NANÊ KOÇERA

Article

 

Bavê min digot:

Erê lawo! Em koçer bûn. Konê me li Qeregêçî bû. Me şîrê êvarî dikir mast û me dikir kunna û me dibir bajêr û li wir difirot.

Carekî êvarî gotin emê kona bar bikin, emê cihê xwe biguherînin. Min dit nîvê şevê tav çê bû û baranê dayê. Metika we û amojina we jî li cem min mabûn jibo ku alî min firaxan tev bidina hev. Wê alî min barkiribana û firaxê din jî bibirna û biçûna bigihêjina kona.

Tavê girt ser me û ji ber baranê em ketin şikeftekê. Min çawa çixata xwe pêxist ku ez hebekî ronî bikim; min dît ku hestiyê însanekî li ber mine. Dêmek ji zemana ve yek li wê derê miribû û hema di cihê xwe de riziyabû. Min rahişt hejekî û ew hestiyan bi ‘ecele xeritand ber bi taliya şikeftê ve. Ji bo ku pîrek wana nebînin û netirsin. Me ji xwe re agir tê de kir heta ku bû wextê bajarvaniya. Şefeqê lê xist, me barê xwe bar kir. Ez çûme bajêr û ew jî çûn gihan kona.

Îcarê lawo, xela bû. Însan ji birçîna dimiriyan. Nanê me gelek jê tolik bû, lorik bû. Hema me kulmek ard tevlê dikir. Ew jî ardê ceh bû. Îcarê xweşik nedibû hevîr. Hema me wilo dikir wek sewka û me datanî ser sêlê, yanî hema pê germ dibû. Îcarê kê têr dixwar?

Malek feqîr bi me re hebû, pîra wan ban dikir û digot: Fermanoo! Ne ardû û ne ervano! Ne ardû hebû ku agir pêxin, xwe li ber germ bikin. Û ne arvan hebû ku bikin nan û bixun. Îcar lawo, anha tu li wan dinêhêrî, dikarin gundekî bikirin.

Belê hema bihar xweş bû û rûn pir bû. Me digot; dilê kê çilo hilînî wilo rûn li nanê ser xwe kin. Rûn jî ê herkesî tunebû. Tiştê ji malê bana hebûn û tiştê ji çolê bana ji xwe pir bûn. De û de heta ku li me bû havîn. Me xwe bera beriyê da.

Di debarê nivîskar de

Têhev

9

Gotar

Ê Berê Suxtê ber melle
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.