XELASȊ DI RASTIYÊ DE YE

Article

Pesn û hemdên bêjimar ji rebbê me “Xwedayê Aleman” re bin. 

Rastȋ ango sidq, bi wateya dirustȋ ȗ edaletê tê pênasîn ȗ nȋşandan. Dijberȋ bêjeya rastiyê jȋ kȋzb ango derew tê diyarkirin. Rastȋ, bawermendên Ȋslamê digihêjȋne xelasiyê ȗ ber bi bihuştê da dibe. Derewkarȋ jȋ di nava gunehan de digevizȋne ȗ ber bi dojehê ve dibe. Rastȋ, wek ku civak jê fêm dike ne tenê bi gotinan e. Heman awayȋ divê bi dil, bi ziman û bi ‘emelê xwe jȋ yekdeng û yek tevger be. Ji van hêmanan tenê yek jȋ gumanbar be, rastiya ji dil dernakeve holê. Li gorȋ çarçoveya Ȋslamê divê kesên bawermend di destpêkê de ji dilê xwe rast be ȗ rastȋ ji dilên wan derbas bibe.

Xweda ȗ Resulê Xweda ji mumȋnan xwestiye ku di nêta xwe de, di fikr ȗ ramanên xwe de, di peyv ȗ gotinên xwe de, di sond ȗ peymanên xwe de, di têkiliyên xwe yê civakȋ de xulase di her rewş û tevgerên xwe de li ser rastiyê ȗ dirustiyê bijȋn ȗ bimirin. Jixwe di destpêka sȋfetên pêxember ȗ kesên salih de rastȋ ȗ pêbawerȋ hevpar e. Ev kesên hanê ji me re xezȋneyek binirx ȗ şopek diyar hiştine. Ev xezȋne ȗ şop ji bo kesên bawermend serkeftin ȗ xelasiyê encam dide. Ji ber vê yekê kesên bixwaze hem li dinyayê ȗ hem li axȋretê bibin ehlê xelasiyê ȗ li hember Xwedayê Teala rȗreş nebin, divê li ser rastiyê bijȋn ȗ jiyana xwe jȋ li gorȋ vê şopa pêxember ȗ salihan bixemilȋnin. Lê belê ev şop ȗ şopgerên xwedayȋ, ewê riya me ronȋ bike ȗ me nêzȋkȋ afirȋnerê her du cȋhanan bike.

Di civaka ȋroyȋn de gava ku em lê dinihêrin, em rewşek neyȋnȋ dibȋnin. Rastȋ ȗ derew bi hev re hatiye veguhertin. Di nêrȋna civakê de rasti bê nirx, derew jȋ bêhempa tê pejirandin. Endamên civakê ji bo berjewendiyên xwe rastiyê binpê dikin ȗ derewan serdest dikin. Mixabin ev kesên tê qalkirin, ketine dafika şeytên ȗ derewan li mirovan dikin ȗ wan dixapȋnin. Lewra nerastȋ ȗ derewkarȋ, xapandinê di xwe de dihewȋne. Resûlê Xweda li ser van kesên xapînok hişyariyeke pir girȋng pêşkêşȋ me dike ȗ wiha dibêje: “Yên ku me dixapȋnin ne ji me ne.” Ev hedȋsa Resȗlê Xweda tê çi wateyê gelo? Divê em li ser vê hedisê bihizirin ȗ di mejiyê xwe de şênber bikin. Yên ku derewan li bawemendan bike ȗ wan bixapȋnên nabin ji wan kesên mumȋn. Ev encam xetereyeke mezin nȋşanȋ me dide. Divê em her gav hişyar bin ȗ bi rastȋ ȗ dirustȋ tevbigerin da ku em ji vê xetereyê rizgar bibin.

