Mezinantiya Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû Wesselam Û Mîsalên Şeş Zarokan

Article

Ustad Bedî’uzzeman di Mektûbata xwe de di Rîsala Mu’cîzatê Ehmediye de mîsalan ji şeş zarokan tîne. Van zarokan her yek ji wan nexweş dikevin û bi destê Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam rihet dibin. Wiha dibêje:

“Şeş zarok, her yek ji wan bûye mezherê mu’cîze ya Ehmediye.

Zarokê yekem: Îbnî Ebî Şeybe, muheqqiqê kamil û muhddisê meşhûr, xeberê dide ku: Pîrekekê zarokek anî ba Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam, bi wî zarokî re belayek hebû. Xeber nedida, xavok bû. Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam bi avekî medmedekir (avê di devê Xwe werda), destê Xwe şûşt û wê avê da pîrekê û ferman kir: “Vê avê bi zarok bide vexwarin”. Zarok piştî avê vexwar ji wê nexweşiya wî û bela wî tiştek nema. Bû xwedyê ‘eql û kemalek wisa ku ji însanê herî bi ‘eqiltir pêştir ket.

Zarokê duyem: Hezretî Îbnî ‘Ebbas bi neqla sehîh gotiye: Zarokekî din anîn ba Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam. Destê Xwe yî mubarek danî ser singa wî. Zarok ji nişka ve vereşiya. Ji nava wî bi qasî xiyarkî biçûk tiştekî reş derket. Piştî wê zarok şîfa dît, rihet bû û çû.

Zaorkê sêyem: Îmamê Beyheqî û Nesaî bi neqla sehîh xeberê didin ku: Zarokekî bi navê Mûhemmed Îbnî Hetîb, beroşa keliyayî bi ser milê wî de rijiyabû, temamê milê wî şewitîbû. Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam milê wî mesihkir û tifa xwe tê da. Hema di wê deqê de milê wî rihet bû, şîfa dît.

Zarokê çarem: Zarokekî mezin bûye lê zimanê wî tune, xeber nade. Hat ba Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam. Fermanî wî kir got: “Ez kî me?” Zarokê bêziman ku qet xeber nedaye got: “Ente Resûlullah (Tu Resûlê Xweda yî)” û dest bi xeberdanê kiriye.

Zarokê pêncem: Îmamê ‘esrê Celaleddînê Suyûtî –ku ne di xew de, di haletê şiyariyê de tekrar tekrar bi Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam muşerref bûye- bi texrîc û teshîh gotiye: Zatekî bi navê Mubarekul Yemame meşhûr bû, wextê ku nû tê dunyayê wî tînin ba Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam, berê wî didin ‘Eleyhîsselatû wesselam. Zarok dest bi xeberdanê dike. Dibêje “Eşhedû enneke Resûlullah. Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam jê re dibêje: “Barekellah”. Ev zarok piştî vê xeberdanê heta mezin dibe jî xeber nade. Ji ber ku dibe mezherê vê mu’cîza Ehmediye û du’a Nebewiye a “Barekellah” bi navê “Mubarekul Yemame” meşhûr dibe.

Zarokê şeşem: Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam wexta carekê limêj dikir zarokekî nehs ji ber ku limêja wî birriye û di pêşiya wî re derbasbûye, Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam gotiye “Ellahummeqte’ eserehû” yanî, “ya Rebbî Tu rêça wî li ser erde nehêlî.” Piştî wê ew zarok îdî bi rê de neçûye, werê maye, cezayê nehsbûna xwe kişandiye.

Zarokê heftem: Pîrekeke di tebî’etê zarokan de û bê heya hebû. Wexta Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam xwarin dixwar pariyan jê xwestiye, Wî jî dayê. Pîrekê wî pariyê qebûl nekiriye, gotiye “na, ez pariyê devê Te dixwazim.” Wî jî pariyê devê Xwe jî dayiyê. Ew pîreka ku pir bêheya bû, piştî wî pariyê ku xwar, bû pîreka herî bi heya û bû xwedyê heyake werê ku bi ser pîrekên Medîna Munewwere tevan ket.”

Behsa zarokan ku Bedî’uzzeman di Mektûbatê de dike li vir qediya. Îja Ustad pişt re wiha dewam dike, dibêje:

“Ha va ye, weke van heşt mîsalan, ne heştê belkî hesşed mîsalê wê hene. eğlebên wan di kitêbên siyer û hedîsan de hatine beyankirin.

Belê, destê mubarek ê Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam weke eczexaneyekî Hekîmê Luqman be, û tifa wî weke kaniya ava heyatê a Hezretî Xidir be, û nefesa Wî weke nefesa Hezretî ‘Îsa bi hewara bêçaran de were û şîfayê bibexşîne, û new’ê beşer gelek mubtelayê mûsîbet û belayan be, helbet ji Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam re gelek murace’et çêbûne. Nexweş, zarok, dîn, pîr, bi kesret gelek hatine, tevê wan şîfa dîtine û çûne.

Heta Ebû ‘Ebdurrehman Yemanî –ku çil caran hec kiriye û çil salan limêja sibehê bi desmêja ‘eşayê kiriye, ji îmamên mezin yên tabi’îna ye û bi gelek sehabiyan re hevaltî kiriye- bi şeklekî qet’î xeberê daye û hukum daye û gotiye: “Ji Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam re çiqas dîn hatibin, Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam ku destê xwe danîbe ser singa wan qet’îyetn şîfa dîtine, ê ku şîfa nedîtine nemane.

De îjar, îmamekî wisa ku gihîştiye ‘esra Se’adetê, bi vî şeklî qet’î û kullî hukum dabe helbet tu nexweşê ku hatine ba wî nemane ku îlla şîfa dîtine. Madem şîfa dîtine helbet murace’et jî wê bi hezaran bin.”

Ustad Bedî’uzzeman bi hinik mu’cîzeyan mezinantiya Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam dide îfadekirin. Resûlê Ekrem ‘Eleyhîsselatû wesselam însan bû bes însanekî neqanebû, rehmet bû ji bo hemî kesan û ‘aleman. Her kes û her qewm muhtacê şexsê wi ye. Çewa ku şîfaa nexweşînên zaroka ye şîfaa hemî derdên ‘alemê ye jî.

Bi bedena xwe heger îro Ew ne li nav me be jî bi sunneta xwe di nav ‘alêmê de dijî, ê ku li dû diçe dîsa şîfaê ji hemî derdên xwe re dibine. Ê ku li pey naçe û dixwaze xelkê ji dû wû biqetîne zirarê dide xwe û peyrewên xwe. Bi rastî ji şeytan û alîkarên wî pê ve kesî ku vê xerabiya mezin bike jî tunene. 

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Ê Berê Nesîhetên Bedî’uzzeman Mela Se’îdê Kurdî
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.