
Xwendevan hey xwendevan, xwendevan bulbulê me
Bixwînin ‘ilmê Qur’an, çeleng û sorgulê me
Xwendevan hey xwendevan, xwendevanê doza me
Bilind kin ala Îslam, azad bikin gellê me
Hey xwendevan û zana, bi Îslam berxwedar bin
Destê xwe hun bihev din, ji hev re alîkar bin
Bira bi xebata we, xelqê ketî şiyar bin
Da ku dost û dijmina, baş nas bikin rizgar bin
Xwendevan hey xwendevan, xwendevanê hunermend
Hîn bikin ‘ilmê Qur’an, bi qelemê aqilmend
Jêr bibin xwedîw hefad, bi çar destaw zend û bend
Îslam j-me re mektebe, gelî mamostew fêrmend
Mezin û rêzanê me, rehber Muhammed Resûl
Dîn û doza wî hîn bin, ğeyrî wî nekin qebûl
Di jiyan bidin nîşan, ji Qudsê ta Stenbûl
Hêvîdar bin ji Xweda, nebin mehzûn û melûl
Nûra Quran û îman, roniyû qezenca me
Jîna Resûl û Eshab, rewşen û sertaca me
Serxwebûn û ‘edalet, bi Îslam armanca me
Cennet û riza Xweda, daxwaz û derenca me
Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.