KÛSÎ Û KÎVROŞK

Article

 

Carek ji caran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran...

Gelê guhdarên hêja! Ez ê ji we re çîroka kûsî û kîvroşkê bêjim, guhên xwe baş vekin û li min guhdarî bikin.

Kûsî û kîvroşk du hevalên bihev girêdayîne. Di nava rojê de gelek caran bi hevdû re digerin, wextê xwe bi lîstik û kêfê derbas dikin.

Rojek ji rojên biharê, kûsî û kîvroşk dixwazin bi hevdû re herin mêvandarîya hirç. Hirç hevalekî wan e, dem dem li hevdû dipirsin, ger karê wan têkeve ser hevdû, bi kêrî hevdû tên. Mala hirç di nava daristanê de ye. Serê sibê taştêya xwe dixwin û derdikevin rê. Di daristanê de demeke dirêj dimeşin. Di dema meşê de, me'lûm e kîvroşk bi lez û bez e, zîtik û lotikan li xwe dixe, navbera xwe û kûsî vedike û ji xwe re li binê darê rûdinê, bîna xwe dide. Li hêlekî jî ji kûsî gazinan dike:

-          Hevalê kûsî, ji kerema xwe re piçekî lez bike, bi van gavan em ê kengê herin kengê vegerin.

Kîvroşk, bi van gotinan henek û tinazan jî bi kûsî dike. Kûsî bi van henekan dişkê, li ber xwe dikeve, gunehên wî pê tê. Ji xwe re xeyalan çêdike û dibêje:

-          Gelo çi dibû ez jî weke kîvroşkê bi lez û bez bûma, vî hestîyê qirase liser pişta min, dibin vî hestîyî de ez nikarim bi rê de herim. Hema bila bi kêrî tiştekî jî bihata ez li berê nediketim, bi kêrî tiştekî jî nayê.

Dema van gazinan ji pişta xwe dike, ‘ewrekî reş û giran ji pêş ve ber bi wan tê. Her diçe ‘ewrê reş nêzîkî wan dibe, lê êdî nikarin bi cîhekî ve jî birevin. ‘Ewrê biharê ê giran dema tê texma wan barê xwe bi ser wan de berdide. Baraneke giran ku lehîyê radike, pê re jî zîpik dest pê dike. Di dema baran û zîpikê de kûsîyê ku pişta xwe ji xwe re barekî bêqîmet didît, hûrik hûrik dest, pî û serê xwe dikşîne hundir.

Kivroşka me jî ji ber baran û zîpikê li vê hêlê baz dide, li wê hêlê baz dide belê stargehekî nabîne. Ji ber baranê şilo pilo dibe, lê belê ji ber zîpikê xwezîya xwe bi baranê tîne. Lewra her hebek zîpikê lê dikeve wî hildipekîne. Li hêla din kûsî di hundurê xwe de, ne xema wî ye. Dema baran û zîpik diqede, serê xwe derdixe, li halê kivroşkê dinhêre. Bi hire hir dikene, lewra kivroşka ku henekê xwe pê dikir ketiye halê ne hal.

Kûsî bi xêra pişta xwe, ku nedi‘eciband, ji baranê û zîpikê difilite. Li gotinên xwe poşman dibe, careke din şukrê Xweda kir.

Kîvroşka me jî, ku henekên xwe bi kûsî dikir, li xwe poşman bû, fêm kir ku di her tiştekî de hîkmetek heye. Di dema baran û zîpikê de helbet wê jî xwezîya xwe bi kûsî dianî.

Çîroka me çû dîyaran rehmet li dê û bavê hazir û guhdaran…

Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Ê Berê Rovîyê Le’pek û Qijika Kêm Aqil
Ê Li Pey Merivên Xwenda…

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.