‘ÎD E ŞAHÎ YE

Article

Di camiyê de û di çûna camiyê de, dengê tekbîrên teşrîqê tên.

SILÊMAN: (Digrî) Ya Rebbî! Hemd û şukur ji te re. Te em gihandin van rojên bixêr. Ya Rebbî tu bi lutf û kerema xwe dikî, tu bi xatrê van rojên mubarek dikî, mezlûm û sêwiya dilxweş ke, muslumanê di tengî û zehmetiyê de xelas ke. Hezkirin û muhebbeta muslumana ji hev re zêde ke; ciwan û însanê me, xelkê me bi Îslam û Quranê hîdayet ke. (Digrî)
DAWID: Ev hecî Silêman e. Çima digrî? Hecî! Ev çi girî ye? Girîn li mêrê wek te nayê. Îro ne roja girîn û şînê ye. Îro îd û şahiya muslumana ye.
SILÊMAN: Birayê Dawid! Girya min ne ji ber ta’lî û tengiyê ye. Ji ber qenciyên Xweda ye. Rebbê ‘alemê li me muslumana ewqas qencî û lutuf kirye, nayê gotin. Remezana me bi xêr û silametî derbas bû. Em gihaştin van rojên bixêr. Lê gelo muslumanên di bin tengiyû eziyetê de, çi dikin?
DAWID: Wey ez bi qurbana Rebbê te bim! Tu di van rojê xweşiyê de jî, birayê xweyî mezlûm jibîr nakî. Ez bi wî Rebbê ku wê roja mehşerê, heyfa bizina kol ji ya biquloç bistîne sond dixum, her kes jibîr bike jî, Rebbê ‘alemê mezlûma jibîr nake. Rab rab! Heydê camiyê…

Diçin camiyê. Di camiyê de, cemaet civiyaye. Seydayê camiyê, sûretê Rehman dixwîne. Pey ayeta tekrar dibe, tekbîrên teşrîqê bihev re tê gotin. Piştî nimêjê

DAWID: Hecî! Me nimêja xwe jî kir. Ê de ka were em îdaniya hev bikin. Hecî Silêman! ‘Îd û ‘erefatê te, ya zarokên te pîroz û mubarek be.
SILÊMAN: Sofî Dawid! Wey Xwedê ji te razî be. A we jî gelek bimbarek be. Hûn bigihêjin gelek îdê bixêr û xweştir înşallah!
DAWID: Hecî! Ka em îdaniya xwe, ji mala kî dest pê kin?
SILÊMAN: A nêzîk mala sofî Ehmed e. DAWID: Ya Allah! De haydê em herin.

Tak..Tak.. Tak.. (Li derî dixin.)
SILÊMAN: Malê! ‘Eyd û ‘erefatê we û zarokê we pîroz be.
DAWID: Kekê Ehmed! Siba te bixêr! Cejna te û zarokê te pîroz be.
EHMED: Xêr bi xêr silamet serçava! Ya we û zarokê we jî bimbarek be cîranê Hecî Silêman û sofî Dawid! Hûn gelekî bi serçava re hatine. Hela derbasî hundir û hêwanê bibin. Wanî li ser piyan nabe.
SILÊMAN: Birayê Ehmed! ‘Eydî ye. Dev ji me biqere. Li mehelê emê ‘eydaniya cîrana teva bikin. EHMED: Cîran bi cîkî ve naçin. Dûre emê herin ‘eydaniya cîrana jî. Vêga hun bûne qismetê min. Bê şêranîw şerbetek, ezê we çawa berdim?
SILÊMAN: Îro tu derî kîjan malê, dawetî xwarinê dike. Bi meha remezanê, hûrê me paqij bûye. Ez jibo xwe bêjim. Ev xwarin qet li min nayê. Dûre ezê berşoşkî bibim.
EHMED: Hecî! Hema we çi xwar we çi vexwar! Temam! Xwarinê giran bila bimîne. Lê çay û çend parî borek, bi dostan re ji meriv re nabe zêdeyî. Îro şahî û kêfxweşiya muslumana ye. Qehr û zelîliya şeytan e.
DAWID: Kekê Ehmed! Niha tu me berde. Em bêxwarin û bêvexwarin herin.
EHMED: Îja ezê biğeydim ha! Tu dibê qey em ji ğerîban e. Wiha nebû Hecî! ‘Urf û ‘adetan xera nekin. Piyên dostan, bi bal mala meriv, xwarina dostan ji îkrama meriv, bereketa mal û ‘umrê meriv e.
SILÊMAN: Laîlahe îllallah, Muhammed Resûlûllah! Em çi bikin? Qey roja aş, ji aş re ye!

