MA QEY NE BES E?

Article

 

Ma qey ne bes e,  em bibin bira
Pez bê şivan e, l-însafa gura
Em çima sar in hewqas ji hev ra
Ma qey ne bes e, em bibin bira

Xwedayê mezin ferman anîye
Muhemmed Resûl ji mer şandîye
Qur’ana pîroz îmam danîye
Ma qey ne bes e, em bibin bira

Rabin hilînin fîtnew fesadî
Em tev bidin hev destê biratî
Ava kin l-cîhan, dost û aşîtî
Ma qey ne bes e, em bibin bira

Çend zivistan çûn, me nedî bihar
Qîr û hewar e, ma nabî şîyar
Hesret mane li gul û gulîzar
Ma qey ne bes e, em bibin bira

Hez bikin ji hev, em ji can û dil
Weka bilbilê li dora sorgul
Da şîn bin nêrgiz, lale û simbil
Ma qey ne bes e, em bibin bira

Ji bêyekîtî, em bûne sed par
Ji mer tüne ye diyar û cihwar.
Me hêsir barand, dîsa wek her car
Ma qey ne bes e, em bibin bira

Ev halê xerab ji me re ‘ar e
Fêr bin birano, li me êvar e
Tarîya zilmê, gelek dijwar e
Ma qey ne bes e, em bibin bira

Ferz e li ser me, tifaq û wehdet
Bin siya Qur’an, bibin yek millet
Jibo avakin heq û ‘edalet
Ma qey ne bes e, em bibin bira

Jimara me pir, em bêqimet in
Ma ne fediye m-çiqas millet in
Binêre bira, îrom bindest in
Ma qey ne bes e, em bibin bira

Ji rêyû durban, a Qur’an bes e
Ji de’w û dozan, a Resûl bes e
Ji şeref û şan, ev j-me re bes e
Ma qey ne bes e, em bibin bira

Xwedayê ‘alem em kirin însan
Daye me can û aqil û ziman
Bi qencîm kirne, xelîfê cîhan
Ma qey ne bese, em bibin bira

Hewqas nî’metên bê hed û jimar
Ellah daye me di sibew êvar
Ji vê ğefletê em bibin şiyar
Ma qey ne bes e, em bibin bira

Li xwe şiyar bin neçin rêya şaş
Riya heq heye, berî nedin kaş
Bixemlînin xwe bi exlaqê baş
Ma qey ne bes e, em bibin bira

Em bi qîmet in xwe nekin erzan
Hêja ye dinyayê qîmetê îman
Xizna bêdawî, nûra her zeman
Ma qey ne bes e, em bibin bira

Ezîzim dibêm van çend gotina
Şiyar bin li ser hîlê dijmina
Nexapin tucar b-dekê xayîna
Ma qey ne bes e, em bibin bira

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

16

Gotar

Ê Berê DE WERE ÎSLAMA DELAL
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.