Şareza û Rûmet Peyvên Me Ne

Article

 

 

Te konê xwe vegırtî bûna li nîv zemînê 'eşqê
Di tûrik de kurtêl hebû, wek derwêşa rizgarî li mil
Ne birçîbûn dima li Zengîbar a yekîtîyê 
Ne xewna hestû dihat dîtin ji destê xwezîya dirêj
Hê bi xeyalên firotî cotkarî dikî bê serûbin
Bi salixa rastî gurgîn û berceste ye ew hal
'Ezemet li serabê nayê zeftê, ma ji berê de ne wey bû?

Li vê dunya derewîn ji xemê te çîya çêkir
Dil ma bi tenê wek rojava yê hepsîyan
Ji kitêba te rûpelên azadîyê hatine qetandin
Nalîna bayê, helbesta ğerîbîyê di sitrîne
Pêre timî dûva xutkamî yê bilind dibeze
Nefs û enanîyet baz dide bîna beratê tim.
Li serê rût serpoşa ecnebîya te danî
Me pirsî ji rû sipîyan, rêka diçe rûmetê ne wey bû

Mesleka me goya hes kirin û yekîtî bû
Me biratî zanibû wexta parê kirinê
Biratî lime bû ‘aqûbet, ji hev ketin çar parî 
Ummet îro parî parî, sînor û dewlet û millet, 
Tişta ku me zanî, yek bûn jî li ba me ne wey bû

Gazîya teyr û çûka jî em bi nasin li biharê
Ji bonî rizgarîyê behra 'edem nayê derbas kirin
Bi kulîlka re evîn, li defter a bîrewerîyê nivîsdare
Rizgarî, carna baran e dibare ser huznû şînê
Di nav mewc û pêlan de diçirisin hêvî û mefer  
Tîrijê rojhelat dimeşin hûrik hûrik bi pêşîyan
Secde bi cih bûye di 'enyê de hê li dewra şadî
Îro tu ketî pey şopika, heft ceddê te jî ne wey bû

Ev sîya li dîwarê qibla te bîyane, saw dide dil
Sal di destê te de çilmisîn, gula nazende ji dest çû
Ne xelat û ne şabaş, ji Atîye re nehişt tali'û bext
Hedimîn mîrate û baregah, nezerek rimbazî lêket, 
Ez bi tenê ji semawat lorika dibarînim
Li qaf di xew de ye jîyan, qam nade bi hilma min
De ka neçin ji ba min gelî dost û hevalan
Ji bedena Dîyarbekir zîvirî hewara Şêx Se'îd
Şerê me li hember xaçê, şûrkêş xwudawendî bûn
Bi delîla çespîne, beşera Selahaddîn jî ne wey bû

Destê Medînê bide ser mil, Amed û Quds bira ne 'Ad û Semûd in nexşa 'eyb û 'arî li ser fuhşîyatan
Liber çavin neweyî, hemî dafik û hîle ye ev leystik
Ji mer mane du berik erê, bes bi avê de bimeşe.
Li ser setrencê têkçûn serfirazî, ğerîbo şah mat 
Azadî li dar yetîm e, binêre ketin Şam û Beğdat
Ez bêrîya te dikim ew hal, disotîne dil Mehabat
Heyva me li zeminê se'adetê nuxmandî ye
Sitêrk olan didin çava, ma qey serhatî ne wey bû?

____________________

Zengîbar: Afrika
Gurgîn: (Somut)
Berceste: Hebûn, vucûd
'Ezemet: Meznahî
Xutkamî: Egoîst
Bîrewerî: (Hatıra)
Bîyan: Ecnebî
Mîrate: Mîras
Baregah: Avayî
Çespîn: Bi îsbat
Olan: 'Eks (Yankı)
Serhatî: Bîrewerî (Hatıra)

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

20

Gotar

Ê Berê Nav Ne Hatî Danîn
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.