Ehmed pasta û borek û çayê tîne.
EHMED: De ka kerem kin!
DAWID: Xwedê ji te razî be. Me got zehmetê neke.
EHMED: Çi zehmet gelî cîrana! Şîfa û noşîcan be.
SILÊMAN: Xwedê bereketa xwe têxê înşallah!
EHMED:(Xwarin di devê wî de) Efiyet be ji we re. Îja emê herin mala kê?
DAWID: Mala Xweda hezar car ava be. Me rojiya xwe jî bi selametî derbas kir.
EHMED: Erê willeh! Hemdê Xweda. Xweda jibo xwe qebûl bike.
SILÊMAN: Heyran! Kesê ewqas zeğelî dikirin, digotin “germ e naqede, niza emê çawa bikin..” Aha vayê remezan çiqas xweş derbasbû. Ên ku rojî negirtin û ên ku jibo Xweda rojî girtin, gelo ji wan kîjan gihaştiye kar û qezencê?
EHMED: Hemd ji Rebbê min re. Ev rojên bi xêr û xweş kirine nisîb. Em bi rihetî ‘eydaniya xwe dikin. Bi ziyareta hev, kêfxweş dibin. Wan kesê rojî negirtin û bêemriya Xweda kirin, xwelî li serê wan be. Bila li xwe bifikirin. Xwedê mihefeze! Eger ğela, zelzele, tofan û lehiyek wekî Pakîstanê li ser me peyda biba, yan jî wekî Filîstîn û Çeçen, Iraq û Efğan, li ser me ji bombe û fuzê zalima bibariya, gelo meyê çawa bikira? Însan nankor e, şukra xwe nake nake.
DAWID: Rast e kekê Ehmed! Însan gava têkeve tengasiyê, Rebbê xwe dibîr tîne. Mêrxwasî ew e ku meriv di rihetiyê de jî Rebbê xwe jibîr neke... (Mehmed Reşîd tê)

M. REŞÎT: Malê! Mal bi xêr be ey maqûl! Rojiya we bibe qebûl. De ka selewat bînin, li ser Muhammed Resûl. (Yên din selewata tînin) Îro kêf û ‘eydiye, şahiye ne ğeydiye. Piştî meha remezan, ji ba Xweda qenciye. Li we nebrim vê sohbet, civata sofî Ehmed! Bimbarek be îda we, zarok û kom û kuflet.
EHMED: Ê te jî bimbarek be Mehmed Reşît! De ka were hundir. Wa çû jî..
SILÊMAN: Way çû jî law. EHMED:Kes nikare wî bisekinîne.
SILÊMAN: Birayê Ehmed! Mehmed Reşît dixwest bêje, ne wextê rûniştinê ye, li ‘eydaniyê em bigerin.
EHMED: Madem wilo ye, em bi hev re derkevin. Ewilî em herin ser mezel. Ji miryên xwe re fatîhekê vekin, yasînkê bixwînin. Ez zanin hûn neçûne. Dûre dûre jî em herin mala pîra Hewê. Yextîyar e nikare li ser xwe bigere. Paşê em diçin ba cîranê Îbrahîm. Ew jî nexweş e. Em serdana wî jî bikin. Û dawiyê jî li mehelê, hema dost û nas û nenasa em bipirsin.
DAWID: Kekê Ehmed! Tu xweş rêz dikî. Lê emê bazara xwe bikin. Bila çûna ba wan, bi qasî rûniştina li ba te dirêj ne be.
SILÊMAN: De haydê! Sofî Ehmed! Yasînek biçûk jibîr neke. Di ezbera min de tune ye.
DAWID: Hecî! Tu dibê qey dewra bav û kala ye. Di wê dewrê de, yek têketa ber sekrata jî, kesekî yasînek li ser wî bixwenda tune bû. Lê vêga zarokên hê naçin mektebê, di’elimin xwendina Quranê. Zanebûn pir zêde bûye.
SILÊMAN: Zanebûn zêde bûye, lê ka heyaw fediya berê, edeb û terbiya berê? Ne jin û ne qîz, bê zilam û meznê xwe, bi cîhekî ve nediçûn. Dernediketin derve. Qîzê bişev li derve bigere, kurê lingê xwe bavêje ser hev û duyê ciğara berde li pêş bavê xwe, ewê çi xêr ji wan ewlada bê?
EHMED: Birayê Hecî! Dêw bav cahil bin, dîn û terbiya Îslamê nizanibin, zaryê wan jî cahil dimînin. Heta Xwedê hîdayet bike nisîb. Nokê rabe li ser kokê. Lazime pêşî em Îslamiyeta xwe baş zanibin. Li ser edeb û terbiya zarokê xwe bisekinin. Hinek xortên ku qîmeta rojîw nimêjê nagrin, xêra îd û remezanê nizanin, li ‘eydê nagerin. Heta êvarê di xew da ne.
SILÊMAN: Ewana fikirşaş in, nanbelaş in, şolçepel in, hem tiral in hem zeğel in. Xwedê rast û islah ke. Birayê Ehmed! Em çi bêjin jî, evana zarokê me ne. Ez, tu, birayê felankes û fîlankes li wan nebin xwedî, kes li wan nabe xwedî. Eviya wezîfa me ye. Emê ji meznê wan re bêjin, nebes be emê ji wan re jî bêjin. Biğeydin emê dîsa bêjin û biqehrin jî emê bêjin. Îslamiyet jibo me teva hatiye şandin.
DAWID: Ez dibêjim me peyv dirêj kir. De ka em rabin.

