û hunerê de, lazim e Misliman, xîretkêş û jêhatî bin.

Em qebûl bikin yan qebûl nekin, îro înternet û medyâyê, ji her tiştê pirtir însan xistine bin bandora xwe. Madem ev heqîqet e, lazim e Misliman jî, di înternet û medyâyê de, pir xûya bin. Jîn û jîyana Îslamî, tebliğ û gotina heqîqetê, lazim e di van dinyayê xeyalî de jî, bêne xûyakirin. Cîyê em lê tûnne bin; ew der wê di bin bandora şeytana de bimîne.

Misliman, lazim e tû carî, li paş dewr û zemanê nemînin. Zewq û hewceyîyê însana, di dewr û zemana, dibe kû bên guhertin. Zemanekî herkesê xwendekâr, muheqqeq şopa rojname û kovarê edebî yû fikrî dikirin. Pirtûkê nû, ku di hatin weşandin, zû peyde dikirin û dixwendin. Lê belê îro, her çiqas ev tişt muhim bin jî; gelek însan, xwendina xweya edebî û fikrî, li ser rûpelê Înternetê dikin.

Qada mûsîqîyê, qadek ji qadê sin’etê ya herî giring e. Ji dîrokê herî kevn heta îro, mûsîqî her dem însan xistine bin tesîra xwe. Belkî di dewr û zemanan de, şiklê cûreyê wê hatine guhertin; lê belê mûsîqî, di nav însanan de, her qîmet dîtî ye. Ji ber vê yekê, Misliman, lazim e vê qadê îhmal nekin; di vê qadê de jî, li pêş bin; tabi’ê xwe, bi hunerê hêja, di dest xwe de bihêlin, wan ji dest xwe nerevînin. Lewra wextê hûn mûsîqîyek hêja neyîne holê; însan wê herin, vê hewceyîya xwe, ji hinekî din bibînin.

Mûsîqî, wekî aletekê ye, tu karî wê ji bo qencîyê jî, ji bo xerabîyê jî, bi kâr bînî. Wextê di destê we de, mûsîqîyek kû însana tetmîn bike tune be; însan wê herin mûsîqîya kû ji destê xeraba derketîye guhdar bikin. Wê demê ev mûsîqî, li ser guhdarê xwe, wê texrîbatê bike. Lewra ku mûsîqîşînas, ne mirovên bi teqwa bin, wê gotin û helbestê wan jî, ne Îslamî bin.

Ji ber ku di pirê dewrê dîrokê de, mûsîqî ji bo kêf û zewqa dinyayî hatîye bikâranîn; ehlê Xwedê, xwe jê dûr kirine û ew caîz nedîtine. Lewra hem bi terzê wê û hem ji ber ku gotinê fehş pê re hatine gotin; mûsîqî bûye sebebê ğefletê; bûye sebebê ku însan ji Xwedê dûr bibin.

Mûsîqî, di van demê dawî de, ji boy fikr û ideolojîyê ğeyrî Îslamî jî, hatine bikâranîn. Dozvanê batilê, gelek qîmet dane mûsîqîyê û gelek mesref ji bo wê kirine da ku mûsîqîya wan, bê ‘ecibandin û bi wesîta wê, bighên armanca xwe. Çi hezîn e ku gihane armanca xwe jî. Bi wesîta mûsîqîyeke xweş, xwe gihandine her malê. Fikr û îdeolojîyên xwe yên çepel, xistine serê gelek qîz û xortê Mislimanan. Îro li her derê, dengê mûsîqîya wan tê. Cazîbeya vê mûsîqîyê, mirovan dixe bin tesîra xwe. Gufte û besteyê wan, li ser zimanê herkesi ne. Kêf û şahîyê mîllet, de’wet û dîlanê mîllet, li ber vê mûsîqîya ğeyrîîslamî tên kirin.

A herî hezîn ev e ku gelek Mislimanê bîrewer jî, li wan guhdar dikin. Çima gelo? Wextê tû vê pirsê ji wan dikî, bersîva wan amadeye: “Ew, vî kârî baş dikin, xweş dibêjin, ez hew li mûsîqîyê guhdar dikim; ez guh nadime gotinê wê. Hem kâ mûsîqîyeka Mislimana heye ku em lê guhdar bikin û me têr bike?”

Herçiqas jî ev, ji Mislimanekî bîrewer re, me’zeret neyê qebûlkirin jî, tiştê ku dibêjin rast in. Çima Misliman, mûsîqîyeke wuha nikârin çêkin gelo? Di nav Mislimanan de, hineke ku kâribin, vê mûsîqîyê çêkin ma qet tûnne ne? Nexêr, muheqqeq hene; bes ku pêşîya wan bête vekirin.

A baş ev e ku di vê mijarê de, daîre û esasê Îslamî, hessasîyetê civaka Îslamî, bêne tesbît û te’yîn kirin. Mirovê sin’etkâr, di nav vê dairê de, li gorî van hessasîyeta, lazim e hunerê xwe îcra bike. Çiqas karibe berhemê bi kalîte çêke, bera çêke. Bi şertê hunermend û sin’etkâr, heddê xwe zanibin; bi hal û hereketê xwe, ji mirovan re bibin mîsal û modelên qenc. Bi navdarî û şuhreta derewîn xwe hunda nekin.

Ji ber kû Înternet û telefonê pir bi fonksiyon, gelek belav bûne, firotina albûma zehmet gerîyaye. Belê dîsa jî, mesrefa albûma lazim e bi sponsorîyan bête dîtin. Ne rast e ku meriv vî kârî îhmal bike; ji ber ku ev kârekî pir bi mesref e. Lewra te’sîra vî kârî, pir mezin e li ser civakê. Feydeyê ku sin’et û sin’etkâr bide gel, ji vê mesrefê gelekî zêdetir e.

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

19

Gotar

Ê Berê ZAROKÊ ME JI DEST ME DIÇIN
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.