Berdêl ȗ bandora rastiyê ne tenê li dinyayê xwe nȋşan didin. Bawermendên ku rastȋ di naveroka jiyana xwe de dabe rûniştandin, li her dû cȋhanan jȋ rȗsipȋ dibin. Hem li dinyayê hem jȋ li axȋretê dibin xwediyê sermayeke bêhempa. Xwedayê Te’ala di sûreyê Ehzab, ayeta bȋst ȗ çaran de wiha fermankiriye: “Da ku Xwedayê Teala rastgoyan bi rastbêjiya wan xelat bike ȗ munafiqan jȋ -eger Ew bivê- dê bide ‘ezabdan, yan jî (eger ew tobe bikin) dê tobeya wan qebȗl bike. Bêguman Xwedayê Teala Xefûr û Rehîm e.” Di wê xirecira Qiyametê de feydeya tu kesȋ nagihêje tu kesȋ ȗ alikariya ȋnsanan herȋ zêde jê heye, sermayeya biqȋmet rasti ye.

Xwedayê Teala di mijara rastȋ ȗ rastgoyê de mȋnaka herȋ xweşik Hz. Mȗhammed (Silava Xweda li ser wȋ be) nişanȋ me daye. Helwest ȗ tevgera Resȗlê Xweda ji aliyên neyarên Ȋslamê ve jȋ hatiye pesinandin ȗ pejirandin. Tu carî ji devê Resȗlê Xweda derew derneketiye ȗ her tim rastȋ ȗ heqȋqet gotiye. Ji ber van sȋfet ȗ taybetmendiyên Resȗlê Xweda, muşrȋkên Mekkeyê mal ȗ milkên xwe yên binirx radestȋ Wȋ dikirin. Heta ku ji aliyê muşrȋkan ve ji Mekkeyê hate derxistin ȗ gava hȋcretȋ Medineyê kir jȋ, emanet ȗ malên neyarên xwe ji bo bigihêjȋnin xwediyê wan radesti Hz. ‘Eli kir. Li hember vê rastȋ û dirustbȗna Resȗlê Xweda, herkes heyran ma. Neyarên dȋnê Ȋslamê jȋ ev yek piştrast dikir ȗ li xwe mikur dihatin ȗ wiha digotin: “Mȗhammed merivekȋ rast ȗ dirust ȗ pêbawer e.”          

Dȋsa Resȗlê Xweda di hediseke xwe de wiha dibêje: “Rastȋ, mirovan ber bi qenciyê ve, qenci jȋ mirovan ber bi bihuştê ve dibe. Ew kesê gotina xwe ya rastiyê bidomȋne, paşȋn dibe ji kesên sadiq. Derew mirovan ber bi gunehan ve, guneh jȋ mirovan ber bi dojehê ve dibe. Ew kesê gotina xwe ya derewȋn bidomȋne, li cem Xwedayê Te’ala ji derewkaran tê nivȋsandin.”

Weke berȋ niha me daxuyand di gelek ayet ȗ hedȋsên din de jȋ girȋngiya rastiyê ȗ xetereya derewkariyê hatiye tomarkirin. Em jȋ wek bawermendên dȋnê heq -dȋnê Ȋslamê- divê em xwe ji dafikên şeytên, ango ji derew ȗ derewkaran biparêzin. Di jiyana xwe de tu carȋ cih nedin derewan. Bi henekan be jȋ nêzȋkȋ derewan nebin. Di her gav ȗ demê de li ser riya herȋ rast bimeşin ȗ bibin hevalbendên rastgoyan.

Çawa ku ji vê nivȋsê jȋ tê zanîn Xweda ȗ Resȗlê Xweda, şopa rastî ȗ nerastiyê nȋşanȋ me didin ȗ bi awayekȋ zelal feyde ȗ xisarên wê jȋ ji me re vedibêjin. Kesên ku bixwaze hem li dinyayê ȗ hem li axȋretê bihizûr ȗ bextewar be, divê guh bidin van şȋretên xelaskar. Li dijȋ vê yekê herkes di xisar ȗ zȋyanê de ne.  Rastȋ dibe wesȋla xêr ȗ xelasiyê. Lewra xelasȋ di rastiyê de ye. Dawiya doza me her tim, şikra ji Xwedayê Rebbê ‘alema reye

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Ê Berê EZMÛNA LI DINYAYÊ MAYÎNDE YE
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.