MUKAFATA DANA DI RÊYA XUDA DE

Article

Berê debara malan gelekî zehmet bû. Wek îro li her malê genim tunebû. Gelek insana nanê ceyî dixwarin. Malên ku heywanê wan hebana, dew di meşkan de dikelandin. Nivîşkê ku bi ser dew diket, dihilandin û dewê ku di beroşan de dima, gundî dihatin ew dibirin malê û ew bi nanê ceyî re divexwarin. Ji ber ku weke niha terektor û motor tunebûn, cot bi pirayî bi ga dihate kirin. Li beriyê kesên hinek erdê wanî zêde hebana, diçûn ji gundê çiyê ga ji xwedyê wan bi heq digirtin û pê erdê xwe cot dikirin. Ji ber ku genim peyda nedibû, bi pirayî ceh dihate çandin. Ew cehê ku diçandin, ji xwe re dihêran dikirne qûtê salê. Ceyê ku jibo qût dihilandin jî, wan gelek salan dernedixistin heta havîneke din ku ceyê sala dî ji erdê rakin.

Di wê dema ku cotkarî bi awayê me behs kir dibû de li gundekî çiyê bi navê Osmanê Silêman zilamekî dewlemend hebû. Însanekî merd bû, rehma wî ji gundiyên wî re hebû. Salekê ji gundiyên wî heşt mal qûtê wanî salê xilas bû. Rabûn çûne cem Osmanê Silêman. Rehma Xwedê lê be, jê re dibêjin: “Erdê te yê di devê çem de cehê wî çêbûye, heger tu musaada me bide, emê ji xwe re biçinin û hişk bikin.” Hê xweşik hişk jî nebûbû, lê belê jiber ku hewceya wan pê hebû, ji mecbûrî dixwestin ku ew cehê nehişk biçinin. Ji Osmanê Silêman re gotin “Emê vî ceyî biçinin ku cehê me havînî derket emê deynê te bidin.”

Rabûn wan heşt malan bi hevra ceh çinîn û hişk kirin, piştî ku cehê xwe ji nav kayê derxistin, nêrîn ku ceh heşt barin, her malekê barek ji xwe re bire malê. Piştî vê çinîna wan, baran ji nû ve hat, ji ber ku erdê Osmanê Silêman di ber çem de bû, ciyê erd jî xweş bû, ew cehê ku heşt malên gund çinîbûn, ji nû ve ji binê xwe ve şîn bû û careke din simbil lê ketin. Lewra bi şînatî û bi dasê hatibû çinîn, bi emrê Xwedê weke berê çêbû. Rehmetiyê Osmanê Silêman ew erdê ku heşt malan çinîbû, wî jî çinî û bêndera xo rakir. Cehê xwe xist ferda, nêrî ku careke dî heşt bar ji cehê wî hatine. Heşt malên ku cehê Osmanê Silêman çinîbûn, wan jî cehê xo çinîn û her malekê xwest ku barekî bide Osman. Osmanê Silêman ji wan re got “We ji erdê heşt bar rakiribûn, min jî heşt bar rakirin. Tu deynê we tuneye. Ewê ku we rakir, behra we bû. Evê min jî rakir, behra min e. Xudayê Teala ji ber we, ev behra min jî da min. Ez vî barê ku wunê bidin min naxwazim.”   

Xudayê Teala di Qur’ana Kerîm de weha ferman dike: “Rewşa wan ên ku malên xwe di rêya Xwedê de xerc dikin, wekî mîsala libek tov e ku heft simbil jê hêşîn dibin, di her simbilekî de jî sed lib hene. Xweda jibo kesên dixwaze, qat bi qat zêde dide wan. Xweda îhsana wî pir e û zana ye.” (Sûreyê Beqere 261) Ew tiştê ku Xudayê Teala da rehmetiyê Osmanê Silêman, mukafata dana wî ya di rêya Xuda de ya dunyayê bû. Lê belê ew tiştê ku Xudayê Teala di axretê de wê bidê, hê mestire heta bi heft sed qatî.

 Wilo tê fêmkirin ku Xudayê Te’ala mukafata înfaqê, ne tenê li axretê, carna li dunyayê jî dide. Weke mesela rehmetiyê Osmanê Silêman meriv bi ça’vê xwe raste rast wê mukafatê dibîne, carna jî meriv nabîne.  Belkî gelek caran bela û musîbet bi serê însanan de tê, feqet ew înfaqa di rêya Xudê de wê bela û mûsîbetê vedgerîne. Di ciyê ku meriv texmîn nake Xudayê Te’ala mukafata înfaqê li dunyayê jî dide.

Di debarê nivîskar de

Têhev

15

Gotar

Ê Berê REHMA XUDAYÊ TE’ALA: BARAN
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.