Di rê de li telefona Hecî Silêman dikeve.
SILÊMAN: Hela bisekinin li telefona min xist. ‘Elo! (Hinekî disekine) Xêr bi xêr, silamet, serçava! Ya we jî gelek bimbarek be. Wey bi qurbana metka xwe bim. Ez tême destê metka xwe. Metê! Hun baş in înşallah! Apê hecî jî halê wî baş e înşallah! Zarok yek bi yek ez tême çavê wan. Îda wan jî pîroz û mubarek dikim. Xweda wan bighîne gelek ‘eydan. Metka min şehemê jî baş e înşallah! Kufletê wê, zarokê wê, îda wan jî pîroz û mubarek be. Xaltîka Besrayê, her sê kurê wê, her dû qîzên wê, zavê wan, xalê Smaîl, mamê Cemîl, pismamê ‘Elî, Hesen û Remezan, taloq û kirîbê Cewad û Seydo, mala hecî Bekir, hemî qîz û kurê wan, yek bi yek ‘eydaniya teva pîroz û bimbarek dikim. Ji vir hetanî ew welatê ğerîb, ez li we silava dikim. Metka min! Înşallah tu pir adis nebû! (Xeberdana wî dewam dike)

Disa tê me destê metka xwe. Metê! Nas û dostê li wir, cimheta hazir, ez îda teva pîroz û mubarek dikim. Li wan silava bike. Bila li me helal bikin. Me jibîr nekin. Dil û cîgerê me, bi hesreta wan peritiye. Xwedê mezin e. Delîlê muteheyra ye. Nesîb be qey emê rojekê hev dû bibînin Metê! Hêviya dua dikim. Wekîlê silava bin. De bi xatrê we. Emanetî Xweda bin Metê! Destê te radimîsim.

DAWID: Hecî Silêman! Te ji eşîra xwe kî hişt? (Dikene) Ewqasî nabe. Gelo te bi teviya ra xeber da, ewê çawa bûbûya? Di telefonê de peyva ewqas dirêj, eyb e!
EHMED: Maşallah! Te gundiyû eşîreta xwey derve, yek nehişt. Herhalde te navê kê nexwenda, wê xwe bi ğeydanda.
SILÊMAN: Evana li welatê ğerîb û ğurbetê ne. Dibêjin li ba me, ‘îda wiha tuneye. Em bêriya ‘îdên welêt dikin. Bîr û hesreta ‘eyd û erefat û terewîh û selewatên wir dikin. Min jî got ez hinekî dilê wan xweş bikim.
EHMED: Di vê merselê de jî, hizûr û qîmeta Îslamê xuya dibe. Hemd û şukur ji Rebbê me re, ku me musluman xuluqandiye. Me ji ummeta Hebîbê xwe kiriye.
DAWID: Hemd û şukur ji Xweda re.
SILÊMAN: Elhemdûlîllah! Sofî Dawid! Dêmekî min belasebeb, li wan nepirsiye. Hinek qeşmer û serserî, heta nîvê şevê, bi dengê maç û muzîkê, mehele ne rihet dikin, kes ji wan re tiştekî nabêje. Min çend mervên xwe pirsîne, ma qey pir e? Bê ûjdan!
DAWID: Hecî! Dîsa jî, gerek haya meriv, ji însanê dora meriv hebe.
SILÊMAN: Yaw îro ma kêf e? Ma ne ‘eydiye? Kî çi dibêje bila bêje! Îro îda muslumana ye. Kafir û zalim û şeytan biteqin jî, bimrin jî, îro ‘eyda me muslumana ye. Eviya qenciya Xweda ye li me, çima em kêf nekin? Em hev dû ziyaret nekin? Û bi telefona jî hev dû nepirsin? Piştî nîvro em diçin nav baxçê Xelîl.
EHMED: Hecî Silêman! Emê li wir çi bikin?
SILÊMAN: Emê şên û kêfê bikin, emê bazdin, sobeberî bikin, bi navê û sê qûçkê bilîzin. Êmîş û fêkî bixun.
DAWID: Ê te behsa mezlûma dikir? Kesên di bin tengiyan.. Îja ev kêfxweşî çawa dibe?
SILÊMAN: Yaw em di kêfxweşiyê xwe de jî, wan ji bîr nakin. Ellahû Ekber Ellahû Ekber Ellahû Ekber, Laîlaheîllallah, wellahû Ekber, Ellahû Ekber we lîllahîlhemd
(Bi hev re tekbîrên teşrîqê tînin)

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

23

Gotar

Ê Berê 16 car 15 hezar carî
Ê Li Pey TÎŞORTA SOR

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.